'Ji bo çareseriyê êdî dora dewletê ye’
- rojane
- 09:52 02/3
Hevserokê AYKAY-DER’ê Mûstafa Yildiz ku di têkoşîna azadiyê de 2 birayên xwe winda kir, diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got: “Niha dora dewletê ye.”
Hevserokê AYKAY-DER’ê Mûstafa Yildiz ku di têkoşîna azadiyê de 2 birayên xwe winda kir, diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got: “Niha dora dewletê ye.”
Ayla Akat Ata ya diyar kir ku Abdullah Ocalan bi banga xwe şensek daye civaka Tirkiyeyê û wiha got: “Pêvajo dike ku hemû pêkhate bi awayekî kolektîf tevbigerin.”
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku banga Abdullah Ocalan formula çareseriyê ye û got: “Em di qonaxa destpêkeke nû de ne. Banga dîrokî, destpêka perspektîfa têkoşîneke nû ye.”
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Hewceye ji bo ‘Mafê hêviyê’ di qanûnan de guhertin bên kirin.”
ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî lidar xistin û hesabê qurbaniyên bi zorê hatine windakirin, pirsîn û her wiha piştgirî dan banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
Foza Yûsif destnîşan kir ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê bandoreke erênî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî bike û got ji bo serkeftina vê pêvajoyê çi pêwîst be ew ê bikin. Foza Yûsif ji gel xwest ku li hember şîroveyên berevajî hişyar be.
Banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê di nava çend deqeyan de di çapemeniya cîhanê de belav bû.
Sirri Sureyya Onder piştî daxuyaniya agirbestê ya PKK’ê axivî û diyar kir ku di hefteya pêş de wê bi civînan rewş zelal bibe ku rayedarên dewletê û siyasetmedar jî wê beşdarî vê civînê bibin. Onder got, di nava 3 mehan de wê her tişt sererast bibe.
Dayikên Şemiyê aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsî ku beriya 31 salan ji aliyê dewleta Tirk ve hate windakirin.
Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz diyar kir ku divê demildest ji bo "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bên kirin.
Bi boneya salvegera 12’yemîn a damezirandina Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di 1’ê Adara 2013’yan de, rêveberiya ajansê daxuyaniyek da û got: "Em ê xebatên xwe yên ji bo bilindkirina rola çapemeniya azad û pêşxistina berdewam a rêbazên ragihandinê bidomînin."
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku ji bo pêvajo bidome divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin û got ku divê destura bingehîn a nû bê rojevê.
Sekreterê Giştî yê 2021 Tum Emeklîlerê Alî Surucu diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd wê bandoreke erênî li ser teqawidan bike û got: "Eger ev pirsgirêk çareser bibe, herî zêde em teqawîtbûyî em ê jê sûd wergirin."
Parlamentera berê ya HDP'ê Huda Kaya bal kişand ser banga Rêberê PKK'ê Ocalan û got: "Divê ji bo jiyaneke birûmet di rêya ber bi encamekê de gaveke berbiçav bê avêtin."