AMED - Welatiyên Farqînê diyar kirin ku ew Abdullah Ocalan esas digirin û gotin: “Azadiya Serokatiyê azadiya gel e û azadiya gel jî azadiya Serok e.”
Ji bo guhdarîkirina daxwaz û pêşniyarên gel ên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, li gelek bajaran bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk, “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li navçeya Farqînê ya Amedê bi gel re civîn hat kirin. Di civînê de hate gotin ku hewceye delet jî bersivê bide gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avêtiye.
Welatiyên ku daxwazên xwe anî ziman, xwestin mafên wan bên misogerkirin. Bi domdarî welatiyan daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir û gotin: “Azadiya Serok azadiya gel e, azadiya gel jî azadiya Serok e. Divê weke civak em ji Serok re bibin bersiv û bikin ku ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Em, Serokatiyê esas digirin, di rêya wî de ne û piştgiriyê didin wî.”
Welatiyan got ku şopandina xeta Abdullah Ocalan dê bi xwe re serkeftinê bîne û wiha domandin: “Li cihekî Rêbertî lê heye em ne tirsê ne jî fikaran dijîn.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel - Helîn Ozgun
