HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist 2022-09-10 09:13:55 ENQERE - HDP, ji bo pêkanîna biryarên kongreyê dest bi xebatên atolyayan kir. Endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê Bedriye Yorgûn anî ziman ku wan ji bo xurtkirin feraseta rêvebiriyên xwecihî xebateke li ser asasê hilberandina çareseriyê kiriye.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo pêkanîna 13 biryarên ku di Kongreya Mezin a 5'an de hatibûn girtin di 7'ê Îlonê de tevî rêvebirên partiyê yên Enqere, Konya û Eskîşehîrê û navçeyên wan li Navenda Giştî atolye li dar xistin.    Di atolyeyan de mijarên bi sernavê "Tifaqa Demokratîk", "Avakirina Komara Demokratîk", "Li Dijî Polîtîkayên Şer û Tecrîdê Aştî û Çareserî", "Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan û Girtiyên nexweş", "Jiyana Aborî ya Demokratîk û Ehlê Gel", "Têkoşîna li Dijî Sûcên li Dijî Xwezayê”, “Tov Şîn Dibin”, “Rêvebiriyên Herêmî yên Demokratîk”, “Meclîsên Ciwanan”, “Polîtîkayên Astengdaran”, “Biratiya Gelan”, “Bi Zarokan re ber bi Pêşerojeke Azad” û “Ji bo Kesên Teqawidbûyî Jiyaneke Mirovî û Birûmet" hatin nîqaşkirin.    Endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê Bedriye Yorgûn ku tevî Koordînasyona Jinan û endama Meclisa Partiyê Nilgûn Salmaner xebatên atolyeyê koordîne kir, xebatên hatine kirin û encamên wan wan nirxandin.   Yorgûn destnîşan kir ku polîtîkaya sereke ya HDP'ê feraseta rêvebiriya xwecihî û liv û tevgera bi hêzên xwecihî re ye û got, bi xebatên xwe armanc kirine ku bê li herêmê polîtîkayeke çawa tê kirin û kêmasiyên xwe yên di warê çareserkirina pirsgirêkan de bibînin.    ‘MEKANÎZMAYEKE RÊXISTINKIRÎ'   Yorgûn bilêv kir ku feraseta siyasetê û mekanîzmayên hilberandina polîtîkayê ya HDP'ê ji ya partiyên di nava sîstemê de cudatir e û got: "Ferqa me ew e ku em siyasetê bi dînamîkên xwecihî re dikin. Tevî jinan û rêxistinên civaka sivîl em ji kolanan dest pê dikin û vê yekê berbiçav dikin. Me dît ku ev di pratîkê de ne wiha ye û feraseteke ku hinekî bendewarê navendê heye. Paradîgmaya we û xeta we ya siyasî ya îdeolojîk çi qas bihêz dibe bila bibe, lê ji bo ev bê birêxistinkirin û pratîka wê çêbibe an jî siyaset bê civakîkirin, pêdivî bi mekanîzmayeke rêxistinbûyînê ya li ser esasê polîtîkbûyîna civakê heye. Me dît ku ev xeta me ya siyasî û argumanên bîrdozî yên ku ev qasî xurt û her derdorê dihewînin baş nehatine fêmkirin."    Yorgûn destnîşan kir ku ji bo ku paradîgmaya HDP'ê hîn bêtir bibe parçeyeke civakê, pêdivî bi rêxistinbûyîneke hîn bêtir heye û got: "Me di atolyeyan de kêmasiyên xwe yên bi vî rengî dîtin."    Yorgûn bilêv kir ku kesên xebat bi rê ve birine bi xwe kêmasiyên di warê çareserkirina pirsgirêkan de û avakirina mekanîzmayên demokratîk de dîtine û got: "Gotin, rol û rista xwe baş nelîstine. Wan bi xwe rê û rêbazeke ku dê di warê rol û berprisiyariyê de bigirin nîqaş kirin. Perspektîfeke çareseriyê danîn holê ku dê pirsgirêkan çawa di demeke kurt, demeke navîn û demeke dirêj de çareser bikin."    TECRÎD Û BANDORÊN WÊ   Yorgûn bibîr xist ku partiya wan tecrîdê wekî sûcê li dijî mirovahiyê dibîne û wiha axivî: “Di warê jiholêrakirina tecrîdê de polîtîkayên berbiçav hildiberîne û gavan diavêje. Di nîqaşên li atolyeyên me de hat dîtin ku feraseta ku tecrîd tenê li Îmraliyê tê pêkanîn ne rast e, ji lew re ew der laboratûwar e û bêdengiya li hemberî tecrîda li wir kiriye ku tecrîd li tevahiya civakê belav bibe û her wiha astengiya herî mezin a li ber demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Li vir jî zelal bû ku tecrîd, pêkanîna feraseteke qedexeker e ku sîrayetî hemû qadên civakê kiriye."    ‘EM Ê XEBATÊ BERFIREHTIR BIKIN'   Yorgûn destnîşan kir ku atolye coş û motîvasyonek afirandiye û got, wan ji bo xurtkirin feraseta rêvebiriyên xwecihî xebateke li ser asasê hilberandina çareseriyê kiriye.    Yorgûn di dawiya axaftina xwe de got: "Me mijarên ku di bername û tuzuka partiya me de yên derbarê tespîtkirina pirsgirêkan de danîn holê ku di demeke kurt, navîn û dirêj de ji bo wan bernameyek bê çêkirin û refleksan hinekî din bên xurttirkirin û ne bi helwesteke rojane, bi helwesteke stratejîk nêzî bûyeran bibin. Me nîqaş kir ku divê rêya sêyemîn li herêmê çawa bê meşandin û çawa bê pêkanîn. Armanca me, em vê xebatê berbelavtir bikin. Em ê li her bajarî, li gor xisûsiyeta her bajarî vê xebatê bikin."    MA / Bêrîvan Altan