Ocalan: Sedema hilweşandina li welêt tecrîd e

  • rojane
  • 09:12 7 Kanûn 2021
  • |
img

ENQERE - Parlementerê HDP'î Omer Ocalan, diyar kir ku wê polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê qebûl nekin û got: "Welêt niha hildiweşe. Sedema herî mezin jî tecrîd e." 

 
Piştî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê malbat jî ji bo xeberê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de ne û tên tecrîdkirin bigirin, tevgeriyan. Parlementerê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Omer Ocalan, biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Emîne Konar, xwişka Omer Hayrî Konar, Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaş, di 1'ê Kanûnê de li Enqereyê hin hevdîtin kirin. Malbatan serdana HDP, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (ÎHD) kirin û xwestin ev bêhiqûqîtî ji holê bên rakirin. 
 
Parlementerê HDP'î Omer Ocalantê, serdanên kirin û tecrîda li Îmraliyê nirxand. 
 
 
8 MEH IN XEBER JÊ NAYÊ GIRTIN
 
Omer Ocalan, anî ziman ku ji 25'ê Adarê heya niha xeber ji Îmraliyê negirtine û jixwe hevdîtina telefonê ya li edliyeyê hatiye kirin jî di nîvî de hatiye qutkirin. Ocalan, bilêv kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya bi telefonê de xwestiye parêzer bên Îmraliyê û got: "Têkildarî tenduristî û jiyana wî de fikarên me hene. Em malbat û parêzerên wî ji bo vê ketin nav gelek hewildanan. Lê tu titş bi dest me neket." 
 
Ocalan, diyar kir ku ji ber vê tevgeriyane û di hevdîtinên kirine de li ser pêkanînên tên kirin axivîne. Omer Ocalan, ragihand ku rêxistinên civaka sivîl jî diyar kirine ku pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. 
 
Omer Ocalan, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heya niha her diçe girantir dibe, lê wê çaxê hevdîtin pir dihatin kirin û got: "Ewil heftê du caran bû, paşê kirin heftê carekê. Wê demê parêzer jî diçûn. 11 hefteyan li ser hev di hevdîtin hatin astengkirin. Ji bo vê jî hincetên wekî 'koster xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e' didan der. Lê belê piştî 27'ê Tîrmeha 2011'an çûna parêzeran ji binî de hat astengkirin. Piştî 2020'an jî cezayên dîsîplînê kirin hincet." 
 
Ocalan, bilêv kir ku cezayên dîsîplînê teblîxî parêzeran jî nehatiye kirin û cezayê dîsîplînê yê vê dawiyê bi her awayî derî hiqûqê ye. 
 
PARADÎGMAYA OCALAN
 
Ocalan, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji ber felsefe û paradîgmaya wî ye. Ocalan, diyar kir ku Modernîteya Demokratîk a Ocalan, ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye nefes û got: "Ji ber ku li bara civakê beranberiyek vê paradîgmayê çêbûye, dewlet nerihet dibe." 
 
Omer Ocalan, destnîşan kir ku ji bo Rojhilata Navîn paradîgmaya herî guncan a Rêberê PKK'ê ye û got: "Birêz Ocalan, vegera li xwe, jinûve vejînê dide der. Qadê li ber her kesî vedike. Paradîgmaya Komara Demokratîk, jehrkuja vê pergala tekparêz e." 
 
ROJAVA Û HEYFSTENDIN
 
Ocalan, destnîşan kir ku ev paradîgma li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ruh û can bûye û got: "Ewrpopa, Amerîka jî divê sûdê ji vê jiyana civakî wergirin. Pergala li vira hatiye avakirin, dê ji bo Rojhilata Navîn bibe model. Jinên kurd li vira jinûve vejînê pêk anîn. Li hemberî pergala mêrê serdest serketinek mezin bi dest xistin. Ên sûd ji paradîgmaya Birêz Ocalan girtin, rêxistinên wekî DAIŞ'ê tasfiye kirin. Fêdeya vê fikirê li tevahiya cîhanê heye." 
 
Parlementerê HDP'î Omer Ocalan, destnîşan kir ku sedemeke girankirina tecrîdê jî destkeftiyên kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û got: "Tirkiye, dixwest tevî rêxistinên cîhadparêz li Rojavayê kurdan tasfiye bike. Birêz Ocalan li wir paradîgmaya rêya sêyem xist dewrê. Ne li rex DAIŞ'ê ne jî li rex rejîma Esad a ku bi salan nasnameya kurdan red kir cih girt. Pergalek hat5 avakirin û niha ev pergal ji hêla gelên cîhanê ve tê pîrozkirin. Ji ber rojavayê ev tecrîd hîn bêtir hat girankirin." 
 
TENDURISTIYA OCALAN
 
Ocalan, destnîşan kir ku dê têkoşîna wan a li hemberî bêhiqûqîtiya li Îmraliyê bidome. Ocalan, bilêv kir ku ji ber tecrîdê pirsgirêkên li welêt kûrtir dibin û muxatabê sereke yê çareserkirina meseleya kurdî Ocalan e. Omer Ocalan got: "Tenduristiya Birêz Ocalan, ji bo kurdan û meseleya kurdî girîng e. Di vî warî de her kes xwedî berprisiyar e. Dibe ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Birêz Ocalan û hevalên wî hebin. Lê em nizanin çi ye. Em malbata wî meraq dikin. Gelo qey hin tişt tên veşartin? Demildest divê bê aşkerekirin." 
 
‘EM Ê QEBÛL NEKIN'
 
Ocalan, destnîşan kir ku dê tu carî tecrîdê qebûl nekin û got: "Tirkiye divê dev ji vê polîtîkaya xwe berde. Ji lew re encamên wê li holê ne. Niha welêt hildiweşe. Sedema sereke ya vê hilweşandin helbet tecrîd e. Ger hûn raibin diyalogê, mafên mirovan ji holê rakin, polîtîka û siyasetê betal bikin û bi rêbazên eskerî bi ser meseleyên civakî de biçin û muxataban bi awayekî girna tecrîd bikin, dê encam bêîstikrarî be. Li Tirkiyeyê di her warî de qeyran heye. Sedema vê jî binpêkirina dmeokrasiyê û mafên mirovan e." 
 
BANG LI CPT'YÊ KIR
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku biryara DMME'yê ya derbarê Ocalan de daxilî nav rojeva xwe kiribû, di civîna xwe de xwestibû ku ji bo vê tevdîr bên girtin. Omer Ocalan bal kişande ser vê bangawaziyê jî û got: "Biryareke ku 7 sal berê hatibû dayîn, piştî 7 salan daxilî nav gundema Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bû. Pir dereng çêbû. Çendî ku tê wateya ku di hin waran de bi Tirkiyeyê re li hev kiriye jî, lê axirê biryareke girîng e. Komîteyê bang li CPT'yê kir ku peywira xwe bi cî bîne. Ji lew re qutkirina pêwendiya bi derve re îzolasyon e. Ev jî sûc e li hemberî mirovahiyê. Demildest divê CPT biçe serdana Birêz Ocalan û hevalên wî bike." 
 
MA / Berîvan Altan

Sernavên din

07/12/2021
12:22 Dadgehê parvekirina wêneyê Ocalan beraet kir: Azadiya derbirînê ye
11:53 Rojnamevan di Doza Kobanê de bi ‘kartê turkuaz’ hatin astengkirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:33 Zebariyê YNK’yî: Divê çekên giran li dijî DAIŞ’ê bên bikaranîn
10:45 KESK: Divê mûçeya kêmane derveyî bacê bêgirtin
10:28 Serokê MHP’yî bi bertîlê kesan dixe kar û kadro dide wan
09:12 Endamê DÎB'ê Akbaş: Sedema sereke ya krîza aborî meseleya kurd e
09:12 Çîroka penaberekê: Barê jiyanê giran e, lê ez ê li ber xwe bidim
09:12 Ocalan: Sedema hilweşandina li welêt tecrîd e
09:12 Karkerên karên nav malan dikin: Em doza sîgorteyê û mafê teqawidbûyînê dikin
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2021'Ê
06/12/2021
17:05 Ji Sêmalka bang li PDK’ê kirin: Cenazeyan bidin
16:45 Kedkarên cemaweriyê piştgiriya Nobeta Edaletê kir
16:15 Rêxistinên ciwanan li dijî zextan banga têkoşînê kirin
15:59 Cezayê ‘govend û stranên kurdî’ ku li jinên girtî hatibû birîn hat betalkirin
15:34 Li Geverê tecrîdê protesto kirin
15:28 Yuksekdag ji bo Nobeta Edaletê banga piştgiriyê kir
15:28 Pêşangeha 'Dengê azadiyê' li Rihayê ye
14:55 Derbarê Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin de doz hat vekirin
14:35 Li Amedê tundiya zilam: Kesek kuşt û 2 kes jî birîndar kir
14:05 Doza Kobanê: Leşkeran eywanê têje kir û danişînê 5 deqe berdewam kir
14:04 Nobeta Edaletê di roja 21’emîn de didome
12:45 Li Qeyseriyê jinek hat qetilkirin
12:34 Emîne Şenyaşar cara 10’emîn vexwendin îfadeyê
12:24 Bi îfadeya şahidê nepen ji hevseroka DBP'î re ceza hat xwestin
11:57 Danişîna Adalet Kaya hat taloqkirin
11:16 YPS’ê êrişên Guven û Negiz girt ser xwe
10:55 DBP'ê êrişa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê şermezar kir
10:50 Bîlançoya êrişên mehekê yên DAIŞ’ê: 22 pêşmerge û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
09:48 Dolar bi 13,7 TL'yan û Euro jî bi 15,5 TL'yan dest bi heftê kirin
09:06 Eren Keskîn: Kesên unîformayê li xwe dikin û nîşana 'gur' dikin, tên parastin
09:06 Girtiyê nexweş 73 roj in di qarantînayê de ye
09:06 Banga ji bo pîrozkirina 6 saliya DÎB'ê
09:06 Çîroka aşê sed salî
09:06 'Yekane sedema krîza aborî rejîma yek zilamî ye’
09:06 Girtiyê nexweş ê bi gurçikekî dijî nayê berdan
09:06 Nûnerên HDP'a Hewlerê: Armanca PDK'ê Kurdistaneke bê kurd e
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNÊ YA 2021'AN
05/12/2021
22:27 DAIŞ’ê gundê Lihêban şewitand
20:31 Li Şirnexê operasyona leşkerî dest pê kir
19:39 Walîtiya Mêrdînê şanoya kurdî qedexe kir
19:18 Ji bo serokatiya TBB'ê Sagkan hat hilbijartin
17:32 Ji Meclisa Ciwanan a HDP'ê banga dijî tiryakê
16:31 Karkerên Ûgûr û Ozakê daxwazên xwe rêz kir
16:09 Polisan rojnameger Mîmar Kaya binçav kirin
15:33 HDP' a Amedê piştgirî da Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan
13:39 Banga Acar a li partiyên siyasî: Nunertiya wekhev bikin rêziknameya partiyên xwe
13:12 Li Herêma Kurdistanê xwendekarên zanîngehê careke din daketin qadan
12:38 PDK çekên giran li dijî DAIŞ'ê bi kar nayne
11:54 Malbata Şenyaşar: Hikûmetên bingeha wan ne edalet e hildiweşin
10:48 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
09:25 Piştî çûna gund hat qedexekirin, bêrîkirina xwe bi dîmenên gund ditebitîne
09:06 Dayikên Aştiyê: Ew zarokên me hemûyan e
09:05 Parêzer Ergul: Divê Mûsa Orhan bê girtin
09:04 ‘Em nikarin debara xwe bikin'
09:03 Malbata ku xaniyê wê hat xerakirin niha di dikanê de dijî
09:01 'Dê di meha Çile de stok biqedin, fiyet biha bibin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2021'Ê
04/12/2021
18:58 Parêzer Emekçî: KE bi biryara derbarê Ocalan de rê li ber Tirkiyeyê dixe
17:11 Serdana malbatan didome: Nobeta we rûmeta me ye
17:07 Hêzên PDK’ê Dayikên Aştiyê asteng kirin
16:50 Şaxên ÎHD’ê wê ji bo Îpek Er têkoşîna edaletê bidomînin
16:49 Li Girtîgeha Rihayê ji ber ‘govenda kurdî’ lêpirsîn dan destpêkirin
15:51 Du sal in girtiyê nexweş nayê dermankirin
15:50 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Bekmezcî were berdan
15:29 Bal kişandin ser rewşa 6 girtiyên nexweş
15:27 Li kolanên Stenbolê kesekî jiyana xwe ji dest da
14:53 HDK li dijî serdestiya zilam konferansa berxwedan û têkoşînê li dar dixe
14:44 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bang li tevlêbûna kongreyê kirin
14:39 Dayikên Şemiyê: 3 hezar sal jî derbas bibe em ê li pey doza xwe bin
14:38 Nobeta Edaletê di roja 19’emîn de ye
14:18 Aqûbeta Akyildiz ê beriya 29 salan hat revandin hat pirsîn
13:39 Kişanak piştgirî da Nobeda Edaletê: Divê her kes bikeve tevgerê
13:10 Dîcle Anter serdana Malbata Şenyaşar kir
13:07 Li Rihayê qeza: 3 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
13:00 Turkdogan: Wê êdî rewşa Ocalan ji rojeva Konseyê dernekeve
12:59 ‘Şikandina tecrîdê mifteya çareseriya pirsgirêkan e’
12:28 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 271’emîn de ye
12:08 Li 51 jinên girtî cezayê ‘govend û stranên kurdî’ hatiye birîn!
12:08 Li şûna boyaxê qehwe, li şûna firçeyan jî derzî bi kar tîne
10:29 Parlementer Hunko: Destûr nayê dayîn ku biçim Îmraliyê
10:26 Nobeda li Sêmalka di roja 61’emîn de ye
09:50 Kolanên Stenbolê: Hikumet bila îstîfa bike, hilbijartina pêşwext çêbibe
09:49 Dayikên ku bûne remza aştî û edaletê li ber xwe didin!
09:17 Bi kilamên xwe dibe ronî ji bo dîroka kurdî
09:15 Di doza tiryakê de çawîşên pispor hatin cezakirin, fermandarê qereqolê hatin beraetkirin
09:15 Bavê ku înfaza keça wî hat şewitandin: Em ê li dijî vê bêhiqûqîtiyê li ber xwe bidin
09:14 Kîloya penîrê bisîrik bûye 65 TL
09:14 Gundê hat valakirin niha jî bi xetereya madenê re rû bi rû ye
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn