DBP’ê, HDP’ê û PÎA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin 2021-12-21 15:15:49   RIHA - Şandeya ji nûnerên HDP’ê, DBP’ê û PÎA’yê pêk dihat, serdana malbata Şenyaşar a di roja 288’emîn de têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, kirin.    Serdanên çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê didomîne, berdewam dikin. Şandeya ku ji Hevşeradarê Erxeniyê ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Ahmet Kaya nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Erxenî û Çêrmûgê pêk dihat li qada ku weke “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê zanîn serdana malbatê kirin.    ‘MA EDALET EV E?’   Ferît Şenyaşar, têkildarî komkujiyê û têkoşîna edaletê ya bi rêve dibin de şande agahdar kir. Dayika Emîne Şenyaşar jî diyar kir ku nêzî saleke li pêş avahiya edaletê di nobetê de ne û wiha got: “Em li dijî hemû astengiyan jî li vir rûdinin. Min vedixwînin îfadeyan. Kujer jî dest û lingên xwe dihejînin û digerin. Zarokên min kê kuştin? Çima kurê min bernadin? Ma edalet ev e?”   Hevserokê HDP’ê yê Erxeniyê Zulkuf Bîrgul, diyar kir ku daxwaza edaletê ya malbatê daxwaza hemû civakê ye û wiha got: “Em bi hemû hêza xwe bi çalakiya malbatê ya mafdar re ne. Wezîrê Dadê beriya mehekê di axaftineke xwe de gotibû ‘bila edalet pêk were bixwaze bila qiyamet rabe’. Em dixwazin wezîr vê gotina xwe pêk bîne. Divê piştgiriya têkoşîna malbatê bê kirin.”   ‘DIVÊ HERKES XWEDÎ LI MALBATÊ DERKEVE’   Hevserokê DBP’ê yê Erxeniyê Zulkuf Ûçar jî xwest ku demildest daxwaza malbatê ya edaletê pêk were û wiha axivî: “Daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar daxwaza herkesê ku dibêje ez mirov im e. Cihê ku hiqûq lê biqede mirovahî jî diqede. Li cihê ku hiqûq pêk neyê aramî jî nabe.”   Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya jî destnîşan kir ku têkoşîna edaletê ya malbatê ji bo herkesê ku daxwaza edaletê dike mînak e û wiha got: “Divê ji ber vê yekê herkes li malbatê xwedî derkeve. Em îro ji bo ku edaletê li ser piya bihêlin li vê derê ne. Armanceke me ya din nîne. Divê komkujî bi her awayî ve derkeve holê.”    ‘HÊZA BERXWEDANÊ DIDE ME’   Hevserokê HDP’a Çêrmûgê Berat Can jî bal kişand ser astengiyên ser Nobeta Edaletê û wiha got: “Em piştgiriya çalakiya malbatê ya mafdar û rewa dikin.”   Ferît Şenyaşar jî spasiyên xwe pêşkeşî şandeyê kirin û wiha axivî: “Tevî rewşa nebaş a hewayê jî serdana me kirin. Ev hêza berxwedanê dide me. Dema ev pergal hat guhertin, wê kesên dixwazin ser dosyayê bigirin hesabê bidin. Herkes li dozê xwedî derdikeve. Em dixwazin demildest edalet pêk were.”   Şandeyê demekê bi malbatê re nöbet girt û ji qadê veqetiya.