Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin

  • rojane
  • 10:10 6 Cotmeh 2024
  • |
img

ÎZMÎR - Biryara hepsa malê ya der barê rojnamevan Delal Akyuz, Tolga Guney û Melîke Aydinê de 8 meh in nayê rakirin. Parêzerên dosyeyê diyar kirin ku lêpirsîn bi derengî tê xistin. 

Li Îzmîrê di 13’ê Sibatê de di serdegirtina malan de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Tûran, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nûçegihanê Gazete Duvar’ê Cîhan Başakçioglû û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Fûnda Akbûlût hat binçavkirin. Piştî 4 rojên di binçavan de der barê rojnameger Semra Tûran û Cîhan Başakçioglû de biryara ku heftê du rojan îmzeyê bidin û der barê Delal Akyuz, Tolga Guney, Melîke Aydin û Fatma Fûnda Akbûlût de jî di hepsa malê hat dayîn.
 
Piştî nêzî 8 mehan di ser binçavkirinê re derbas bû, der barê nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn û ji bo xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê Fûnda Akbûlûtê jî îdianame hat amadekirin. Îdîaname ji Dadgeha Cezayê Giran a 18'an Îzmîrê re hat şandin û niha di asta lêkolînkirinê de ye. Ger dosye bê qebûlkirin wê ji bo danişînê rojek bê diyarkirin. Lê belê tevî ku dem derbas bûye jî der barê rojnameger Akyuz, Guney û Aydin ên di çarçoveya heman lêpirsînê de bi hepsa malê hatin girtin û Turan a ku cezayê kontrola edlî lê hatiye birîn de tu biryar nehatiye dayîn. 
 
Parêzerên dosyeyê û rojnamevan Tolga Guney ku bi mehan e di hepsa malê de ye, der barê mijarê de axivîn. 
 
LÊPIRSÎN BI DERENGÎ TÊ XISTIN
 
Parêzer Onûrcan Aykût diyar kir ku lêkolîna li ser malzemeyên dijîtal ên di operasyonê de hatine desteserkirin, wekî hinceta dirêjkirina lêpirsînê hatiye nîşandan. Aykut bal kişand ser vê yekê ku ev pêvajoyeke neqanûnî ye ku hem lêpirsînê dirêj dike û hem jî di Destûra Bingehîn de bi zelalî hatiye diyarkirin ku amûrên pîşeyî yên rojnamevanan nayên desteserkirin. Aykût got: "Eger wisa difkirin ku wê delîlan bi dest bixin, divê dîmenên wan li cihê ku lê bûn bihatana kişandin û lêpirsîn bi vî rengî bihata domandin. Lê belê wekî her lêkolînên ku ji aliyê Şaxa TEM'ê ve tên kirin, em dibînin ku Li dijî mafên Destûra Bingehîn û rêgezên giştî yên CMK'ê lêpirsîn tê kirin."
 
Aykût ku got "Mirov dikare beje ku hepsa malê jî teqbulî cezakirinê tê" û wiha dewam kir: "Ji ber ku ger muwekîl girtî bûna, diviyabû di demeke kin de îdianame bihata amadekirin. Bi vî rengî bi tedbîra kontrola edlî re wekî li gorî qanûnê ye nîşan didin û lêpirsîn bi awayekî keyfî tê dirêjkirin. Desteserkirina van amûran bi tena serê xwe dike ku rojnamevan nikaribin karê xwe bikin û bi hepsa malê ya demdirêj re jî dixwazin xebatên wan ên pîşeyî krîmînalîze bikin. Armanca sereke ya vê helwestê ew e ku rojnamevan nikaribin karê xwe bikin. Demildest divê biryarek bê dayîn." 
 
MAFÊ NÛÇEWERGIRTINÊ TÊ ASTENGKIRIN
 
Parêzer Selahattîn Tîmûr jî da xuyakirin ku her çendî gelek caran li dijî biryara hepsa malê îtîraz kiribin jî, darazê biryareke rewa ya ji bo azadiya çapemeniyê nedaye. Tîmûr da zanîn ku ji xeynî xebatên rojnamevaniyê di çarçoveya lêpirsînê de tu çalakî û xebateke din tüne ye û got: "Haya hemû raya giştî ji zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad ên li Tirkiyeyê heye. Hepsa malê ji bo muwekîlan rastî cezayên nedîyar hatiye. Ev pêvajo bûye sedem ku xebatên çapemeniyê yên muwekîlên me bên astengkirin û pêşî li nûçewergirtineke bêalî hatiye girtin." 
 
Tîmur destnîşan kir ku ev rewş li dijî azadiya çapemeniyê û nirxên bingehîn ên demokrasiyê êrişeke giran e. 
 
'EM Ê DEST JI PÊNÛSA XWE BERNEDIN'
 
Ji rojnamevanên ku di hepsa malê de tên girtin Tolga Guney jî diyar kir ku nûçeyên di dema binçavkirinê de çêkirine û hevdîtinên telefonên yên pîşeyî ku di çaçroveya pîşeyî de hatine kirin wekî delîlên sûc tên dîtin. Guney diyar kir ku ev krîmînalîzekirina pîşeya rojnamevaniyê ye û got: "Bi dehan hevpîşeyên min di girtîgehan de ne û der barê bi sedan jî doz hatine vekirin. Lê tişta hatiye serê me wekî pêkanîneke rûtîn a desthilatê tê dîtin. Dixwazin yên li derveyî çapemeniya monopol û alîgir marjînalîze bikin. Lê belê Çapemeniya Azad 30 sal in pozisyona xwe ya li dijî tarîtiyê robahî parast û wê ji niha û pê ve jî biparêze. Em bi mehan e di nava nediyariyekê de , lê dîsa jî em nûçeyên xwe dinivîsin. Em ê ji niha û pê ve jî dest ji pênaûsa xwe bernedin." 
 

Sernavên din

13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’
14:19 Bi awayekî girseyî serdana girtiyê 31 salan kirin