Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz

  • rojane
  • 11:09 6 Cotmeh 2024
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan Ferda Çetîn û Gunay Arslan qala Gurbetellî Ersoz kirin. Ferda Çetîn got: “Gurbetellî stêrka çapemeniya kurd e. Ji bo çapemeniya kurd nasnameyek.”

Di ser mirina Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gûrbetellî Ersoz re 27 sal derbas bûn. Ersoz ku di dîroka çapemeniya azad de, di warê rojnamevaniya jinan de xwedî rol û rosteke girîng bû, li dijî zimanê çapemeniya nêrza, bû yek ji pêşengên rojnamevaniya li ser esasên jinê. Ersoz ku di saka 1965'an de li navçeya Palo ya Xarpêtê hat dinê, li Zanîngeha Çûkûrovayê li Fakulteya Kîmyayê wekî lêkolînerekê xebitî. Ersoz ku di sala 1989'an de ji ber fikrên xwe yên siyasî hat girtin û bi îşkenceyeke giran re rû bi rû dimîne. Di sala 1993'yan de ji girtîgehê derket û di Rojnameya Ozgur Gundemê de wekî Gerînendeya Weşana Giştî xebitî. Gava ji ber kar û barên rojnamevaniyê ceza lê hat birîn, di sala 1995'an de berê xwe da çiyê. Ersoz di 7'ê cotmeha 1997'an de li başûrê Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Bi boneya vê rojê ji sala 2014’an ve 7’ê cotmehê wek Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd tê pîrozkirin. 
 
Rojnamevan Ferda Çetîn û Gunay Aslan ên wê demê bi Ersoz re xebitîbûn behsa hevala xwe kirin. 
 
Ferda Çetîn diyar kir ku di sala 1990'î de li Girtîgeha Meletiyê cara ewil Gurbetellî Ersoz nas kiriye û di doza ku lê dihat darizandin de parêzeriya wî kiriye û wiha got: "Dema ez diçûm serdana wê me demdirêj sohbet dikir. Piştî ku Gurbetellî ji girtîgehê derket, di sala 1993’yan de em bi hev re di rojnameya Ozgur Gundemê de xebitîn. Gurbetellî gerînendeya weşana rojnameyê bû û ez jî alîkarê bûm. Odeya me ya xebatê heman ode bû. Serdema em dixebitîn li Kurdistanê şer giran bû, şewitandina gundan û kuştinên kiryar nediyar her roj pêk dihatin. Li dijî rojnamevanên kurd êrişên sîstematîk pêk dihatin. Gele hevalên me hatin girtin. Her sibeh di civîna rojevên me de rojeva êrişên li ser nûçegihan û belavkarên rojnameyê hebû.” 
 
 
‘MIN WÊ BI HEQÎQETÊ NAS KIR’ 
 
Çetîn anî ziman ku şert û mercên zehmet ên jiyanê dihêle ku mirov mirova baştir hev nas bikin û ji hev fêm bike û ev pêvajo wiha nirxand: “Ji ber vê yekê pêvajoya Ozgur Gundemê ji min re fersend afirand ku ez Gurbet û gelek hevalan bi rastiyên wan nas bikim. Di 10'ê Kanûna 1993'yan de piştî çapkirina rojnameyê em bi hemû xebatkaran re hatin binçavkirin û di doza ku hatibû vekirin de bi hev re hatin darizandin. Tevî êriş û qetlîaman jî kurdan rojname derdixist û rojeva xwe diyar dikirin. Dewlet êdî tehemûla vê 'îsyanê' nekir. Bi fermana nivîskî ya Serokwezîra Komara Tirkiyeyê Tansû Çîller, rojname di 3'ê Kanûna 1994'an de li navenda Stenbolê hat bombekirin û teqandin."
 
‘MIROV LI CEM WÊ XWE BI EWLE DIDÎT’ 
 
Çetîn da zanîn ku Gurbetellî piştî çû Başûr jî bi hev re diaxivîn û roja ku wê jiyana xwe ji dest bide roja 7’ê cotmehê sohbetek demdirêj bi hev re kirine û ew di nav kemîna ku PDK’ê de danî ji aliyê tanka leşkerên tirk ve hat qetilkirin. Çetîn anî ziman ku Gurbetellî ji her kesî hez dikir û dilê kesekî nedişakand û dema yek li cem wê buya her tim xwe di ewlehiyê û aramiyê de didît. 
 
‘NASNAMEYA ÇAPEMENIYA KURD E’ 
 
Çetîn bal kişand ser keda Gurbetelli ya di televizyon, ajans û rojnameyên kurdan de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gurbetellî Ersoz stêrka çapemeniya kurd bû. Ji bo çapemeniya Kurd nasname ye. Gurbetellî vî karî bi serkeftî pêk anî. Ji Ozgur Gundemê heta îro rojnamegeriya jinên kurd bi pêş dikeve û geş dibe. Rojnameger, edîtor, nivîskar, derhêner, kameramanên jin ên Kurd her ku diçe zêde dibin û xebatên serkeftî dikin.
 
TÊN GIRTIN PAŞÊ LI ŞAMÊ HEV DIBÎNIN 
 
Rojnamevan Gunay Aslan jî anî ziman ku di sala 1993'yan de cara ewil Gurbetellî di rojnameyê de nas kiriye û got: "Wê rojê me bi rojeva giştî ya Tirkiye û Kurdistanê re behsa rojnamegeriyê kir. Çend meh piştî hevdîtina me ya yekem bi Gurbet re ez hatim girtin û ketim girtîgehê. Piştî li dijî rojnameyê operasyon hat kirin û ew jî hatin girtin. Ev duyemîn girtina wê bû. Paşê ez di destpêka sala 1995’an de ji girtîgehê derketim û di Adara 1995’an de çûm Şamê. Dema ku ez çûm Şamê, me li wir hev dît, ew jî ji girtîgehê derketibû."
 
‘XWEDÎ HIŞMENDIYA NETEWEYÎ BÛ’ 
 
Aslan anî ziman ku bi qasî hefteyekê li Şamê bi hev re man û wiha got: “Li wir me firsend dît ku li wir bi awayekî berfireh sohbet bikin. Di wê dema kurt de me bi hev re li ser xebatên rojnamegeriyê, meylên siyasî û pêvajoyên wê çaxê axaftinan kir. Gurbet piştre çû qadên gerîla. Ji ber vê yekê ez vegeriyam Ewropayê. Min di nava wê dema zehmet de jî carna agahiyan jê werdigirt. Gurbetellî xwedî hişmendî û hesasiyeteke bilind a neteweyî bû û aliyê wî yê mirovî jî xurt bû.  Di warê nivîsandin, çapemenî û şerkirinê de kesekî xwedî jêhatîbûneke taybet bû. Ew kesek taybet bû. Beriya Gurbet birayê wê Agir jî hebû, tev li nava refên têkoşînê bû û jiyana xwe ji dest da. Û şopên kûr û bandorên kûr ên şehîdbûna birayê wê li ser wê hebû.” 
 
‘MÎRASA WAN BI JI JIN JIYAN AZADÎ DIDOME’ 
 
Aslan anî ziman ku Ersoz nirxeke ku bi cihê wê nayê tijekirinê ye û û wiha got: “Xwedî keseyatek têkoşer û her tim lêpirsîner bû. Rojnivîska Gurbet jî hat weşandin, li pey xwe mîrasek girîng hişt. Di temenekî biçûk de jiyana xwe ji dest da. Yek ji jinên pêşeng bû. Mîrasa wan îro jî bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ li hemû cîhanê didome.” 
 
 
 
 
 

Sernavên din

13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’
14:19 Bi awayekî girseyî serdana girtiyê 31 salan kirin