NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinên Ereb tev li kampanyaya TAJÊ’yê ya “Li dijî tundiya li ser jinan Jin, Jiyan, Azadî" bûn û gotin ku dê li ser bingeha felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê têbikoşin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, di 5’ê mijdarê de bi daxuyaniyekê kampanyaya bi dirûşma “Li dijî tundiya ser jinê, Jin, Jiyan Azadî” da destpêkirin. Meclisa Jinên Ereb a Şengalê bi daxuyaniyekê piştgirî dan kampanyayê.
Di daxuyaniyê de bang li hemû jinên Iraqê yên ji her netew, pêkhate û baweriyê hat kirin ku di rojekê wisa de bibin yek deng, li dijî her cûre tundiya li ser jinan tên meşandin dakevin kolanan û dengê xwe bi yê jinên cîhanê re bighînin hev.
‘JINÊN TÊDIKOŞIN HEDEF TÊN GIRTIN’
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Li cîhanê şerê herî giran, herî berfireh û bê perwa li dijî jinan tê meşandin. Şerê derûnî, fîzîkî û her cûre tundî li ser jinan tê pêkanîn. Roja têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan, roja 25’ê Mijdarê dijî vê zîhniyetê bûye malê tevahî jinên cîhanê. Em wek jinên Ereb ên li Şengalê, vê roja têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan mîna roja tekoşînê digrin dest. Hêzên serdest ên cîhanê desthilatdariya xwe li ser bindestiya jin û civakê didomînin. Li Rojhilata Navîn jî heman zîhniyet bi awayê herî tund û hişk li hemberî jinan tê meşandin. Di bin navê qanûnên dewletê û yên eşîrî û malbatî de jin di nava sînorên malê de tê girtin. Jinên ku li hemberî viya serî radikin, têkoşînê didin meşandin û dikevin lêgerîna azadiyê dibin armanca êrişên herî xedar yên pergala mêr.
DIVÊ JIN DENGÊ XWE BÊHTIR BILIND BIKIN
Li Iraqê jî jin rastî gelek bê mafiyan tê û pêşî li têkoşîna wê tê girtin. Qanûna Rewşa Kesî ku ev demeke li Iraqê tê nîqaş kirin û wê bibe sedema zarokên keç ên 9 salî bên zewicandin û viya rewa bike divê em jin bi tû awayê viya qabûl nekin û li dijî wê derbikevin. Em wek jin divê hîn zêdetir li dijî qanûnên wekî viya dengê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe diyar bikin.
‘BIJÎ TÊKOŞÎNA HEVGIRTÎ YA JINAN’
Bi rasthatina roja têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan, em wek Meclisa Jinên Ereb ên li Şengalê bi vê zanebûnê û bi rihekî hevgirtî ya bi jinên Êzidî re radigihînin em jî beşdarî kampanyaya TAJÊ’yê ya bi dirûşma ‘Li dijî tundiya ser jinê, Jin, Jiyan Azadî’ dibin. Banga me ji hemû jinên Iraqî yên ji her netew, pêkhate û baweriyê jiyan dikin di vê rojê de rabin ser xwe. Li dijî her cure tundiya li ser jinan tê meşandin dakevin kolanan û dengê xwe bi yê jinên cîhanê re bighînin hev. Em wek Meclîsa Jinên Ereb ên li Şengalê tînin ziman emê xwe li ser felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ kûr bikin û ji bo xwe bikin bingeha têkoşîna azadiyê. Bijî têkoşîna jinan a hevgirtî, ‘Em dawî li tundiya li ser jin bînin’ ‘Jin, Jiyan, Azadî’.”