• img

    ‘Şer heye mirov ditirse bazirganiyê bike'

    Şerê li herêmê bandorek neyînî li ser aboriya esnaf û karkeran dike. Esnafên ŞUTÎM'ê diyar kirin ku şer bandorek neyînî li ser aboriya wan dike û wiha gotin: "Şer heye mirov ditirse kirîn û firotinê bike"

  • img

    Esnafên bazarê: Perê gel li şer xerc dikin

    Esnafan diyar kir ku di navbera bihayên îsal û sala çûyîn de ferqek zêde heye û wiha gotin: "Bi taybetî jî piştî şerê li hemberî Efrînê êdî li bazarê kar nemaye. Bi mirovan re pere jî neman. Hemû pere ji gel stendin û ji bo şer xerc kirin."

  • img

    Şîr biha bû lê gundî sûd jê wernagirin

    Konseya Neteweyî ya Şîr, ji 1’ê Sibata 2018’an şûn ve bihayê şîr biha kir. Gundiyên li Erdexanê yên ji ber şîr hildiberînin, ji ber ku şîrê dê havînê bifiroşin pereyê xwe pêşîn sitendine ji bihabûna şîr sûd wernagirin.

  • img

    Polîsan mudaxileyê endamên KESK’ê kirin

    Polîsan di mesafeyek kêm de bi gaza îsotê û goleyên plastîk mudaxileyê endamên KESK’ê yên ji kar hatin avêtin û xwest heya Komîsyona OHAL’ê bimeşin, kirin. Polîsan 15 karker binçav kirin, paşve kelepçe kirin û bi deqeyan li ser asfaltê dirêjkirî hiştin.

  • img

    Biryar dan sûkê birûxînin, esnaf dibên em mexdûr dibin

    Şaredariya MHP'ê biryar da ku Sûka Piçûk a Dîrokî ya 125 salî hilweşîne û esnafên sûkê mexdûr kir. Esnafan aşera kir ku deyê wan ji bankayan re heye, lê çihê wekî alternatîf ji bo wan diyar kirine dê li wir nikaribin kar bikin.

  • img

    KESK: Ji bilî têkoşîna li dijî AKP’ê alternat tune

    Endamên KESK’ê yên Mêrsînê, ji bo karkerên ji kar hatin avêtin, vegerin ser karên xwe çalakî lidar xistin û diyar kirin ku li dijî AKP’a ku pergala faşîzmê bi sazî dike, tekane rê têkoşîn e.

  • img

    Esnafên bazarê ketine derdê debara xwe

    Esnafên bazarê diyar kirin ku qirîza aborî bandorê li ser wan dike û gotin: “Gel feqîr e. Nikarin tiştekî bistînin. Em nikarin tiştekî bifiroşin.”

  • img

    Esnafên Wanê: Piştî şer dê qirîz biteqe

    Esnafên Hala Sebze ya Wanê diyar kirin ku operasyona li dijî Efrînê aboriyê ser û bin kiriye û gotin: “Ev şer dê bêtir aboriyê nebaş bike. Balafir her roj bi tonan bombeyan diavêjin. Hemû aboriya şer ji berîka gel derdikeve. Dê piştî şer qirîz biteqe.”

  • img

    HDK: Em karkerên Metalê tenê nahêlin

    HDK'ê piştgirî da karkerên Metalê yên di 2'ê Sibatê de dest bi grevî bikin û diyar kir ku dê bi daxuyanî û çalakiyên xwe nîşan bidin ku kedkarên Metalê ne bi tenê ne.

  • img

    Aborîzan Katircioglu: Şerê Efrînê dê rê li krîza aborî veke

    Aborîzan Prof. Dr. Erol Katircioglu, bal kişand ser bandora operasyona li ser Efrinê ya li ser aboriya Tirkiye û wiha got: "Ger ku ev operasyon dirêj bibe û leşker bên kuştin, rageşiya navbera Tirkiye/DYA an jî Tirkiye/Rûsya derkeve holê û Sûriye tev li vê pêvajoyê bibe dê di demên pêş krîza aborî li ber derî be.

  • img

    Hikûmet ji bo piştgiriya şer çav berda lîstikê şensê

    Hikûmeta AKP'ê ku bi polîtîkayên şer xwe li ser piyan dihêye, ji bo çavkaniyê ji şer re ava bike çav berdide pereyê welatiyan. Hikûmetê piştî benzîn û sotemenî û gelek amûrên malê zem kir, niha çav berda lîstikên şensê. Balkêş e Diyanetê beriya sersalê gotibû 'Lîstika şensê heram e."

  • img

    Sînorê birçîbûnê hezar û 615 tl ye

    Li gorî lêkolîna Turk-Îş'ê di meha çile de sînorê birçîbûnê yê malbata ku ji 4 kesan pêk tê, hezar û 615 TL ye. Li gorî leklînê tevî pêdiviyên zexîre, cil, xanî, perwerde, tenduristî û pêdiviyên jiyanî yên sereke sînorê xizaniyê 5 hezar û 262 ye.

  • img

    Pisporê Ewlehiya Kar: Ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye

    Pisporê Ewlehiya Kar Kadrî Salaz, diyar kir ku Tirkiye di warê nexweşiyên pîşeyî û cinayetên karî de li cîhanê di rêza 3'yemîn û li Ewropayê jî di rêza 1'emîn de ye û ev wekî "Rûreşî" pênase kir û wiha got: "Gelek mirin di îstatîstikan de cih nagirin û hejmara ku di raporan de cih digire, gelekî kêm e."

  • img

    Temellî: Şer bidome dê nanê me parî parî kêm bibe

    Aborînas Sezaî Temellî diyar kir ku fatûreya operasyona leşkerî ya li dijî dê ji berîka gelê xizan bê derxistin û got: “Her şer dewam bike, nanê ser sifreya gelên Tirkiyeyê parî parî dê kêm bibe.”

  • img

    ‘Şert û merc çi dibin bila bibin em ê dev jê bernedin'

    Karkerên tevî Mahîr Kiliçê ku ji bo vegere ser karê xwe 70 roj e li ber şaredariyê di greva birçîbûnê de ne wiha gotin: "Şert û merc çi dibin bila bibin, heta em encamê bi dest nexin em ê dev jê bernedin."

LÊGERÎN