AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgiriya wesayîtan da navçeya Samandagê ku di erdhejê de wêraniyeke mezin lê çêbûbû.
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civîna xwe ya asayî ya mijdarê li dar xist. Di civînê de pêşnûmeya têkildarî piştevaniya bi navçeya Samandag a Hatayê re ku di erdhejê de wêraniyeke mezin lê çêbûbû nîqaş hatin kirin. Meclisê, daxwaza Şaredariya Samandagê ya ji bo wesayîteke paqijiyê ya ji bo 4 salan, qebûl kir.
Hevşaredar Serra Bucak çû Samandagê û ji hêla Şaredar Emrah Karaçay ve hate pêşwazîkirin. Di serdanê de girîngiya piştevaniyê hate vegotin û tayînkirina qeyûman hate şermezarkirin.