AMED - Şaredariya Xana Axparê navê Narîn Guranê li parka nû hatiye çêkirin kir. Jinên tev li bekirina parkê bûn, ji bo bîranîna Narîn Guran, Rojîn Kabaîş û Şirîn Elmasê şitil danîn.
Şaredariya Xana Axparê ya Amedê bi biryara Meclisa Şaredariyê ji bo bîranîna Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li Amedê winda bû û dû re cenazeyê wê di 8'ê Îlonê de di ava çem de hatibû dîtin, Parka Narînê vekir. Ji bo vekirina parkê merasîmek hat lidarxistin û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Gulşen Ozer, rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û hevşaredarên Xana Axparê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzu tev li merasîmê bûn. Jinan wêneyên Rojîn Kabaîş, Şîrîn Elmas û Narîn Guranê hilgirtin û dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.
Ozer, di merasîmê de bal kişand ser doza Narîn Guranê û wiha got: “Dadger wek xizmetê bide hişmendiya mêr pirsan kir. Lê belê em dixwazin Narîn çima û çawa hatiye kuştin bê eşkerekirin. Em dixwazin kiryar bên cezakirin. 19 rojan di bin avê de ma û xwestin delîlan ji holê rakin. 19 rojan kiryar tev li xebatê lêgerînan bûn. Em ji bo Narînê îro hatin. Me ji bo wê dar çand lê em Rojîn û Şîrînê jî ji bîr nakin. Em ê şopdarê doza zarokên xwe bin."
Hevşaredara Xana Axparê Semra Akyuz jî di axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina jinan û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên qirêj jin tên qetilkirin û bi tundiyê re rûbirû dîminin. Em ê bi xebatên xwe bersivê bidin. Her wiha em ê her roj şitilan ji bo jin û zarokan dayîn. Dê fikr û ramanên jin û zarokan bi daran dê şîn bibin."
Piştî axaftinan, şitil hatin danîn û wêneyên Narîn, Rojîn û Şirînê hatin daliqandin.