Ji bo danişîna Nîmet Tanrikulu bang hate kirin
- rojane
- 14:36 03/3
ÎHD’ê li gelek bajaran têkildarî danişîna doza parastvana mafên mirovan Nîmet Tanrikulu daxuyanî da û banga berdanê kir.
ÎHD’ê li gelek bajaran têkildarî danişîna doza parastvana mafên mirovan Nîmet Tanrikulu daxuyanî da û banga berdanê kir.
GOÇ-DER’ê diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji bo kesên neçar man xaka xwe biterikînin bûye hêvî û xwest ji bo vegera welatiyan gav bên avêtin.
MKG’ê di rapora xwe ya meha Sibatê de diyar kir ku 2 rojnamegerên jin hatine girtin û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî van êrişan dengê xwe derxînin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin diyar kirin ku rêveberiya qeyûm ji şaredariyê alavan derdixîne û dest bi talankirina amûrên serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan kiriye.
MYK’a DEM Partiyê ji bo teşeya dawî bide “Nexşerêya” ji bo civakîkirina banga Abdullah Ocalan, civiya.
Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Sedat Başkavak diyar kir ku tevî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan jî êriş didomin. Endamê MYK’a ÎHD’ê jî got ku divê îktîdar demildest gavan biavêje.
Danişîna doza Mehmet Uytun ê 18 mehî ku bi fîşeka gazê hatibû qetilkirin sibe tê lidarxistin. Parêzerê Uytun, Yakup Guven da zanîn ku hêj biryara keşfê nehatiye cîbicîkirin û got: “Dê têkoşîna me ya edaletê bidome.”
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Siyaseta demokratîk û zimanê serdema nû em jin dê bi hev re ava bikin.”
Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat diyar kir ku divê dewlet li hemberî vê banga Abdullah Ocalan gavên şênber bavêje û got ku ew ê kampanyaya ku ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi pêngavên nû bidomînin.
Zanyarê siyasetê Ahme Murat Aytaç banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Banga Ocalan ne tenê ji bo siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê, di heman deme de ji bo hevsengiyên hêzan ên li Rojhilata Navîn û siyaseta Kurdan a li herêmê jî xwedî potansiyeleke mezin e.”
Li ser banga Abdullah Ocalan nîqaşa der barê çareseriya pirsgirêka Kurd ket qonaxeke nû, Lamî Ozgen ê di sala 2013'an de endamê Şandeya Aqilmendan de bû got ku piştî ku çek bêdeng bûn, divê pêvajoya muzakereyê were destpêkirin.
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz anî ziman ku heke li hemberî banga Abdullah Ocalan gavên erênî bên avêtin dikare encamek jê were girtin û got: “Êdî dora îktîdar û dewletê ye. Hewceye parlamento jî berpirsyartiyê li xwe bigire.”
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê agirê Newroza 2025’an li gundê Abdullah Ocalan li Amarayê hil kirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got: “Divê êdî şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bên başkirin. Hewceye ev pêvajo bi pêşengtiya wî bê meşandin.”