Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin

  • rojane
  • 09:01 2 Cotmeh 2024
  • |
img

STENBOL - Ji rêveberên OHD’ê Nûrettîn Kuzu anî ziman ku komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin, di roja me de bi tecrîda girankirî ve didome û wiha got: “Her kêlî mafê birêz Ocalan tê binpêkirin.”

Bi ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha sala 1998’an hatiye lidarxistin, 26 sal derbas bûn. Abdullah Ocalan ê ji 15’ê sibata 1999’an heya niha di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bin tecrîdekî giran de tê ragirtin. Hevdîtinên Ocalan ên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin û ev 43 meh in tu agahî jê nayên girtin. Ji rêveberên Navenda Giştî ya Komelaya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Nûrettîn Kuzu bi ser komploya navneteweyî û tecrîda girangkirî ya li Îmraliyê axivî.
 
LI DIJÎ OCALAN BÊHIQÛQIYA ‘TAYBET’ 
 
Parêzer Kuzu bal kişand ser bêhiqûqiyên pêvajoya 9’ê cotmehê û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan wê demê çû li gelek welatan, lê belê ji van welatan yekî, mafê Ocalan nas nekirin û derbarê mijarê de wiha got: “Dema qanûnên ji ji bo avakirina  pergalekî tên amadekirin û tên nivîsandin, û piştre dema ev qanûn ji bo her kesekî wekhev hatin sepandin, em karibin qala civaka exlaqî û polîtîk bikin. Lê belê dema mijar dibe birêz Ocalan, em dibînin ku dewletên Ewropayê yên ku dibêjin xwedî hiqûqa herî pêşketî ne, hiqûq nayê sepandin. Derdikeve holê ku hiqûqa ku Modernîteya Kapîtalîst çêdike, li gorî kesan teşe digire. Ji ber van sedeman di van pêvajoyan de kirariyekî li gorî hiqûqê nehat kirin û em nikarin behsa rewşekî hiqûqî bikin. Ev yek jî li dijî birêz Ocalan sepandina bêhiqûqiyekî taybet e.” 
 
‘HER KÊLIYÊ MAFÊ OCALAN TÊ BINPÊKIRIN’
 
Nûrettîn Kuzu
 
Kuzu têkildarî bêhiqûqiyên tên domandin wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku mijar dibe birêz Ocalan, bêhiqûqî dikeve meriyetê. Di hiqûqa navneteweyî de tu bersivekî hiqûqî ya vê rewşê nîn e. Di çarçoveya bêhiqûqiya Modernîteya Demokratîk ava kiriye de lihevkirine heye. Bi temamî mewzûatekî nayê sepandin heye. Ji ber vê yekê, divê ji vê rewşê re peyva hiqûqê neyê gotin. Nekirina tu kirariyan tê wateya bêhiqûyê.”
 
Kuzu da zanîn ku mewzûeta ku li girtîgehên din ên Tirkiyeyê, li Îmaliyê nayê sepandin û wiha pê de çû: “Tecrîd bi gotina herî hêsan ve îzolekirin û cuda girtin e. Lê belê dema mijar dibe Girtîgeha Girava Îmraliyê, tecrîd bi awayekî pir cûda tê sepandin. Lewma tenê gotina peyva tecrîdê, ji bo rewşa li Îmraliyê pênase bike, kêm dimîne. Li Îmraliyê bi temamî rejîmekî cudatir tê sepandin. Taybetî jî divê em ewilê balê bikêşin ser vê yekê. Heke em pêvajoya bêhiqûqiya li dijî birêz Ocalan di 25 salên dawî de tê meşadin, wek şirîdekî film berçav derbas bikin, yek kêliyekî ku birêz Ocalan rastî bêhiqûqiyiyê nayê em ê nebînin an jî em nikarin yek kêliyekî ku li gorî hiqûqê tê meşandin, bibînin. Em di pênasekirina vê rewşê de bi rastî jî zehmetiyê dikêşin.” 
 
‘BÊHIQÛQIYÊN LI ÎMRALIYÊ’
 
Kuzu bal kişand ser tecrîda girankirî û wiha domand: “Her çiqas em vê yekê wek bêragihandina mutleq pênase bikin jî, rejîma ku li Îmraliyê tê sepandin, ne li gorî hiqûqa neteweyî ne jî li gorî hiqûqa navneteweyî ye. Lewma em dikarin gelek mînakên bêhiqûqiya li dijî birêz Ocalan tên sepandin, bidin. Astengkirina hevdîtina bi parêzeran re , heya sala 2010’an hevdîtinên hatine kêmkirin, di 14 salên dawî de tenê 5 caran destûrdayîna hevdîtina bi parêzeran re, mafê name, hevdîtina bi wasî û mafê agahîgirtinê yên parêzeran... Yek mafî jî nadin pêkanîn.”
 
‘KOMPLO BI TECRÎDÊ DIDOME’
 
Kuzu bi bîr xist ku komploya navneteweyî di roja me de wek tecrîdê berdewam dike û ev tişt gotin: “Bêhiqûqiya navneteweyî, bi bêhiqûqiya neteweyî didome.” Kûzû bilêv kir ku bêhiqûqiya navneteweyî, bi bêhiqûqiya neteweyî berdewam dike.” Kuzu bi îşaretkirina biryara AÎHM’ê ya ku nayê sepandin kir û bi diyaririna dosyeyên ku ev 10 sal in li benda AÎHM’ê ne, ev tişt gotin: “Ev 10 sali in AÎHM rêgezên ku bi xwe diyar kirine, binpê dike, vê rewşê taloq dike. Derbarê serlêdanê de biryarê nadin. Em derbarê çawaniya biryarê de nîqaş nakin. Em li bendê ne ku neyînî an jî erênî biryarek were dayîn. Dîsa ji dema mafê serlêdanên takekesî hatiye dayîn heya niha serlêdanên li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hatine kirin hene û derbarê yekî vana de jî biryar nehatine dayîn. Hemû hatine taloqkirin.” 
 
‘MAFÊ HÊVIYÊ’ YÊ ABDULLAH OCALAN
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna 17-19’ê îlonê biryara AÎHM’e ya “binpêkirinê” ya der barê Abdullah Ocalan de daye xist rojeva xwe û ji Tirkiyeyê xwest ku demildest  tevdîrên pêwîst werin girtin. Kuzu da zanîn ku komîteyê ji Tirkiyeyê, plana nexşerêyê xwestiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê belê tu plansaziya nexşerêyê nehatiye pêşkeşkirin. Li Îmraliyê şert û merc xirabtir bûn. Berî niha kêm be jî rewşa ragihandinê hebû lê îro ew jî ji holê rabûye. Komîte demildest xwet ku di hiqûqa navxweyî de derbarê ‘mafê hêviyê’ de hin guherînên mewzûetê werin kirin. Biryar hate dayîn ku heke guherîn neyê çêkirin, dê biryara navberê were dayîn. Ev yek çima girîng e? Mafê hêviyê tê wateya ku mirovek dê heya dawiya emrê xwe di girtîgehê de neyê girtin û hebûna hêviya derketinê. Di welatên girêdayî AÎHM’ê ne êdî cezayê hefsê yê muebeta giran nayê dayîn.” 
 
Kuzu gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ez van nirxandinan wek hiqûqnasekî dikim. Lê belê rasteyekî van sepanan a derveyî hiqûqê jî heye. Lewma divê birêz Ocalan wek kesekî ji rêzê neyê girtin û bi vî awayî nirxandinekî hiqûqî kirin jî dê tenduristî nebe. Di çavê gel de cihê wî girîng e. Heke ev tecrîd bi neyiniyê xwe di 25 salên dawî de gihandibe îro, ev yek tê wateya nexwestina çareserkirina vê pirsgirêkê .” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da | HATE NÛKIRIN
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye