HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist

  • rojane
  • 09:13 10 Îlon 2022
  • |
img

ENQERE - HDP, ji bo pêkanîna biryarên kongreyê dest bi xebatên atolyayan kir. Endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê Bedriye Yorgûn anî ziman ku wan ji bo xurtkirin feraseta rêvebiriyên xwecihî xebateke li ser asasê hilberandina çareseriyê kiriye. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo pêkanîna 13 biryarên ku di Kongreya Mezin a 5'an de hatibûn girtin di 7'ê Îlonê de tevî rêvebirên partiyê yên Enqere, Konya û Eskîşehîrê û navçeyên wan li Navenda Giştî atolye li dar xistin. 
 
Di atolyeyan de mijarên bi sernavê "Tifaqa Demokratîk", "Avakirina Komara Demokratîk", "Li Dijî Polîtîkayên Şer û Tecrîdê Aştî û Çareserî", "Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan û Girtiyên nexweş", "Jiyana Aborî ya Demokratîk û Ehlê Gel", "Têkoşîna li Dijî Sûcên li Dijî Xwezayê”, “Tov Şîn Dibin”, “Rêvebiriyên Herêmî yên Demokratîk”, “Meclîsên Ciwanan”, “Polîtîkayên Astengdaran”, “Biratiya Gelan”, “Bi Zarokan re ber bi Pêşerojeke Azad” û “Ji bo Kesên Teqawidbûyî Jiyaneke Mirovî û Birûmet" hatin nîqaşkirin. 
 
Endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê Bedriye Yorgûn ku tevî Koordînasyona Jinan û endama Meclisa Partiyê Nilgûn Salmaner xebatên atolyeyê koordîne kir, xebatên hatine kirin û encamên wan wan nirxandin.
 
Yorgûn destnîşan kir ku polîtîkaya sereke ya HDP'ê feraseta rêvebiriya xwecihî û liv û tevgera bi hêzên xwecihî re ye û got, bi xebatên xwe armanc kirine ku bê li herêmê polîtîkayeke çawa tê kirin û kêmasiyên xwe yên di warê çareserkirina pirsgirêkan de bibînin. 
 
‘MEKANÎZMAYEKE RÊXISTINKIRÎ'
 
Yorgûn bilêv kir ku feraseta siyasetê û mekanîzmayên hilberandina polîtîkayê ya HDP'ê ji ya partiyên di nava sîstemê de cudatir e û got: "Ferqa me ew e ku em siyasetê bi dînamîkên xwecihî re dikin. Tevî jinan û rêxistinên civaka sivîl em ji kolanan dest pê dikin û vê yekê berbiçav dikin. Me dît ku ev di pratîkê de ne wiha ye û feraseteke ku hinekî bendewarê navendê heye. Paradîgmaya we û xeta we ya siyasî ya îdeolojîk çi qas bihêz dibe bila bibe, lê ji bo ev bê birêxistinkirin û pratîka wê çêbibe an jî siyaset bê civakîkirin, pêdivî bi mekanîzmayeke rêxistinbûyînê ya li ser esasê polîtîkbûyîna civakê heye. Me dît ku ev xeta me ya siyasî û argumanên bîrdozî yên ku ev qasî xurt û her derdorê dihewînin baş nehatine fêmkirin." 
 
Yorgûn destnîşan kir ku ji bo ku paradîgmaya HDP'ê hîn bêtir bibe parçeyeke civakê, pêdivî bi rêxistinbûyîneke hîn bêtir heye û got: "Me di atolyeyan de kêmasiyên xwe yên bi vî rengî dîtin." 
 
Yorgûn bilêv kir ku kesên xebat bi rê ve birine bi xwe kêmasiyên di warê çareserkirina pirsgirêkan de û avakirina mekanîzmayên demokratîk de dîtine û got: "Gotin, rol û rista xwe baş nelîstine. Wan bi xwe rê û rêbazeke ku dê di warê rol û berprisiyariyê de bigirin nîqaş kirin. Perspektîfeke çareseriyê danîn holê ku dê pirsgirêkan çawa di demeke kurt, demeke navîn û demeke dirêj de çareser bikin." 
 
TECRÎD Û BANDORÊN WÊ
 
Yorgûn bibîr xist ku partiya wan tecrîdê wekî sûcê li dijî mirovahiyê dibîne û wiha axivî: “Di warê jiholêrakirina tecrîdê de polîtîkayên berbiçav hildiberîne û gavan diavêje. Di nîqaşên li atolyeyên me de hat dîtin ku feraseta ku tecrîd tenê li Îmraliyê tê pêkanîn ne rast e, ji lew re ew der laboratûwar e û bêdengiya li hemberî tecrîda li wir kiriye ku tecrîd li tevahiya civakê belav bibe û her wiha astengiya herî mezin a li ber demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Li vir jî zelal bû ku tecrîd, pêkanîna feraseteke qedexeker e ku sîrayetî hemû qadên civakê kiriye." 
 
‘EM Ê XEBATÊ BERFIREHTIR BIKIN'
 
Yorgûn destnîşan kir ku atolye coş û motîvasyonek afirandiye û got, wan ji bo xurtkirin feraseta rêvebiriyên xwecihî xebateke li ser asasê hilberandina çareseriyê kiriye. 
 
Yorgûn di dawiya axaftina xwe de got: "Me mijarên ku di bername û tuzuka partiya me de yên derbarê tespîtkirina pirsgirêkan de danîn holê ku di demeke kurt, navîn û dirêj de ji bo wan bernameyek bê çêkirin û refleksan hinekî din bên xurttirkirin û ne bi helwesteke rojane, bi helwesteke stratejîk nêzî bûyeran bibin. Me nîqaş kir ku divê rêya sêyemîn li herêmê çawa bê meşandin û çawa bê pêkanîn. Armanca me, em vê xebatê berbelavtir bikin. Em ê li her bajarî, li gor xisûsiyeta her bajarî vê xebatê bikin." 
 
MA / Bêrîvan Altan
 
 

Sernavên din

11/09/2022
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in