DBP’ê, HDP’ê û PÎA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin

  • rojane
  • 15:15 21 Kanûn 2021
  • |
img
RIHA - Şandeya ji nûnerên HDP’ê, DBP’ê û PÎA’yê pêk dihat, serdana malbata Şenyaşar a di roja 288’emîn de têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, kirin. 
 
Serdanên çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê didomîne, berdewam dikin. Şandeya ku ji Hevşeradarê Erxeniyê ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Ahmet Kaya nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Erxenî û Çêrmûgê pêk dihat li qada ku weke “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê zanîn serdana malbatê kirin. 
 
‘MA EDALET EV E?’
 
Ferît Şenyaşar, têkildarî komkujiyê û têkoşîna edaletê ya bi rêve dibin de şande agahdar kir. Dayika Emîne Şenyaşar jî diyar kir ku nêzî saleke li pêş avahiya edaletê di nobetê de ne û wiha got: “Em li dijî hemû astengiyan jî li vir rûdinin. Min vedixwînin îfadeyan. Kujer jî dest û lingên xwe dihejînin û digerin. Zarokên min kê kuştin? Çima kurê min bernadin? Ma edalet ev e?”
 
Hevserokê HDP’ê yê Erxeniyê Zulkuf Bîrgul, diyar kir ku daxwaza edaletê ya malbatê daxwaza hemû civakê ye û wiha got: “Em bi hemû hêza xwe bi çalakiya malbatê ya mafdar re ne. Wezîrê Dadê beriya mehekê di axaftineke xwe de gotibû ‘bila edalet pêk were bixwaze bila qiyamet rabe’. Em dixwazin wezîr vê gotina xwe pêk bîne. Divê piştgiriya têkoşîna malbatê bê kirin.”
 
‘DIVÊ HERKES XWEDÎ LI MALBATÊ DERKEVE’
 
Hevserokê DBP’ê yê Erxeniyê Zulkuf Ûçar jî xwest ku demildest daxwaza malbatê ya edaletê pêk were û wiha axivî: “Daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar daxwaza herkesê ku dibêje ez mirov im e. Cihê ku hiqûq lê biqede mirovahî jî diqede. Li cihê ku hiqûq pêk neyê aramî jî nabe.”
 
Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya jî destnîşan kir ku têkoşîna edaletê ya malbatê ji bo herkesê ku daxwaza edaletê dike mînak e û wiha got: “Divê ji ber vê yekê herkes li malbatê xwedî derkeve. Em îro ji bo ku edaletê li ser piya bihêlin li vê derê ne. Armanceke me ya din nîne. Divê komkujî bi her awayî ve derkeve holê.” 
 
‘HÊZA BERXWEDANÊ DIDE ME’
 
Hevserokê HDP’a Çêrmûgê Berat Can jî bal kişand ser astengiyên ser Nobeta Edaletê û wiha got: “Em piştgiriya çalakiya malbatê ya mafdar û rewa dikin.”
 
Ferît Şenyaşar jî spasiyên xwe pêşkeşî şandeyê kirin û wiha axivî: “Tevî rewşa nebaş a hewayê jî serdana me kirin. Ev hêza berxwedanê dide me. Dema ev pergal hat guhertin, wê kesên dixwazin ser dosyayê bigirin hesabê bidin. Herkes li dozê xwedî derdikeve. Em dixwazin demildest edalet pêk were.”
 
Şandeyê demekê bi malbatê re nöbet girt û ji qadê veqetiya. 
 

Sernavên din

22/12/2021
09:11 Komira Şirnexê çû heya Trabzonê jî!
09:11 Parêzerê Dînç: Soylû jiyana muwekîlê min xist talûkeyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2021'AN
21/12/2021
21:57 Tepelî ya ku di Girtîgeha Kandirayê de: Min bi çavê xwe dît ku Garîbeyê kuştin
16:47 Dadgehê di biryara xwe de israr kir: Li Altûnê 10 sal ceza hat birîn
16:43 Doza Kobanê taloqî 23’yê kanûnê hat kirin
16:33 Dayika girtî: Li dijî vê zilmê serî rakin
15:59 Girtiyê nexweş Ozkan bi hêceta ‘Doza Licê’ nehat berdan
15:58 Nobeda Edaletê: Em gotina ‘girtî întîhar kiriye’ qebûl nakin
15:34 Sancar: Em ê ji bo yekîtiyê serdana partiyên muxalefetê bikin
15:15 DBP’ê, HDP’ê û PÎA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:15 Doza Kobanê: Devaluasyon wê vê îqtidarê têk bibe
14:01 Tedbîra kontrola edlî ya rojnamevan Demîr nehat rakirin
13:33 22 rojnamevan hatin beraetkirin
13:28 Testa koronayê ya girtiyê nexweş Ozkan cara duyemîn pozîtîf derket
13:26 Talîbanê nîvê saziyên çapameniyê girt
13:01 Deriyê mizgeftê li cenazeyê Erkmen hat girtin!
13:00 Parêzeran serlêdana Îmraliyê kir
12:32 Cara 11'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:02 68 saziyên jinan bang kir: Girtiya nexweş Aysel Tugluk berdin
11:47 Rojnamegerê Girtî: 400 kes bi heman makîneyê tiraş dibin
11:28 ‘Çakûçê nijadperestiyê’ li serê kurdan dixin!
11:16 Bavê pitika wî di sermayê de miribû: DEDAŞ'ê ez vexwendim çayê
10:50 Cenazeyên Orak û Kaya hatin veşartin
10:32 Seferî Yilmaz: Biryara beraetê bernîşana neyartiyê ye
10:06 Cenazeyê Vedat Erkmen di bin dorpêçê de hat veşartin
09:50 Wê şahidiniya xwe ya Zîndana Amedê bike pirtûk
09:37 Cotkar û esnaf tev de ji ber maliyetan bi gilî û gazinc in
09:19 Serdana Nobeda Edaletê kirin: Dê ev agir me hemûyan bişewitîne
09:09 Hevseroka MA-TUHAYDER'ê: Divê her kes li ber binpêkirinên li girtîgehan rabe
09:09 Ji Hevserokên HDP'ê yên Egeyê banga 'tecrîdê rakin'
09:09 Nobeda Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:09 Weşanxaneya Na ‘Antolojiya Êşên Jinan’ çap kir
09:09 Qeredaxî: Wê her tim bêhna jehrê ji av û axa Kurdistanê were
09:09 Dayika 55 salî ji bo azadî û aştiyê têdikoşe
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2021'AN
20/12/2021
20:40 DÎSK Basin Îş: Em dengê xwe bilind bikin
20:06 Di 77'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
17:12 Li Girtîgeha Tekîrdagê îşkence!
16:52 Parêzerên Garîbe Gezer îtîrazî biryara veşarî ya li ser lêpirsînê kirin
16:38 Li Amedê kesekî bi ser qereqola polîsan de girt
16:28 Cenazeyê Erkmen ê hat revandin li Sakaryayê radestî malbatê hat kirin
15:56 Dayikên Aştiyê li Mêrdînê meşiyan: Êdî Bes e
15:56 Nobeta Edaletê: Divê em bibin dengê girtiyan
14:43 ÎHD: Bila faîlên Komkujiya 19'ê Kanûnê bên darizandin
14:05 Sarikaya ji wezîfeya xwe îstîfa kir
14:05 Di nav mehekê de 7 cenaze ji girtîgehan derketin
13:53 Ahmet Turk: Min 12’ê Îlonê dît, heman neheqî berdewam dikin
13:17 Agahî ji cenazeyê Erkmen nayê girtin
13:13 Di Doza Şemzînanê de ‘zarokên baş’ beraet kirin
13:01 HDP'ê gel vexwend mitînga xwe ya Pirsûsê
12:56 Daxwaza vedana kon a Malbata Şenyaşar hat redkirin
11:33 Wêneyên bi kincên herêmî bûn sedema girtinê
11:25 Kekê Erkmen: Dewletê birayê min înfaz kir
11:20 Rêveberê TTB'ê Bayram: Dozên kiryarên nediyar û parastina mafê mirovan deynê stûyê me ye
10:53 Vê organîsyona îhaleyê 'bike wê Savci bike'!
10:09 Polîsan cenazeyê Erkmen revandin
09:52 Bêyî ku li benda parêzeran bisekinin otopsiya Erkmen kirin
09:26 Li Girtîgeha Tekîrdagê girtiyek jiyana xwe ji dest da
09:25 PDK 113 roj in cenazeyan nade
09:01 Niha jî bi şala xwe têkoşîna edaletê dide
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2021'AN
19/12/2021
21:43 Li Turkozuyê êrişek nijadperest: Kurdên heram, dê ev der bibe gora we
17:53 Nobeta Edaletê: Tecrîd civakê hedef digire
17:32 Li Hewlerê bîlançoya lehiyê giran dibe: 12 kesan jiyana xwe ji dest da
17:11 Li Rihayê banga kongreya ciwanan: Niha dema ciwanan e
16:50 Fîlmê "Dema Dirîreşkan" ji Festîvala Filman a Silêmaniyê hat vekişand
16:21 Zarok TV’yê frekansa xwe guhert
16:04 PDK'ê Deriyê Sînor ê El Welîd jî girt
15:57 'Divê dewleta Tirk hesabê Komkujiya Mereşê bide!'
15:42 Wê li Rihayê mitînga "Niha Dema Edaletê" ye bê lidarxistin
15:34 Wê Platforma Zimanê Kurdî li Rihayê nûnertî vebike
15:24 Bîranîna Dayika Taybet: Dayika hemû Kurdistanê ye
15:05 Qurbaniyên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bîr anîn
14:40 Pirtûka ku nivîsa wî jî tê de ye nedan girtî
14:27 Li Amedê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:20 Îranê girtiyê kurd Kûrbanî darve kir
14:11 Bangî Wezareta Edaletê kirin: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
14:07 Li Edenê hevdîtina ciwanan: Em tên guhertinê
13:03 29 xwendekar ji xurekên qantîna dibistanê şehrî bûn
12:47 Malbata Şenyaşar: Wê gel vê zilmê ji bîr neke
12:42 Agahî ji aktîvîsta ku li Îranê hat binçavkirin nayê girtin
11:55 Wezîrê Brexîtê Frost îstîfa kir
11:33 Ji bo derxistina ji lîsteya 'terorê' li Ekvadorê îmzeyan kom dikin
10:55 4 kesên ku bi gefê fihûşê ferz dikirin hatin binçavkirin
10:32 Kaya: Berxwendana Îmraliyê tecrîdê vala derxist
10:01 Nahît Eren: ATK li gorî hewaya siyasî tevdigere
09:15 Doza Çapemeniyê ya KCK'ê: Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne
09:04 Li Sûrê dengê awaz û stranên pirzimanî olan dan
09:03 Aydogan: Dê deriyên Îmraliyê bi berxwedan û têkoşînê vebe
09:02 Temenekî mişt têkoşîn û hêvî: Ramazan Kalkan
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê
18/12/2021
17:09 Bi hezaran kedkar li Gundogdûyê qîr kirin: Diçin û wê biçin
16:58 Her du jinên ku hatibûn kuştin, hatin veşartin
16:51 Malbatên Nobeta Edaletê digirin: Bila Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe
16:20 Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”
16:14 Sedema mirina mehkûmê edlî nehat eşkerekirin
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn