ENQERE - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan diyar kir ku di demên berê de ji bo partiya xwe avahî peyda nedikirin lê di halê hazir de hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê hatine astekî girîng û wiha got: “Di serdema nû de em ê di nava gel de bin û bi gel re ava bikin.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi hevkariya hêzên kedkar û demokrasiyê, bawerî û bindestan û li ser bingeha paradîgmaya Rêya Sêyemîn hate avakirin, mohra xwe li siyaseta Tirkiyeyê da. Ji ber berdewamkirina doza girtinê, di hilbijartinên giştî de li ser navê pêkhateya xwe Partiya Çepên Kesk kete hilbijartinê. Partiya Çepên Kesk jî piştî pêvajoya jinûveavakirinê, di 15’ê cotmehê de kongreya xwe ya mezin li dar xist û nav û rêziknameya xwe guherand.
Bi kongreyê re guhertinên mezin hatin kirin û navê partiyê weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hate guherandin. Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî weke hevserokên wê yên giştî hatin hilbijartin. HEDEP ku feraseta “Em li benda çareseriyê nasekinin, em ê ji bo çareseriyê têbikoşin” ji xwe re esas digire, li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Îmraliyê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û di pirsgirêka kurd de jî çareseriya demokratîk hedef dike.
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan pirsên ajansa me bersivand.
Di sala 2003’yan de hûn Serokê Giştî yê DEHAP’ê bûn. Niha jî hûn weke hevserokê giştî yê HEDEP’ê hatin hilbijartin. Hem we hem jî partiya we gelek zehmetî kişandin. Gelo polîtîkaya tesfiyeyê yan berxwedan bi ser ket?”
Di demên berê de me ji bo partiyê avahî peyda nedikir lê niha di halê hazir de partiya me hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê ji hêla siyasî vew xwedî pozîsyoneke girîng e.
Dixwazim vê pirsa we bi vegotina xemgîniyeke xwe dest pê bikim. Ji sala 1989’an heta niha min di hemû partiyên siyasî yên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatine avakirin de cih girt. Pêvajoya têkoşînê û vegotina ji xwe re pir dirêj ajot, carnan em nêzî çareseriyê bûn lê bêhtir li ser gelê kurd kuştinên topyekûn, bedelên mezin, mirin û windahî ferz kirin. Hêza ku ji mafdariyê dihat nehişt em dev jê berdin. Di vê pêvajoyê de ne bêzarbûn lê divê em berxwedaneke hîn mezintir birêxistin bikin. Bêguman têkoşîneke bi temamî bêhêvî û bêdestkeftî nebû, divê ez neheqiyê nekim. Êdî ne qert qurt, rastiya gelê kurd heye. Di demên berê de me ji bo partiyê avahî peyda nedikir lê niha di halê hazir de partiya me hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê ji hêla siyasî vew xwedî pozîsyoneke girîng e. Ev yek nîşan dide ku zextên pergalê û hewldanên wê yên tesfiyekirinê bêencam mane. Tevî hemû astengkirinan jî xwe digihînin kedkarê li gundê herî dûr û em xwe ji wan re vedibêjin. Vê yekê tenê em nabêjin, partiya me di siyaseta Tirkiyeyê de xwedî pozîsyoneke diyarker e, mîna nifteyê ye.
Ji HEP’ê heta HEDEP’ê 30 sal derbas bû. Di vê pêvajoyê de we gelek hevalên xwe yên ku we bi hev re dest pê kiribû winda kirin. Lê we destkeftiyên mezin bi dest xistin. Pergala hevserokatiyê îro li gelek welatan weke mînak tê nîşandan. Dema hûn li duh û îro dinihêrin, dixwazin çi bibêjin?
Ez bi kelecan im. Kirina siyasetê berê hêsantir bû. Wê demê me tenê bangî kurdan dikir lê îro em qala feraseteke ku bûye alternatîfa rêveberiyê û îktîdarbûnê heye. Di navbera wan de ferq û cudahiyeke pir mezin heye. Ev yek jî me bi kelecan dike. Her wiha asta ku em bi pergala hevserokatiyê gihiştinê pir bi nirxe. Ev yek, encama serkeftina me ye di pêşketin û guherîna me ye. Gelê kurd, pergala hevserokatiyê diyarî dika siyaseta demokratîk a cîhanê kir. Ev yek pir binirx e. Lewma gelek bi kelecan im. Ji ber ku bendewarî zêde bûne, nirxandinên di civînên piştî hilbijartinan de derketin holê, pêşniyar û rexneyên hatine kirin. Di mijara pêkanîna van de kelecanek heye.
Hûn bi navekî nû û partiyeke ku xwe jinûve saz kirî anku bi HEDEP’ê dest bi rê dikin. Di serdemeke ku zexta îktîdarê zêde dibe, Meclis hatiye pasîfkirin, gelek siyasetmedar girtî û li şaredariyên we qeyûm tên tayînkirin de gelo dê HEDEP xeteka siyasetê ya çawa ava bike û muxalefeteke çawa bike?
Erê rast e Meclis bingeheke biqîmet e û girîng e ku hejmara mirov a li wir zêde be. Lê belê di feraseta siyaseta me de Meclis tekane bingeh nîne. Di halê hazir de Meclis veguheriye cihekî wisa ku mirov pir diaxivin lê tu encaman bidest naxin. Niha rewşa herî bêfonksiyon dijî. Em xwedî feraseteke siyasetê ya wisa ne ku bi gel re li kolanê vê têkoşînê dimeşînin, hewl didin ji vê encamê bi dest bixin, zextê ava bikin, biguherînin û veguherînin. Lewma em nikarin li Meclisê binêrin û xetekî ava bikin. Di serdema nû de zêdetir em ê di nava gel de bin û bi gel re birêxistin bikin. Ji bo daxwazên gelê kurd ên çandî, ziman û nasnameyê, ji bo mafê jiyanê yê baweriya elewiyan, ji bo mafên wekheviyê yên jin, ciwan û femînîst, ji bo avakirina şertên jiyaneke mîna mirovan a karker, kedkar û xizanan dê daxwazên me yên sereke bin. Jinûveafirandina hêviyên ciwanan, bila deynê stûyê me be.
We wateyeke mezin da kongreya xwe. Peyamên girîng hatin dayîn. Gelo heke em pirsa peyama ku we dixwest bidin gel û îktîdarê, dixwazin çi bibêjin?
Gelê kurd careke din ji bêdengiya cîhanê re bûn deng, peyama hebûn û biryardariyê dan. Di serdema pêş de em ê bi hêza me ji kongreyê girtî têkoşîneke xurt bimeşînin.
Encamên hilbijartinê rê li ber şikestin û xemgîniyekê vekiribûn. Beriya em kongreyê li dar bixin, me xwest van dilmayîn û şikestinan, rexneyan ji holê rakin. Lewma me bi civînên pir dirêj li dar xist. Di kevneşopiya partiya me de tu carî di demekî wiha kin de li ser hev civînên bi gel re nehatibûn lidarxistin. Li bajaran, navçeyan, taxan, gundan û herî dawî jî di konferansê de em bi gelê xwe re hatin gel hev û me li wan guhdarî kir. Me careke din dît bê ka hatina gel hev a bi gel re çiqas girîng e. Guhdarîkirina wan, rexneyên wan, pêşniyarên wan pir binirx bûn. Divê di vê mijarê de em heqê hemû rêveber û parlamenterên me teslîmî wan bikin. Bi rastî jî kedekî wan a pir mezin di vê pêvajoyê de heye. Bi rastî jî tevî ewqas zehmetiyan jî gelê me di kongreyê de xwedî li me derket. Xwedîderketineke pir mezin hebû. Kongreyeke berfireh, daxwaz û armanc pir zelal bûn. Vê yekê em pir şad kirin. Gelê kurd careke din ji bêdengiya cîhanê re bûn deng, peyama hebûn û biryardariyê dan. Di serdema pêş de em ê bi hêza me ji kongreyê girtî têkoşîneke xurt bimeşînin.
Mimkin nîne ku heke gel piştgiriyê nede têkoşînekê, ew têkoşîn bikare heta van rojan were. Tevî hemû kêmasiyên me jî, kirdeya têkoşînê gel bi xwe ye. Vê kirdeyê jî bi awayekî bi rêya vê kongreyê dengê xwe da bihîstin. Peyamên têkildarî Rojava, têkildarî birêz Ocalan û yên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pir zelal bûn.
We di axaftina xwe ya kongreyê de bangawaziyeke pir balkêş kir. Cara ewil bû ku ji bo Tirkiye statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike bang hate kirin. Di serdemeke ku Tirkiye êrişên berfireh dike de bangawaziyeke wiha divê çawa were nirxandin?
Ez hewl bidim vê wiha vebêjim; tu feydeyê şerê li dijî Rojava tê kirin bo Tirkiyeyê nîne. Hem ji hêla aborî, hem jî ji hêla leşkerî, navneteweyî û peywendiyên bi kurdan re de tu feydeyê wê bo Tirkiyeyê nîne. Tu feydeyê nagihîne gelên Tirkiyeyê. Bûdçeya ku dewlet ji bo şer vediqetîne, aboriya welêt jî ber bi karesatê ve dibe. Bi kurt û kurmancî, gelên Tirkiyeyê encamên wê yên neyînî dijî. Nefretê sor dike. Rojava, bûye warê jiyana nû ya gelên kurd, ereb, bawerî û komên nîjadî yên din. Naskirina statûya wê derê dê ji bo Tirkiyeyê baştir be. Peywendiyên dostane yên bi Rojava re, bidestxistina statûyê ya kurdan dê bi kêrî Tirkiyeyê were. Armanca min a ji vê bangawaziyê ev bû. Heke Tirkiye statûya Rojava qebûl bike, dê kurdên navxweyî jî bêhtir nêzî Tirkiyeyê bibin û ev îktîdar dê bi dehan salan, bi sedan salan piştre jî weke partiya ku pirsgirêka kurd çareser kirî di dîrokê de cih bigire. Dê zarok nemirin, xelk koçber nebe û nebe penaber. Dê rewşa demokratîk a Tirkiyeyê jinûve zindî bike.
Pirsa esas a ku divê were kirin ev e, gelo ma Tirkiye çima statûya Rojava nas neke? Gelê kurd ji bo Tirkiyeyê gefek nîne û nabe jî. Em li ser vê xakê bi hev re dijîn û dê bi hev re bijîn. Em dibêjin neteweya demokratîk, komara demokratîk û qala pêkvejiyanê dikin.
Demekî kin piştî kongreya we, tezkereya ku rê li ber êrişên li dijî Iraq û Sûriyeyê vedike li Lijneya Giştî ya Meclisê hate qebûlkirin. Gelo sedema vê israra di şer de ya îktîdar û aqilê dewletê çi ye?
Derdorên ku dixwazin li Tirkiyeyê bi rêya şer û nefretê îktîdara xwe qeyîm bikin, bi taybet jî îktîdara heyî bi rêya dijbertiyê emrê xwe dirêj dike û bi rêya tezkereyan her carê êrişî hebûn, ziman, çand û xaka kurdan dike. Em hem li dijî vê feraseta xwe bi şer xweyî dike hem jî li dijî tezkereyê ne.
Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin û sivîl hedef tên girtin. AKP li Filistînê polîtîkaya aştiyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî polîtîkaya şer didomîne. Gelo hûn çi dibêjin?
Em beriya kesên tiliya xwe li me dihejînin jî li ser vê xakê dijiyan. Bi hezaran sala ye em li ser vê xakê dijîn. Em ne biyaniyên vê xakê, ev xak bi xwe ne.
Di şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de depoyên avê, tesîsên ceyranê, tesîsên petrolê, embarên genim, nexweşxane, mizgeft û qadên jiyanê hatin bombebarankirin. Gelê Filistînê jî îro heman tiştan dijî. Kesên ji bo gelê Filistînê qiyametê radikin – bila rabibe, bila li ser were axaftin – dema mijar dibe Rojava xwe bêdeng dikin heta keyfxweş dibin. Mimkin nîne ku mirov vê durûtiyê fêm bike û ragire. Dema mijara behsa xeberê dibe kurd, bi awayekî li Tirkiyeyê tifaqek çêdibe. Carnan tifaqên veşarî carnan jî eşkere. Şer li ku dibe bila bibe, dixwaze bila li Filistînê dixwaze jî bila li erdnîgariya kurdan an jî deverekê din a cîhanê be, qet ferq nake. Yên ku dibin şirîkên van sûcên li dijî mirovahiyê, yên ku ji bo tezkereyê destê xwe radikin, rojek piştre dibin şirîkê qetilkirina mirovên bêgunah, zarok û tunekirina qadên jiyanê. Divê mirov vê yekê bifikire. Jiyana mirovan ji daneyên li ser televîzyonan re bisînor nîne. Pir binirx e. Mixabin kesên şer dikin, hejmaran weke skorê li dijî hev bi kar tînin.
Em beriya kesên tiliya xwe li me dihejînin jî li ser vê xakê dijiyan. Bi hezaran sala ye em li ser vê xakê dijîn. Em ne biyaniyên vê xakê, ev xak bi xwe ne. Yên ku mirina me dixwazin, yên ku weke dagirkeran li me dinêrin divê vê rastiyê baş bizanin, ev mirin û şer dê tu xêrê negihîne tu kesî.
Di kongreya we de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derket pêş. We jî di peyamên xwe de got ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Azadiya Abdullah Ocalan çima wiha girîng e?
Hestiyariya gelê kurd a di mijara Abdullah Ocalan de ji berê ve baş tê zanîn. Du sedemên vê hene; ya yekemîn pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê her kesî mijûl dike. Divê ev pirsgirêk were çareserkirin û rêya herî mayînde ya çareseriyê jî çareseriya bi muxatabên wê re ye. Divê di vê mijarê de kesê herî zêde birêkûpêk li mijarê diniherê, herî baş dinirxîne û hesasiyetên her welatiyekî fêm dike jî birêz Ocalan e. Lewma heta daxilî wê pêvajoyê neyê kirin, mimkin nîne ku pirsgirêka kurd bi awayeke mayînde û bi rêbazên demokratîk were çareserkirin. Di tecrûbeyên cîhanê de jî wisa ye. Me li wir ev rastî anî ziman. Pirsgirêk diyar e, muxatab diyar in. Neçareserkirina pirsgirêkê aborî xera kir, mirovan jiyana xwe ji dest dan, Tirkiyeyê îtîbara xwe ya neteweyî û navneteweyî winda kir. Hewldana me jî ew e ku ev mirin û rewşa tunebûnê ji holê rabe û jiyaneke asayî pêk bê. Ev yek ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê pir baş û binirx e.
Lê belê li holê rewşeke ku tecrîd jî derbas kirî heye û 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Yek ji rojevên sereke ya HEDEP’ê ev e. Gelo di vê mijarê de dê rêyeke çawa were ceribandin?
Feraseta ku dibêje komara demokratîk, neteweya demokratîk û li dijî şer jiyanê diparêze tê tecrîdkirin. Di esasê xwe de pergal bi rêya tecrîdê ji çareseriyê direve. Ji ber ku çareserî dê pêşketinên ne li gorî dilê pergalê bi xwe re bîne.
Min gavek berê jî got, em ê li dijî hemû polîtîkayên îktîdar û pergalê bisekinin. Ma tecrîd tiştekî bi Tirkiyeyê dide qezenckirin? Na. Ev bû sê sal nahêlin birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ma piştî tecrîdê pirsgirêka kurd hate çareserkirin an jî ma kurdan dev ji têkoşîna xwe berdan? Ma ji ber tecrîdê 70 milyon kurdan dev ji maf û daxwazên xwe yên demokratîk berdan? Berevajî vê, pirsgirêk mezintir bûn û li dijî vê yekê tevî hemû zehmetiyan jî têkoşîn didome. Di vê mijarê de tu kesî tiştek bi dest nexist. Feraseta ku dibêje komara demokratîk, neteweya demokratîk û li dijî şer jiyanê diparêze tê tecrîdkirin. Di esasê xwe de pergal bi rêya tecrîdê ji çareseriyê direve. Ji ber ku çareserî dê pêşketinên ne li gorî dilê pergalê bi xwe re bîne. Yên ku di sala 2013’an de mase danîn ew bi xwe bûn. Baş jî kirin. Daxwaza civakên Tirkiyeyê, kurdan û birêz Ocalan bihîstin. Em ê dîsa jî li dijî polîtîkayên zirarê didin gelên Tirkiyeyê têbikoşin.
Serokkomarê AKP’î dîsa ji bo Destûra Bingehîn a nû bang kir. Divê Destûra Bingehî a nû çawa be?
Yên ku dibêjin werin em destûreke bingehîn a nû çêbikin, feraseta ku duh tezkere qebûl kirin e. Geoo bi rastî jî ev feraset destûreke bingehîn a nû dixwaze? Di vê mijarê de em zelal nînin. Xwezî me jidil ji wan bawer bikira. Xwezî gotinên xwe bi pratîkên xwe piştrast bikirana. Em li dijî çêkirina destûreke bingehîn a nû nînin lê divê ji ewil ji bo vê gavên ku bingeha wê amade dikin bên avêtin. Li gorî me zîhniyeteke siyasî ya ku kurdan tune dihesibîne, îradeya wan xesp dike û bi sala ye tecrîdê ferz dike dê nekare makeqanûneke demokratîk çêbike. Di vê mijarê de em gotina herî kin dikin; divê şert û mercên vê bên avakirin ku em jî ji wan bawer bikin. Ji ewil divê jê re bingeh were avakirin û piştre jî bi tevlibûneke befireh bila dest bi xebatên Destûra Bingehîn bikin.
Di serdema nû de dê polîtîkayeke we ya tifaqan hebe yan na?
Xeta me pir zelal e, em girîngiyê didin tifaqên demokratî. Em, tifaqan bi derdorên ku girîngiyê didin demokrasî, edalet, wekhevî û cudahiyan re dikin. Derdorên ku li dijî zext û xizaniyê têdikoşin, yên bi kedkaran re dimeşin, yên rêzê bo hemû baweriyan digirin û girîngiyê didin ciwan, zarok, jin û xizanan û di vê mijaran de li ber xwe didin, hevşirîkên me ne. Hêviya me ew e ku kurd, tirk, ereb, elewî piştevaniya hev bikin, bibin hêzek, bi hev re biguherînin, veguherîn, bi hev re birêve bibin û ji bo cîhanê bibin civakeke mînak. Ez qala tifaqeke têkoşînê ya ku hemû bindest, kedkar, xizan, jin, kurd, elewî û hemû derdorên rastî cihêkariyê tên dikim. Ev tifaq tenê tifaqa hilbijartinê nîne.
Hinek biryar hene ku di konferans û komxebatên di çarçoveya pêvajoya jinûvesazkirinê de hatibûn lidarxistin de hatin girtin û bi raya giştî re hatine parvekirin hene. Heke em rexneyên ji ber hilbijartina giştî hatine kirin jî bi bîr bixin, gelo HEDEP çawa ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî ve diçe?
Mijara ku em ê tu tawîzan nedin ew e ku dê namzetên me dê bi tevlibûna gelê herêmê ve bên hilbijartin û li gorî daxwazên wan bên diyarkirin.
Rêveberiyên herêmî ji bo me gelek girîng in. Em li ser her kitekitên wê nîqaşan dimeşînin. Di civînên bi gel re de jî pêşniyarên pir binirx hatin kirin. Lijneya Rêveberiya Navendî niha piştî avabûna Meclisa Partiyê, dê xebata xwe ya ewil a şênber di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de bike. Piştî nîqaşên di lijneyên me de, em ê stratejiya xwe ya hilbijartinên rêveberiyên herêmî bi deklarasyonekê bi raya giştî re parve bikin. Mijara ku em ê tu tawîzan nedin ew e ku dê namzetên me dê bi tevlibûna gelê herêmê ve bên hilbijartin û li gorî daxwazên wan bên diyarkirin. Ya duyemîn jî, di serî de şaredariyên me yên qeyûm lê hatine tayînkirin, em ê şaredariyên li herêmê teqez bi dest bixin. Ya sêyemîn, ne tenê li bajarên kurdan, di heman demê de em ê li metrepolên Tirkiyeyê jî şaredariyan bi dest bixin. Ez niha dikarim van tiştan bibêjim.
Dixwazim bi rêya we vê yekê dîsa bibêjim; spasiya kesên di her qedemeya partiya me de ked dane, kesên di afirandina vê kevneşopiyê de cih girtin, bedel dayîn, jê bawer kirin, deng dayîn, hemû welatiyan me yên xebitîn, hemû hevalên me û hemû kesên ev peywir layiqî me dîtin, hemû kesên di zindanan de lê dilê wan bi dilê me re lê dide û hevserokên beriya me dikim.”
MA / Selman Guzelyuz-Hakan Yalçin