AMED - Çaglar Demîrel a TJA’yî diyar kir ku AKP’ê bi qeyûman derbe kiriye û wiha got: “Ma hûn dê bi tayînkirina qeyûman pirsgirêka kurd çareser bikin?”
Îktîdara AKP-MHP’ê piştî Şaredariya Esenyurt a Stenbolê, di 4’ê mijdarê de qeyûm tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê kir. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel tayînkirina qeyûman nirxand.
Demîrel, diyar kir ku îktîdarê li herêman derbe kiriye û wiha got: “Gelê kurd serî li ber van polîtîkayan netewand û dê netewîne. Bi mezinkirina têkoşîn û berxwedana xwe dê nerazîbûna xwe bidomînin. Qeyûm, derbeyeke li dijî kurdan, jinan û her kesên li gel demokrasî, aştî û azadiyê ye. Dê nekarin îradeya kurdan û jinan bişikînin û encamekî bi dest bixin. Divê kesek li dijî vê hewldana tunehesibandina îradeya jinan bêdeng nemîne. Heke îrade û nasnameya min tune were hesibandin, nepêkan e ez bêdeng bimînim. Divê nasnameya me ya jin û kurdîtiyê were naskirin. Qeyûm, derbeyeke li dijî jina ye. Mêrdîn, mozaîka çand û baweriyên cuda ye. Qeyûm, derbeyeke li dijî baweriyan e.”
Çaglar Demîrel
Têkildarî nîqaşên ser “pêvajoya nû” jî Demîrel wiha got: “Ma dê pirsgirêka kurd bi tayînkirina qeyûman çareser bikin? Divê yek ji mijarên nîqaş li ser were kirin demokrasî be. Qala dirêjkirina destê aştiyê dikin. Ev dest li gorî çi hate dirêjkirin? Ji bo çareseriya bi muxatabê wê re? Çi gavên şênber hatine avêtin? Bi kurtasî ev kar ne bi çendek gotinan, bi pratîkê dibe. Pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re dikare bê çareserkirin. Gelê kurd bi eşkereyî dibêje; ‘Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê ye, tecrîdê rakin.’ Dema tecrîd hebe, ziman û çanda kurdan qedexe be dê aştî çawa were kirin? Ji bo aştiyê divê ji ewil gav bên avêtin.”
‘DIVÊ STATÛYA KURDAN WERE QEBÛLKIRIN’
Demîrel, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo aştiyê divê ji ewil tecrîd rabe. Divê gavên şênber bê avêtin. Hûn nikarin bi vê zîhniyeta hêj tune dihesibîne meseleyê çareser bikin. Bi naskirina mafên makezagonî û qanûnî, bi qebûlkirina statûya kurdan hûn dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka kurdên li Tirkiyeyê ye. Pirsgirêkeke kûrewî ye. Divê bi giştî were çareserkirin.
Divê her kesên li gel demokrasî, azadî û aştiyê li dijî qeyûman bisekine. Ji bo me tu hukmê qeyûman tune ye û dê li dijî wan têbikoşin. Vê jî em dikarin bi mezinkirina piştevanî, rêxistinî û têkoşîna jinan pêk bînin. Ez di wê baweriyê de me ku em ê bi hev re bi ser kevin.”