DEDAŞ’ê û leşkeran bi ser gund de girtin 2022-09-13 09:38:29   ŞIRNEX - Ekîbên DEDAŞ’ê û bi sedan leşker avêtin ser mezraya Newala Îsa Axa ya bi ser navçeya Cizîrê ve.    Ekîbên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) û li gel bi sedan leşker avêtin ser mezraya Newala Îsa Axa ya bi ser gundê Dîrseklî ya navçeya Cizîra Şirnexê. Leşkeran mezrayê dorpêç kir û ekîbên DEDAŞ’ê hewl didin saetên ceyranê derxin ser dîrekan. Di navbera şêniyên gund û ekîbên DEDAŞ’ê-leşkeran de rageşî berdewam dike.    Di meha tîrmeha îsal de jî ekîbên DEDAŞ’ê li gel keşkeran avêtibûn ser gund û 20 kesan kiribûn binçavan. Di aloziya navbera gundiyan û ekîbên DEDAŞ’ê ku derketibû 6 kes birîndar bûbûn.