Di 16 salên AKP’ê de deyn, xizanî, tiryak, girtin û kuştin çarqat zêde bû
- aborî-ked
- 10:44 18/2/2018
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Çetîn Osman Bûdak, der barê rewşa AKP'ê ya 16 salan de rapor amade kir. Di raporê de derket holê ku di 16 salên AKP'ê de xizanî û deyn çarqat zêde bûye. Dîsa hêjmara girtî û hikumxwaran ji sedî 285, hêjmara tiryakên hişbiriyê ji sedî 678 zêde bû.