ŞIRNEX - Tevî ku Qeyûmê berê qerên giran li pey xwe hiştin, Şaredariya Silopiyayê di 5 salên dawî de ji xizmeta gel paş de nema. Namzetên Hevşaredariya yên DEM Partiyê Jiyan Ormanli û Rênas Onûk wiha gotin: “Em ê revebirina bi gelê xwe re bidomînin.”
AKP di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dike û li dijî siyaseta kurd ji, sala 2015’an ber bi îro ve plansaziya berterefkirina siyaseta kurd daye pêşiya xwe. Ev pêvajo bi binçavkirin û girtina siyasetmedarên kurd dest pê kir û heya tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bi destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dihatin birêvebirin, domiya. Qeyûmên ku bûne polîtîkayeke AKP’ê, neguhezbarên şaredariyan yek bi yek firotin û şaredariyan di bin qeran de hiştin.
AKP di 11’ê Îlona 2016’an de qeyûm tayînî 24 şaredariyan kir. Yek ji van jî Şaredariya Silopiya bû. Qeyûm di serî de xizmetên saziyên jin û çandê dan sekinandin, tevî ku tu xizmet nekirin, 273 mîlyon qer hişt ser stûyê şaredariyê. Hevşaredarên HDP’î Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk ên bi rêjeya ji sedî 73 hatine hilbijartin tevî ku qerên qeyûm li pey xwe hiştibûn, di nava 5 salên derbasbûyî de xizmetên hêja bi pêş xistin. Rêveberiya HDP’î 70 mîlyon qerê hatibû hiştin razî kir û ji binesaziyê heya guhezbariyê, ji xebatên çand û hünerê heya xebatên jinan ji xizmeta gel paş de nema.
Rêveberiya HDP’î di çarçoveya xebatên çand û hunerê de atolyeyên govend û erbaneyê vekir, ji bo bide nasîn, çalakiyên danasîna cil û bergên herêmî li dar xist. Şaredarî Navenda Piştevaniyê ya Dayika Taybet vekir û piştevaniya hiqûqî, madî û manewî da jinên ku rastî tundiya fizîkî, derûnî û zextan hatine. Herwiha şaredarî ji bo perwerdeya zarokan Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedîrxan da vekirin, di tevahiya Tirkiyeyê de guhezbariya herî erzan a nava bajêr de li dar xist. Herwiha şaredarî ji bo ku jin karibin ji xwe re bixebitin, Qada Bazara Keda Jinê da avakirin.
AKP û qeyûmên ji şaredariyan re hatine tayînkirin bi nêzîkbûna hilbijartinan neguhezbarên şaredariyan yek bi yek derdixin firotinê lê belê Hevşaredarên Silopiyayê Fîdan û Şavlûk di dawiya demên xwe yên peywirê de, bi xizmetên nû re temam dikin. Xizmeta herî dawî ya rêveberiya HDP’î bû vekirina Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê. Li gel vê bi Sendîkaya Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê (Genel-Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkeran Şoreşger (DÎSK) re Peymana Kar a Giştî îmze kirin û mûçeya karkeran ji sedî 116 zem kirin.
Tevî qerên ku qeyûman li pey xwe hiştibûn, di 5 salên dawî de Fîdan û Şavlûk xizmetên hêja li pey xwe hiştin û dê vê peywira xwe di vê hilbijartinê de dewrî namezetên Hevşaredariya Silopiyayê Jiyan Ormanli û Rênas Onûk bikin. Ormanli û Onûk destnîşan kirin ku ew ê peywira ji hevalên bigirin û pêşdetir bibin û gotin: “Hevalên me bi feraseteke mînak şaredariyê bi rê ve birin.”
NAMZETA HEVŞAREDARIYÊ ORMANLI KÊ YE?
Jiyan Ormanlî ji sala 1994’an de li navçeya Silopiyayê hate dinê û heya lîseyê li vê derê ma û pişte ji bo zanîngehê derbasî Amedê bû û Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê qedand. Ormanli di Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê de têkildarî binpêkirinên mafên mirovan xebat dan meşandin û herî dawî bi serlêdana namzetiyê gav avêt siyasetê. Ormanli destnîşan kir ku dewlet di navçeya Silopiyayê de polîtîkayên taybet dide meşandin û ji ber van polîtîkayên taybet heta astekê tengbûn jî çêbûye. Ormanli tayînkirina qeyûm a sala 2016’an bi bîr xist û anî ziman ku gel di hilbijartina 2019’an bersiv da van polîtîkayên desthilatê.
DI 5 SALAN DE ŞAREDARIYA MÎNAK
Ormanli destnîşan kir ku di 5 salên derbasbûyî de Fîdan û Şavlûk bi şaredarvaniyeke mînak nîşan dan û wiha got: “Taybetî jî ji bo jinan qadeke nû ya jiyanê hate avakirin. Bi Navenda Piştevaniyê ya Dayika Taybetê piştevaniya hinên rastî zextên fizîkî, derûnî mane kirin ku wek hiqûqî, madî û manewî alikariya wan hate kirin. Dîsa Bazara Keda Jinê hat avakirin û ji bo jinan qadên îstîhdamê hatin vekirin. Dîsa ji bo ku gelê me bi ziman, çand û hunera xwe ve biafirîne, navenda çandê ava kir. Li gel vê ji bo zarokên me perwerdeya xwe bidomînin Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan hate vekirin. Em dikarin dehan mînakên wekî van bidin. Dema ku em hatin peywirê, em ê jî ji cihê ku hevalên me hiştine bigirin û pêşdetir bibin.”
FERASETA EKOLOJÎK A ŞAREDARIYÊ
Ormanli di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew ê avakirina qadên jiyanê bidomînin û wiha pê de çû: “Partiya me bi feraseta azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk xebatên xwe didomîne. Di vê çarçeveyê de polîtîkayan pêş dixe. Em ê qadên nû yên jiyanê vekin. Kompleksa giştî ya werzîşê, kooperatîfa çandiniyê ya jinê, pirtûkxaneya gel, qadên geştê, parkên nû yên zarokan û bi feraseta şaredariya ekolojîk em ê bajarê xwe bêhtir bi şînkahiyê re bihonin.”
NAMZETÊ HEVŞAREDARIYÊ ONÛK KÎ YE?
Rênas Onûk di sala 1979’an de li gundê Dader ê Silopiyayê hate dinê. Dema dewlet gundê wan dişewitîne bi malbata xwe re koçî Mêrsînê dike. Piştî çend salan Onûk vegeriya Silopiyayê û tev li xebatên siyasî yên partiyê bû. Onûk anî ziman ku Silopiya li aliyekê cîranê Herêma Federe ya Kurdistanê ye li aliyê din cînarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha axivî: “Navçeya me di ciheke girîng de cih digire. Ji ber vê yekê nêzîkatiya dewletê ya navçeya me, gelek cûda ye. Tim bi polîtîkayên ewlehiyê nêzî navçeya me dibin. Ji salên 90’î ber bi îro ve li gel zexta fizîkî, polîtîkayên şerê taybet hene. Ji bo ku gelê me dest ji ziman, nasname û bîrdoziya xwe berde, serî li her cure şêwaza zext û tundiyê dan. Bajarê me wek fizîkî hilweşandin. Lê belê wek gel me ji nû ve ava kir û em ê avakirinê bidomînin.”
‘EM Ê BI GELÊ XWE RE BI RÊ VE BIBIN’
Onûk destnîşan kir ku qeyûmê di sala 2016’an de hatiye tayînkirin di 3 salan de taxrîbatên mezin dane avakirin û da zanîn ku dema şeredarî ketiye destê HDP’ê, ji bo avakirina navçeyê bi kedeke mezin xebat hatine destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku em jî hatin peywirê dê ji cihê ku hevalên me hiştine, bidomînin. Em ê bi projeyên nû xizmeta pêdiviyên gelê xwe bikin. Em ê navçeya xwe xweşiktir û hêjayî jiyanê bikin. Em ê bi gel re rêvebirina navçeya xwe bidomînin.”
‘EM Ê JI DAXWAZÊN GELÊ XWE RE BIBIN BERSIV’
Onûk di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew ê di qada ziman, çand û henerê de gelek projeyên xwe têxin meriyetê û wiha pê de çû: “Ji bo ziman, çand û hunera gelê me, gelek projeyên me hene. Ji bo ku zarokên me bi zimanê xwe yê zikmakî mezin bibin, em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê ji bo ku gelê me çanda xwe di zimanê xwe yê zikmakî de bijî, dê hin qadan ava bikin. Em ê navçeya xwe wekî mala xwe bibînin. Ev navçe qada jiyanê ya gelê me ye. Em ê di her taxê de kreşên ku perwerdeya zimanê zikmakî dide ava bikin. Di her taxê de em ê meclisan ava bikin û ji bo daxwaz û pêdiviyên gelê xwe, bi awayeke lezgîn bibin bersiv.”
‘DÊ HER KES JI BO NASNAMEYA XWE DENG BIKAR BÎNE’
Onûk di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dewlet bi destê qeyûman ne tenê xwest rêveberiya şaredariyan bi dest bixe, xwest nasnameya gel jî tune bike û ev tişt gotin: “Divê gelê me jî vê yekê zanibe û xwedî li saziyên xwe derbikeve. Saziyên ku gel xwedî lê derdikevin tu kes nikare desteser bike. Ji bo ku dewlet di van polîtîkayan de bi ser nekeve, divê gelê me jî li dora me dîwareke parastinê ava bike. Em ê di vê hilbijartinê de tenê du hevserokan nehilbijêrin. Dê gelê me îradeya xwe dane holê. Dê ji bo xwedî li nasname, ziman û çanda xwe derbikeve, dengê xwe bi kar bîne.”
MA / Omer Akin