QERS - Derheqê 29 kesên tev li “Meşa Azadiyê ya Mezin” bûn, bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” doz hate vekirin.
Bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û rêxistinên civaka sivîl, di navbera 1-15’ê sibatê de bi daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan “Meşa Azadiyê ya Mezin” hatibû lidarxistin.
Derheqê 29 kesên di baskê meşê yê Qersê de cih girtin doz hate vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Qersê lêpirsîna xwe ya derheqê 29 kesan de temam kir û bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” îdianame amade kir. Îdianame ji hêla Dadgeha Cezayên Giştî ya Qersê ve hate qebûlkirin.
‘BIRYARA QEDEXEYÊ’ YA WALÎTIYÊ WEKE HINCET HAT NÎŞANDAN
Di îdianameyê de biryara qedexeyê ya walîtiya Qersê ku ji bo rojên meşê ragihandibû weke hincet hate nîşandan. Di îdianameyê de hate gotin ku tevî biryara qedexeyê jî meş hatiye lidarxistin û hat îdiakirin ku dirûşmên hatine berzkirin sûc in.
Danişîna ewil a 29 kesên doz lê hatiye vekirin dê sibe li Dadgeha Cezayên Giştî ya Qersê were lidarxistin.