ŞIRNEX - Ekîbên DEDAŞ’ê û bi sedan leşker avêtin ser mezraya Newala Îsa Axa ya bi ser navçeya Cizîrê ve.
Ekîbên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) û li gel bi sedan leşker avêtin ser mezraya Newala Îsa Axa ya bi ser gundê Dîrseklî ya navçeya Cizîra Şirnexê. Leşkeran mezrayê dorpêç kir û ekîbên DEDAŞ’ê hewl didin saetên ceyranê derxin ser dîrekan. Di navbera şêniyên gund û ekîbên DEDAŞ’ê-leşkeran de rageşî berdewam dike.
Di meha tîrmeha îsal de jî ekîbên DEDAŞ’ê li gel keşkeran avêtibûn ser gund û 20 kesan kiribûn binçavan. Di aloziya navbera gundiyan û ekîbên DEDAŞ’ê ku derketibû 6 kes birîndar bûbûn.