Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin

  • rojane
  • 13:09 15 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Doza Mûsa Anter di 20’ê îlonê de ber demborînê dikeve û dadgehê danişîna dozê da 21’ê îlonê.
 
Zanyarê kurd û rojnameger Mûsa Anter di 20’ê îlona sala 1992’yan de li Amedê hate qetilkirin. Têkildarî bûyerê doz hatibû vekirin û ev doz bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê û ya Ayten Ozturk re kiribûn yek dosya ku di sala 1993’yan de li Amedê ji hêla Mahmût Yildirim ê bi koda “Yeşîl” ve hatibû qetilkirin. Danişîna biryarê ya dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate dîtin. 
 
Kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan, Kemal Pekoz, Abdullah Koç û parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Yildiray Kaya, Hevserokê Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê ( KESK) Mehmet Bozgeyîk, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di danişînê de amade bûn. 
 
BERSIV NEHAT DAYÎN
 
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan, bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Di danişînê de hat gotin ku biryara kontrola edlî ya derheqê bersûc Hamît Yildirim de nehatiye bicihanîn û bersiva biryara girtinê ya ji bo hinek bersûcan jî nehatiye dayîn. 
 
Parêzerê bersûc Hamît Yildirim di danişînê de axivî û îdia kir ku miwekîlê wî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekariya berpirsyartiyên kontrola edlî pêk bîne. 
 
ANTER: ÊDÎ TU GOTIN NEMA NE
 
Piştre jî Dîcle Anter di danişînê de axivî û wiha got: “Di nava van şert û mercan de êdî tiştekî ku bikarim bibêjim nema ye. Dê di 20’ê îlonê de doz ber demborînê bikeve. Ev, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Dê têkoşîna me ya di qada navneteweyî de bidome.” 
 
TURKDOGAN: SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE
 
Parêzer Ozturk Turkdogan piştre di danişînê de axivî û ev tişt anî ziman: “Doz dê ber demborînê bikeve û ev jî fikareke mezin bo miwekîlê min çê dike. Daxwaza min ew e ku doz di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê de bê nirxandin. Divê ez bibêjim ku di çarçoveya mafê heqîqetê de ev doz nikare bê bidawîkirin. Dema min li raporên lêkolînê yên Meclisê dinihêrt, li rastî raporên lêkolînkirina cînayetên siyasî yên kiryarnediyar ên salên 1995’an hatim. Di vê raporê de qala cînayeta Anter jî tê kirin. Têgeha tirsandina kurdan tê bikaranîn. Di raporê de giliyê serdozgerê DGM’ê hatiye kirin. Lê li gorî raporê tevnegeriyan. Ev doz, bi saya hewldanên me dest pê kir.” 
 
‘BILA RAPOR DI DADGEHÊ DE BÊN XWENDIN’
 
Bi domdarî Turkdogan wiha got: “Em dixwazin heqîqetê bizanin. Dema heqîqet derket holê, dê dadgeha we jî nirxandinekê bike lê li gorî min heke beriya heqîqet derkeve ev dosya bê girtin, dê bi xwe re binpêkirinên nû bîne. Ji bo lêkolînkirina bûyerên di sala 1993’yan de li rojhilat û başûrê welat pêk hatin rapor hatiye amadekirin. Lê bi wan raporan nakin. Di sala 1997’an de rapora Susurlukê tê amadekirin. Ji ber raporan Mehmet Agar bi sîfetê rêveberê rêxistina sûc hat darizandin û hat girtin. Ewqas sal bi ser re derbas bûn lê hêj jî faîl nehatine cezakirin. Em dixwazin ev rapor di dadgehê de bên xwendin. Daxwaza me ya jihevcudakirinê nehat qebûlkirin. Hûn nikarin niha biryara cudakirinê bidin. Hûn nikarin niha cuda bikin û biryara demborînê bidin. Daxwaza me ew e ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin û îfadeya Abdulkadîr Ayhan bê girtin. Em dixwazin derheqê Hamît Yildirim de biryara girtinê bê dayîn û ev doz bidome.” 
 
Parêzerê Orhan Mîroglû yê bi navê Serhat Menzîlcîoglû jî xwest ku îfadeya Abdulkadîr Aygan bê wergirtin û doz li ber demborînê nekeve. 
 
PARÊZERÊN BERSÛCAN
 
Piştre jî parêzerê berbazê teqawid Savaş Gevrekçî yê bi navê Hîkmet Îşler axivî û îdia kir ku miwekîlê wî ‘bêsûc e’ û xwest ku doz bikeve. Parêzerê bersûc Hamît Yildirim jî cînayet weke ‘bûyereke medyatîk’ pênase kir û xwest ku doz bikeve. 
 
‘DIVÊ GUMANAN JÊ BIBIN’
 
Herî dawî jî Dîcle Anter axivî û xwest ku ewraqên resen ên ji Swêdê bo Wezareta Edaletê hatine şandin bên dayîn. Anter, got ku Hamît Yildirim di mijara binpêkirina kontrola edlî de teblîgata xwe dereng daye û wiha domand: “Di nava 6 rojan de rapor pêşkeş nekirine. Dixwazim ku guman jê were birin.” 
 
Şandeya dadgehê biryara xwe da. Dadgehê xwest ku aqûbeta nivîsa derheqê Abdulkadîr Aygan a ji hêla Wezareta Edaletê ve hatiye nivîsandin dîsa were pirsîn, li benda nivîsa derheqê kuştina Cemîl Işik a li Almanyayê de ku ji Wezareta Edaletê re hatiye şandin bisekinin, biryara girtinê ya derheqê bersûcan de bidome, ji bo tespîtkirina navnîşana bersûc Celal Yertekîn nivîs were nivîsandin, bila were pirsîn bê ka Omur Ozuyilmaz weke firariyê FETO’yê hatiye girtin an na û daxwaza rakirina kontrola edlî ya ji bo Hamît Yildirim red kir.
 
DANIŞÎN DA ROJEK PIŞTÎ DEMBORÎNÊ
 
Dadgehê, diyar kir ku dê parastina “doz dikeve çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê û ber demborînê nakeve” û daxwazên din ên derheqê dosyayê de di rûniştina din de binirxîne. Şandeyê, danişîna dozê da 21’ê îlonê ku di 20’ê îlonê de doz ber demborînê dikeve. 
 

Sernavên din

16/09/2022
16:53 ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin
16:08 Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
15:53 Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne
15:45 Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin
15:36 Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn
15:29 Sancar li Qereçobanê bang kir: Dê gel demokrasiyê ava bike û dawî li rejîma despot bîne
15:21 Li Kercewsê dozgerê hewl da întîhar bike birîndar bû
15:12 Dozger xwest ku kujerê malbata Dedeogûllari Lutfu Keleş bê berdan
14:43 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Bila girtiyên nexweş bên berdan
13:42 Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Încî hate girtin
13:29 ‘Şahid’ îfadeya xwe red kir û Turkoglû hate berdan
13:09 Di pevçûnên navbera Azerbaycan-Ermenistanê de zêdetirî 200 leşker hatin kuştin
13:09 Sancar serdana Şaredariya Qereçobanê kir
12:57 DFG û MKGP: Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne
12:24 Emîne Şenyaşar: Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê veke
11:59 Doza Demîrtaş ji bo parastinê hat taloqkirin
11:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:42 Bavê wê anîbûn li ber HDP’ê: Fermandara YJA-Starê Laçîn jiyana xwe ji dest da
11:12 Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî
10:55 Jinên ermen xwe bi xweparastinê birêxistin dikin
10:34 Turkdogan: Em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di nava hewldanan de bin
09:52 Çavdêrê Siyasî Kerîmî: PDK saziyeke dewleta tirk e
09:46 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in
09:32 Reuters: MÎT û Îstîxbarata Sûriyeyê li Şamê civiyan
09:19 Ciwanên enternasyonalîst: Niha dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
09:04 Rojnameger Ozdemîr: Rizgariya Iraqê bi rêya sêyemîn pêkan e
09:02 'Ha darek hat birîn ha mirovek hat qetilkirin'
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'YAN
15/09/2022
19:00 Tifaqa Ked û Azadiyê: Xwezaya Kurdistanê ne bi tenê ye
18:12 Li Colemêrgê operasyona eskerî hat destpêkirin
16:31 Bozdag: Em ê rewşa Aysel Tugluk sibe nîqaş bikin
16:27 Nobetên Edaletê: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
16:25 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Berpirsyar desthilatdariya siyasî ye
15:49 Bersûcê cînayeta Kurkut: Heke bersûcên rast bihatina guhdarîkirin niha her tişt aşkera bûbûya
15:41 HDP’ê têkildarî tundiya li Guzelê hatibû kirin, gilî kir
15:23 Danişîna Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:20 Doza Apê Mûsa: Ji bo me nexelas!
15:06 DÎSK û SES’ê li Amedê çalakî li dar xist
14:38 Sercerdevanê bersûc got ‘me li ser navê dewletê kuşt’
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe
09:02 Hunermendên Botanê: Em qedexeyan esas nagirin
09:01 Ciwanê kurd ê li qişleya eskeran êrişî wî kiribûn sûcdar hat hesibandin!
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN
14/09/2022
22:18 Elqeyeke mezin ji bo konsera Koma Herayê
19:41 'Hevdîtina bi Ocalan re dê bi kêrî Tirkiyeyê bê'
17:36 Li Amedê mirineke biguman
16:50 Di pirtûka Selimnâmeyê de peyva ‘Kurdistan’ sansûr kirin
16:29 Nobeta Edaletê: Heta tecrîd ranebe demokrasî pêk nayê
15:59 Rojnamevan Aygul hate berdan
15:44 Gunay: Civakên Tirkiyeyê mecbûrên du tifaqan nînin
15:38 Li Erxevanê elewî civîyan: HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye
15:28 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da
14:56 Komîsyonên HDK’ê û HDP’ê yên Ekolojiyê: Em ê di 17’ê îlonê de li Cûdî bin
14:54 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin
14:43 Doza rojnamegeran ji ber guhertina şandeyê hat taloqkirin
14:42 Rapora Girtîgeha Eregliyê: Girtî di odeyên yekkesî de tên ragirtin
14:08 Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Orûç hate binçavkirin
14:07 Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Malbata Şenyaşar: Yên ku di nava soza wan de edalet neyî bila nebin namzetên desthilatdariyê
12:43 Li Sûrê avahiyên nû pêşkeşî kargehên bazirganiyê hatin kirin
12:33 Malbatên girtiyan: Em ji bo girtiyan çareseriyê dixwazin
12:25 'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’
11:55 Şamî: Pêngava li Kampa Holê heta digihije armanca xwe dê bidome
11:46 HDP bi kedkarên çapemeniyê re civiya
11:39 Li Silopiyayê 5 kes hatin binçavkirin
11:38 Gundiyên ku ev 4 sal in bi tankêran avê dikêşin: Ne bi xema MARSÛ’yê ye
11:21 Li wesayîta karkerên kurd da û ji bo xwe xelas bike got ‘terorîst hene’
10:53 Nivîskar Çelîk: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê astengkirin
10:31 Mezrayên Cizîrê di bin dorpêça polîs û leşkeran de ne
10:19 Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê çi diqewime?
10:15 Çalakiya xwendekaran a ‘Sîwana me asîman e’ di roja 4’an de didome
10:06 Di navbera Azerbaycan-Ermenistanê de şer: 99 leşker hatin kuştin
09:57 Niştecihên mezraya Bîra Zeynayê heqê ceyrana neyî didin
09:35 Berdevka YPJ'ê Mihemed: Cîhan tenê temaşe dike
09:30 Li quntarê Bestayê çêkirina dimsê dest pê kir
09:01 Jinên HDP'î: Feraseta ku jinê û xwezayê qetil dike heman feraset e
09:00 Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî