Ocalan: Sedema hilweşandina li welêt tecrîd e 2021-12-07 09:12:17 ENQERE - Parlementerê HDP'î Omer Ocalan, diyar kir ku wê polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê qebûl nekin û got: "Welêt niha hildiweşe. Sedema herî mezin jî tecrîd e."    Piştî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê malbat jî ji bo xeberê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de ne û tên tecrîdkirin bigirin, tevgeriyan. Parlementerê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Omer Ocalan, biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Emîne Konar, xwişka Omer Hayrî Konar, Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaş, di 1'ê Kanûnê de li Enqereyê hin hevdîtin kirin. Malbatan serdana HDP, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (ÎHD) kirin û xwestin ev bêhiqûqîtî ji holê bên rakirin.    Parlementerê HDP'î Omer Ocalantê, serdanên kirin û tecrîda li Îmraliyê nirxand.      8 MEH IN XEBER JÊ NAYÊ GIRTIN   Omer Ocalan, anî ziman ku ji 25'ê Adarê heya niha xeber ji Îmraliyê negirtine û jixwe hevdîtina telefonê ya li edliyeyê hatiye kirin jî di nîvî de hatiye qutkirin. Ocalan, bilêv kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya bi telefonê de xwestiye parêzer bên Îmraliyê û got: "Têkildarî tenduristî û jiyana wî de fikarên me hene. Em malbat û parêzerên wî ji bo vê ketin nav gelek hewildanan. Lê tu titş bi dest me neket."    Ocalan, diyar kir ku ji ber vê tevgeriyane û di hevdîtinên kirine de li ser pêkanînên tên kirin axivîne. Omer Ocalan, ragihand ku rêxistinên civaka sivîl jî diyar kirine ku pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.    Omer Ocalan, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heya niha her diçe girantir dibe, lê wê çaxê hevdîtin pir dihatin kirin û got: "Ewil heftê du caran bû, paşê kirin heftê carekê. Wê demê parêzer jî diçûn. 11 hefteyan li ser hev di hevdîtin hatin astengkirin. Ji bo vê jî hincetên wekî 'koster xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e' didan der. Lê belê piştî 27'ê Tîrmeha 2011'an çûna parêzeran ji binî de hat astengkirin. Piştî 2020'an jî cezayên dîsîplînê kirin hincet."    Ocalan, bilêv kir ku cezayên dîsîplînê teblîxî parêzeran jî nehatiye kirin û cezayê dîsîplînê yê vê dawiyê bi her awayî derî hiqûqê ye.    PARADÎGMAYA OCALAN   Ocalan, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji ber felsefe û paradîgmaya wî ye. Ocalan, diyar kir ku Modernîteya Demokratîk a Ocalan, ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye nefes û got: "Ji ber ku li bara civakê beranberiyek vê paradîgmayê çêbûye, dewlet nerihet dibe."    Omer Ocalan, destnîşan kir ku ji bo Rojhilata Navîn paradîgmaya herî guncan a Rêberê PKK'ê ye û got: "Birêz Ocalan, vegera li xwe, jinûve vejînê dide der. Qadê li ber her kesî vedike. Paradîgmaya Komara Demokratîk, jehrkuja vê pergala tekparêz e."    ROJAVA Û HEYFSTENDIN   Ocalan, destnîşan kir ku ev paradîgma li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ruh û can bûye û got: "Ewrpopa, Amerîka jî divê sûdê ji vê jiyana civakî wergirin. Pergala li vira hatiye avakirin, dê ji bo Rojhilata Navîn bibe model. Jinên kurd li vira jinûve vejînê pêk anîn. Li hemberî pergala mêrê serdest serketinek mezin bi dest xistin. Ên sûd ji paradîgmaya Birêz Ocalan girtin, rêxistinên wekî DAIŞ'ê tasfiye kirin. Fêdeya vê fikirê li tevahiya cîhanê heye."    Parlementerê HDP'î Omer Ocalan, destnîşan kir ku sedemeke girankirina tecrîdê jî destkeftiyên kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û got: "Tirkiye, dixwest tevî rêxistinên cîhadparêz li Rojavayê kurdan tasfiye bike. Birêz Ocalan li wir paradîgmaya rêya sêyem xist dewrê. Ne li rex DAIŞ'ê ne jî li rex rejîma Esad a ku bi salan nasnameya kurdan red kir cih girt. Pergalek hat5 avakirin û niha ev pergal ji hêla gelên cîhanê ve tê pîrozkirin. Ji ber rojavayê ev tecrîd hîn bêtir hat girankirin."    TENDURISTIYA OCALAN   Ocalan, destnîşan kir ku dê têkoşîna wan a li hemberî bêhiqûqîtiya li Îmraliyê bidome. Ocalan, bilêv kir ku ji ber tecrîdê pirsgirêkên li welêt kûrtir dibin û muxatabê sereke yê çareserkirina meseleya kurdî Ocalan e. Omer Ocalan got: "Tenduristiya Birêz Ocalan, ji bo kurdan û meseleya kurdî girîng e. Di vî warî de her kes xwedî berprisiyar e. Dibe ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Birêz Ocalan û hevalên wî hebin. Lê em nizanin çi ye. Em malbata wî meraq dikin. Gelo qey hin tişt tên veşartin? Demildest divê bê aşkerekirin."    ‘EM Ê QEBÛL NEKIN'   Ocalan, destnîşan kir ku dê tu carî tecrîdê qebûl nekin û got: "Tirkiye divê dev ji vê polîtîkaya xwe berde. Ji lew re encamên wê li holê ne. Niha welêt hildiweşe. Sedema sereke ya vê hilweşandin helbet tecrîd e. Ger hûn raibin diyalogê, mafên mirovan ji holê rakin, polîtîka û siyasetê betal bikin û bi rêbazên eskerî bi ser meseleyên civakî de biçin û muxataban bi awayekî girna tecrîd bikin, dê encam bêîstikrarî be. Li Tirkiyeyê di her warî de qeyran heye. Sedema vê jî binpêkirina dmeokrasiyê û mafên mirovan e."    BANG LI CPT'YÊ KIR   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku biryara DMME'yê ya derbarê Ocalan de daxilî nav rojeva xwe kiribû, di civîna xwe de xwestibû ku ji bo vê tevdîr bên girtin. Omer Ocalan bal kişande ser vê bangawaziyê jî û got: "Biryareke ku 7 sal berê hatibû dayîn, piştî 7 salan daxilî nav gundema Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bû. Pir dereng çêbû. Çendî ku tê wateya ku di hin waran de bi Tirkiyeyê re li hev kiriye jî, lê axirê biryareke girîng e. Komîteyê bang li CPT'yê kir ku peywira xwe bi cî bîne. Ji lew re qutkirina pêwendiya bi derve re îzolasyon e. Ev jî sûc e li hemberî mirovahiyê. Demildest divê CPT biçe serdana Birêz Ocalan û hevalên wî bike."    MA / Berîvan Altan