Li 10 navendan pîrozbahiya Newrozê
- rojane
- 12:34 15/3
Cejna Newrozê îro li 10 navendan tê pîrozkirin.
Cejna Newrozê îro li 10 navendan tê pîrozkirin.
Yek ji alimên olî yên ku banga Abdullah Ocalan wekî banga sedsalê bi nav kir Enver Emîrkûlû diyar kir ku divê dewlet erka xwe pêk bîne.
Ji ber qeyrana aborî çendek beriya Newroz û Cejna Remezanê, Bazara Mezin a Tehranê ya Îranê vala ma û esnaf hatine ber topavêtinê.
Li navçeya Silopiyayê Esmer Şaîk a 70'ê salî ku bi salan e agirê Newrozê bi tena serê xwe pêdixe û pîroz dike dibêje: "Ez ê îsal agirê Newrozê ji bo aştiyê pêxim."
Zanyara siyasetê Yasemîn Ozgunê diyar kir ku desthilat li hemberî banga Abdullah Ocalan tu gavên berbiçav neavêtiye û got: "Ji ber ku heta niha gavên berbiçav nehatine avêtin, gumanên li ser vê mijarê kûrtir dibin."
SOHR’ê ragihand ku di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 110 kes hatin qetilkirin.
Komîteyên amadekar ên Newrozên Edene û Mêrsînê bi daxuyaniyekê banga tevlibûnê li her kesî kirin.
MSD’ê ragihand ku ew danezana destûra bingehîn a hikûmeta demkî ya Şamê red dikin û got: “Divê destûr belavkirina desthilatê bi awayekî adilane mîsoger bike, azadiya xebata siyasî biparêze, mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê nas bike.”
Di danişîna doza Dayikên Aştiyê de ku ji ber hefteya 700’emîn 44 kes dihatin darizandin, ji bo tevahiya kesên tên darizandin biryara beraetê hate dayin.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di pîrozbahiya Newrozê ya Curnê Reş de ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e, axivî û got: “Em ê siyaseta demokratîk li her derê mezintir bikin.”
HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û hêzên wan jî li Pira Qereqozaq û Dêr Hafirê bersiv dane êrişan.
Mehmet Saît Yildirim ê li Girtîgeha Kiriklarê girtî dimîne û tahliyekirina Yildirim 9 mehan hat taloqkirin. Serlêdana li dijî astengkirina berdana Yildirim ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya 4’emîn a Îzmîrê ve hat redkirin.
Zozanên Holozê yên girêdayî navenda Dêrsimê bi helîkopteran hate bombebarankirin.
Siyasetmedar Gultan Kişanak li bajarê Mazlûm Dogan di pîrozbahiya Newrozê de axivî û bersiv da gotina Erdogan a ‘bendeke krîtîk hatiye derbaskirin’ û got, "Benda krîtîk ew e ku ji bo birêz Ocalan di nava şert û mercên azad de tevlî vê pêvajoyê bibe divê derfet bên afirandin."