Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda

  • rojane
  • 09:28 2 Cotmeh 2024
  • |
img

COLEMÊRG - Eren Baskin ku 32 sal in ji bo cezakirina kiryarên bavê xwe yê di binçavan de hat qetilkirin têkoşîna 'edaletê' dide, got: "Em bêhêvî nebûne, em ê dest ji berxwedanê bernedin."

Abdûlmecît Baskin ê di 30'yê Îlona 1993'yan de li navçeya Altindagê ya Enqereyê gava ji Midûriyeta Nifûsê ya ku midûrê wê bû derket ji aliyê polîsên taybet ve hat binçavkirin. Baskin ê ku binçavkirina wî nehat qbeûlkirin, di 3'yê Cotmeha 1993'yan de bi awayekî ku gule lê hatine reşandin û destên wî ji paş de kelemçekirî hat dîtin. Cihê ku cenazeyê bavê 3 zarokan Baskin ê 41 salî lê hat dîtin, avahiyeke terkkirî ya nêzî Navenda Koordînasyona Giştî ya MÎT'ê bû.
 
PÊVAJOYA DOZÊ
 
Der barê mirina Baskin de lêpirsîneke bibandor nehat kirin. Îtirafkar Ayhan Çarkin di îfadeya xwe ya li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya di 26'ê Adara 2011'an de îtiraf kiribû ku wan di sala 1993'yan de bi fermana Serokê Daîreya Tevgera Taybet Îbrahîm Şahîn Abdûlmecît Baskin binçav kirine û Baskin ji aliyê polîsên tevgera taybet Ziya Bandirmalioglu û Ayhan Akça ve hatiye kştin. 
 
Li ser vê yekê der barê 18 kesên ku Baskin û Çarkin diyar kirin di binçavan de hatine qetilkirin de lêpirsîneke nû hat destpêkirin. Di sala 2014’an de der barê 19 kesên ku di nav wan de Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Mehmet Agar, Îbrahîm Şahîn û Korkût Eken jî hebûn bi îdiaya “Kuştina di çarçoveya xebatên rêxistina çekdar a ji bo sûcan hatiye avakirin de" doz hatibû vekirin. Di 13'ê Kanûna 2019'an de di doza bi navê "Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê" de ku li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin, biryar hat dayîn. Dadgehê hemû bersûcan beraat kir.
 
1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Enqereyê li ser îtîrazê biryara beraetê betal kir. Di rûniştina dawî ya 26'ê Gulana 2023'yan de hemû bersûc ji sûcê "kuştinê" beraet kirin. 
 
1'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Enqereyê di 3'yê Adara 2024'an de biryarên beraetê erê kir. Her wiha biryar hat dayîn ku der barê Abdulmecît Baskin û Behçet Canturk de ji ber demboriyê biryara betalbûna dozê bide. 
 
TÊKOŞÎNEKE KU JI ZAROKATIYÊ DEST PÊ KIRIYE
 
Dema bavê wî hat qetilkirin Eren Baskin hê 4 salî bû. Di 5 saliya xwe de tevî xizmên xwe dest bi berxwedana Dayikên Şemiyê kiriye û ji bo cezakirina kiryarên bavê xwe dest bi têkoşînê kir. Navnîşana têkoşîna kur Baskin ne tenê Qada Galatasarayê ye. Di her çalakî û danişînê de cih girt û ji bo bo kujer bên darizandin gelek têkoşiya. 
 
Baskin da zanîn ku gava dest bi têkoşînê kiriye hîn bûye ku aqûbeta bi sedan kesî wekî ya bavê wî ye û ji ber vê hîn bêtir li aqûbeta windayan pirsiye.
 
Baskin anî ziman ku li Colemêrgê li aqûbeta bavê xwe dipirsin û got: "Ji bo nav û serpêhatiyên windayên me neyên jibîrkirin ez di nava têkoşînê de me. Awayê lêgerîna edaletê ya ji bo mirovên xwe yên winda, yên hatin binçavkirin û qetilkirin û yên di dema bûyerên civakî de di encama gulebarana leşkeran de hatin qetilkirin, îro ji mirovahiyê re mînak e. Ji ber ku em ê tu carî dest ji lêgerînê ya ji bo windayên xwe bernedin. Çalakiya me ya li bajarê me, li Kurdistanê pir girîng e ji bo min." 
 
Baskin wiha got: "Em îro li kolanan in, ji bo hestiyên windayên me bên dîtin û goreke wan hebe. Yên ku diêşin û xemgîn dibin dikarin werin cem me." 
 
'WÊ BERXWEDAN BIDOME'
 
Baskin anî ziman ku divê hemû beşên civakê di têkoşîna wan de hêzê bidin wan û wiha berdewam kir: “Ez li qadan, li korîdorên edliyeyê û ya herî girîng jî bi Dayikên Şemiyê re ji bo aqûbeta bavê xwe bipirsim û ji bo berpirs bên darizandin, têdikoşim. Wê berxwedan tim bidome. Çend roj berê neviyê bavê min ê 5 salî Ahmet qurnefîl danî Qada Galatasarayê. Ev nîşan dide ku çend sal derbas bibin jî wê ev têkoşîn bidome. Daxwaza me ya ji bo edaletê ya xizmên girtiyan daxwazeke mafdar û rewa ye. Em bêhêvî nebûne û em ê dest ji berxwedanê bernedin. Heya aqûbeta windayê me yê dawî diyar bibe em ê ji bo rûmeta mirovahiyê doza edaletê bikin." 
 
MA / Mazlum Engîndenîz

Sernavên din

11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da | HATE NÛKIRIN
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye