* Hevserokê KCDK-E Engîn Sever ji bo mîtînga 16'ê Mijdarê ya li Kolnê ya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan tê lidarxistin banga "Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin" kir.
* Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê dê li Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûman "civîna gel" pêk bînin. Hevberdevka DEM Partiyêê ya Bakurê Marmarayê Aylîn Hacalogûyê got: "Em xwedî li vîna xwe derkevin û rê nedin qeyûman."
* Diljen Ronî ku konsera wî ji aliyê şaredariya CHP'î ve hat betalkirin, bang li CHP'ê kir ku dest ji helwesta xwe ya dudil berde û got: "Astengkirina konsereke kurdî, tê wateya ku hûn ji daxwazên gel tiştekî fêm nakin."
* Serokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban ê ku xwest rêxistinên sivîl bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, diyar kir ku ji bo heyeta ÎHD'ê biçe Girava Îmraliyê dê serlêdaneke nû bikin.