NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê HDP’ê yê Herêma Federe ya Kurdistanê Nasir Yagiz ku asayîşa PDK’ê bi darê zorê ji Hewlêrê derxist diyar kir ku PDK bi “Hiqûqa dijminatiyê” nêzî wan dibe.
Ji berdevk û rêveberên Nûnertiya Herêmê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Herêma Federe ya Kurdistanê Hîkmet Hatîp, Aydin Yalvaç, Sitki Vakar û Nasir Yagiz, ji hêla asayîşa PDK’ê ve bi darê zorê li wesayîtan hatin siwarkirin û ji Hewlêrê hatin derxistin. Ji rêveberên Nûnertiyê Nasir Yagiz têkildarî mijarê axivî.
BI WESAYÎTÊN SIVÎL DERXISTIN
Yagiz, diyar kir ku bêyî teblîxatek ji wan re were şandin bi darê zorê li wesayîtan hatine siwarkirin û telefon û nasnameyên wan hatine desteserkirin. Yagiz, wiha domand: “Em danîn cihekî nêzî Silêmaniyeyê. Em bi awayekî keyfî ji Hewlêrê hatin derxistin. Di 4’ê mijdarê roja qeyûm hatin tayînkirin ji me re telefonek hat. Gazî midûriyeta şaxa siyasî ya asayîşa Hewlêrê kirin. Piştî hevdîtinên asayî, tespîta nasnameyan kirin. Tu nîqaş û pirsgirêk jî tune bûn. Pir profesyonel tevgeriyan û piştre li du wesayîtên ji berê ve amade kiribûn û du wesayîtên leşkerî yên 20-25 kes tê de bûn siwar kirin. Ji hevalan her du jê bi darê zorê li wesayîteke cuda siwar kirin. Tu belge nîşan nedan. Mîna korsanan em danîn derveyî asayîşa PDK’ê. Wesayîta din jî ber bi aliyekê cuda ve çû. Dest danîn ser belgeya me ya NY’ê û nasnameyên me. Telefonên me li gel me nebûn. Heta em her du kom gihiştin hev bû êvar. Em li gelek rayedaran geriyan lê tu yek ji wan bersiv nedan. Tu hincet nîşan nedan. Piştre jî em çûn Silêmaniyeyê.”
'HELWESTA PDK’Ê JI YA DIJMIN XERABTIR E’
Yagiz, got ku PDK’ê li ser fermana Tirkiyeyê ev biryar li dijî nûnertiyê daye û wiha pê de çû: “PDK’ê bi vê sepana xwe hiqûq binpê kir. Em dizanin ku PDK ji ber zexta dewleta tirk wiha dike. Jixwe PDK’ê aliyê xwe hilbijartiye. Bangên sazî û dezgehên me paşguh kir û van pratîkan raber dike. Di dîrokê de koleyan her tim hewl dane xwe îspat bikin. PDK’ê jî xwedî pratîkeke wiha ye. Helwesta PDK’ê ji ya dijmin jî hiştir e. Ne pêkan e em vê qebûl bikin. Di demên berê de jî gef li me dihatin xwarin. Naxwazin em xebatên siyasî bikin. Çendek meh berê hevalên me yên wekîl hatibûn û çendek hevdîtin kiribûn. Piştre li tevahiya wan partî û saziyan geriyan û jê re gotibûn ku hevdîtina bi me re qedexe ye. Xwestin buroya me bêbandor bikin. Bi derxistina me gefê li hevalên li wir jî dixwin. Lê em dizanin bê ka ji kîjan kevneşopiyê hatine. Dê têkoşîna me bidome.”
'EM Ê BÊHIQÛQTIYA WAN TEŞHÎR BIKIN’
Yagiz, da zanîn ku tevî hemû hewldanan jî rayedarên PDK’î bersiva wan nedane û wiha bi dawî kir: “Saziya nûnertiya me hêj li wir e. Hevalên me her roj li wir xwedî lê derdikevin. Peywira me didome. Navenda me ya giştî jî hewl da xwe bigihîne PDK’ê lê pêşketinek çênebû. Em ê sedema wê hîn bibin. Piştre jî em ê çalakiyan li dar bixin û vê bêhiqûqtiya paşverû teşhîr bikin.”