AMED - Hevserokê KCDK-E Engîn Sever ji bo mîtînga 16'ê Mijdarê ya li Kolnê ya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan tê lidarxistin banga "Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin" kir.
Bi armanca azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û çareseriya pirsgirêka kurd wê 16'ê Mijdarê li bajarê Koln ê Almanyayê meş û mîtîngeke mezin bê lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Engîn Sever bang li hemû Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê kir ku beşdarî mîtîngê bibin.
XEBATÊN MÎTÎNGÊ DIDOMIN
Sever bal kişand ku kampanyaya gerdûnî ya di 10'ê Cotmeha 2023'yan de hatiye destpêkirin dewam dike û got: "Di vê pêvajoyê de hemû saziyên kurd ên li Ewropayê bi ruhê seferberiyê xebatên xwe didomînin. Ji CPT û Konseya Ewropayê re name hatin şandin, hevdîtinên gel hatin lidarxistin, semîner û konferans hatin lidarxistin. Di rojên girîng ên wekî Newroz, 8'ê Adarê û 4'ê Nîsanê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Armanca me azadiya Rêber Apo ye."
Sever îşaret bi muhleta Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir ku heta 25'ê Îlona 2025'an ji bo "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan daye Tirkiyeyê û got: "Divê Rêber Apo di zûtirîn demê de azad bibe û em pêvajoyên wekî tedbîrên sînordar ên mîna mafê hêviyê qebûl nakin."
Sever diyar kir ku ew ê heta 16'ê Mijdarê li gelek bajarên Ewropayê gelek çalakiyan li dar bixin.
WÊ GELEK DERDOR TEVLÎ MÎTÎNGÊ BIBIN
Sever ku got "Pêwîst e azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bibe. Wê têkoşîna me ya ji bo vê dozê ranaweste” wiha domand: “Di mîtînga mezin a 16’ê Mijdarê de wê peyama ‘Niha azadî ji Rêber Apo re’ bê dayîn. Kurdên li Ewropayê dijîn azadiya Rêber Apo wekî rûmeta xwe û nasnameya xwe dibînin. Êdî sebra gelê kurd nemaye. Em ê bang li CPT û Ewropayê bikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Ji ber ku em dizanin ku tenduristiya Rêber Apo baş e û silavên wî ji bo me bû nefes. Lê ev têr nake."
Sever wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ne tenê kurd, dostên gelê kurd û komên cuda yên enternasyonalîst ên ku piştgiriyê didin mîtîngê wê beşdarî mîtîngê bibin. 25 komên enternasyonalîst ên li Ewropayê ji bo xebatên me daxuyanî dan. Li Ewropayê endamên komîteyê yên parêzertiya birêz Ocalan kirin wê beşdarî mîtîngê bibin. Wê ji Tirkiye û Kurdistanê gelek saziyên sivîl û siyasetmedarên li Ewropayê jî beşdarî mîtîngê bibin. Ji bo ku kurd di sedsala 21’ê de jiyaneke azad û birûmet bijîn û bi pêvajoyeke wekî Lozanê re rû bi rû nemînin, Azadiya Rêber Apo divê. Rêber Apo, rûmeta gelê kurd e. Divê gelê kurd xwedî lê derkeve."
MA / Delal Akyuz