Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin 2022-09-15 13:09:01   ENQERE - Doza Mûsa Anter di 20’ê îlonê de ber demborînê dikeve û dadgehê danişîna dozê da 21’ê îlonê.   Zanyarê kurd û rojnameger Mûsa Anter di 20’ê îlona sala 1992’yan de li Amedê hate qetilkirin. Têkildarî bûyerê doz hatibû vekirin û ev doz bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê û ya Ayten Ozturk re kiribûn yek dosya ku di sala 1993’yan de li Amedê ji hêla Mahmût Yildirim ê bi koda “Yeşîl” ve hatibû qetilkirin. Danişîna biryarê ya dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate dîtin.    Kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan, Kemal Pekoz, Abdullah Koç û parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Yildiray Kaya, Hevserokê Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê ( KESK) Mehmet Bozgeyîk, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di danişînê de amade bûn.    BERSIV NEHAT DAYÎN   Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan, bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Di danişînê de hat gotin ku biryara kontrola edlî ya derheqê bersûc Hamît Yildirim de nehatiye bicihanîn û bersiva biryara girtinê ya ji bo hinek bersûcan jî nehatiye dayîn.    Parêzerê bersûc Hamît Yildirim di danişînê de axivî û îdia kir ku miwekîlê wî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekariya berpirsyartiyên kontrola edlî pêk bîne.    ANTER: ÊDÎ TU GOTIN NEMA NE   Piştre jî Dîcle Anter di danişînê de axivî û wiha got: “Di nava van şert û mercan de êdî tiştekî ku bikarim bibêjim nema ye. Dê di 20’ê îlonê de doz ber demborînê bikeve. Ev, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Dê têkoşîna me ya di qada navneteweyî de bidome.”    TURKDOGAN: SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE   Parêzer Ozturk Turkdogan piştre di danişînê de axivî û ev tişt anî ziman: “Doz dê ber demborînê bikeve û ev jî fikareke mezin bo miwekîlê min çê dike. Daxwaza min ew e ku doz di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê de bê nirxandin. Divê ez bibêjim ku di çarçoveya mafê heqîqetê de ev doz nikare bê bidawîkirin. Dema min li raporên lêkolînê yên Meclisê dinihêrt, li rastî raporên lêkolînkirina cînayetên siyasî yên kiryarnediyar ên salên 1995’an hatim. Di vê raporê de qala cînayeta Anter jî tê kirin. Têgeha tirsandina kurdan tê bikaranîn. Di raporê de giliyê serdozgerê DGM’ê hatiye kirin. Lê li gorî raporê tevnegeriyan. Ev doz, bi saya hewldanên me dest pê kir.”    ‘BILA RAPOR DI DADGEHÊ DE BÊN XWENDIN’   Bi domdarî Turkdogan wiha got: “Em dixwazin heqîqetê bizanin. Dema heqîqet derket holê, dê dadgeha we jî nirxandinekê bike lê li gorî min heke beriya heqîqet derkeve ev dosya bê girtin, dê bi xwe re binpêkirinên nû bîne. Ji bo lêkolînkirina bûyerên di sala 1993’yan de li rojhilat û başûrê welat pêk hatin rapor hatiye amadekirin. Lê bi wan raporan nakin. Di sala 1997’an de rapora Susurlukê tê amadekirin. Ji ber raporan Mehmet Agar bi sîfetê rêveberê rêxistina sûc hat darizandin û hat girtin. Ewqas sal bi ser re derbas bûn lê hêj jî faîl nehatine cezakirin. Em dixwazin ev rapor di dadgehê de bên xwendin. Daxwaza me ya jihevcudakirinê nehat qebûlkirin. Hûn nikarin niha biryara cudakirinê bidin. Hûn nikarin niha cuda bikin û biryara demborînê bidin. Daxwaza me ew e ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin û îfadeya Abdulkadîr Ayhan bê girtin. Em dixwazin derheqê Hamît Yildirim de biryara girtinê bê dayîn û ev doz bidome.”    Parêzerê Orhan Mîroglû yê bi navê Serhat Menzîlcîoglû jî xwest ku îfadeya Abdulkadîr Aygan bê wergirtin û doz li ber demborînê nekeve.    PARÊZERÊN BERSÛCAN   Piştre jî parêzerê berbazê teqawid Savaş Gevrekçî yê bi navê Hîkmet Îşler axivî û îdia kir ku miwekîlê wî ‘bêsûc e’ û xwest ku doz bikeve. Parêzerê bersûc Hamît Yildirim jî cînayet weke ‘bûyereke medyatîk’ pênase kir û xwest ku doz bikeve.    ‘DIVÊ GUMANAN JÊ BIBIN’   Herî dawî jî Dîcle Anter axivî û xwest ku ewraqên resen ên ji Swêdê bo Wezareta Edaletê hatine şandin bên dayîn. Anter, got ku Hamît Yildirim di mijara binpêkirina kontrola edlî de teblîgata xwe dereng daye û wiha domand: “Di nava 6 rojan de rapor pêşkeş nekirine. Dixwazim ku guman jê were birin.”    Şandeya dadgehê biryara xwe da. Dadgehê xwest ku aqûbeta nivîsa derheqê Abdulkadîr Aygan a ji hêla Wezareta Edaletê ve hatiye nivîsandin dîsa were pirsîn, li benda nivîsa derheqê kuştina Cemîl Işik a li Almanyayê de ku ji Wezareta Edaletê re hatiye şandin bisekinin, biryara girtinê ya derheqê bersûcan de bidome, ji bo tespîtkirina navnîşana bersûc Celal Yertekîn nivîs were nivîsandin, bila were pirsîn bê ka Omur Ozuyilmaz weke firariyê FETO’yê hatiye girtin an na û daxwaza rakirina kontrola edlî ya ji bo Hamît Yildirim red kir.   DANIŞÎN DA ROJEK PIŞTÎ DEMBORÎNÊ   Dadgehê, diyar kir ku dê parastina “doz dikeve çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê û ber demborînê nakeve” û daxwazên din ên derheqê dosyayê de di rûniştina din de binirxîne. Şandeyê, danişîna dozê da 21’ê îlonê ku di 20’ê îlonê de doz ber demborînê dikeve.