ENQERE - Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû piştî hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re de axivî û got divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bikevin meriyetê. Mîthat Sancar jî got ku di rojeva wan de qanûna aştiyê heye.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê bi Serokê Giştî Ahmet Davutoglû re hevdîtin kir. Hevdîtin saet di 10.00’ê de dest pê kir, saet û nîvan domiya û piştre daxuyanya hevpar hat dayin.
Di civînê de Mîthat Sancar anî ziman ku ew di qonaxeke nû de ne û got: “Me hevdîtineke girîng kir. Me xwest hem agahdar bikin hem jî bişêwirin. Hesasiyet û girîngiya pêvajoyê li pêş çavan e. Di vê mijarê de tecrûbeyên birêz Davûtoglû û heyetê berfireh e. Di vê serdanê de li ser qonaxa heyî û karê ji niha û pê ve em axivîn. Divê em qebûl bikin ku em di qonaxeke nû de ne. Têkildarî hevdîtina ku me di 2'yê Kanûnê de li Îmraliyê kir, me agahdarî kir. Her wiha têkildarî serdanên partiyên siyasî yên me beriya niha kir, me agahî da. Hevdîtinên me wê ji niha û pê ve dewam bikin."
‘MUTABEQETA SIYASÎ ŞERTÊ BINGEHÎN E’
Sancar destnîşan kir ku hesasiyet û pêwîstiyên qonaxa nû gelekî zêde û girîng in, mijara esasî ya qonaxa nû jî zemîna hiqûqî ye, sererastkirinên qanûnî ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Em rast dibînin ku sererastkirinên qanûnî di bin sernavê 'Hiqûqa Aştiyê' de vebêjin. Qanûna aştiyê bi rengekî giştî hiqûqa aştiyê ye. Mijara ku niha di rojeva me de ye ev e. Têkildarî vê rojevê me hem li nêrînên birêz serokê giştî û heyeta wî guhdarî kir, hem jî di mijara amadekariyan de nirxandinên xwe parve kir. Mutabeqeta siyasî di van pêvajoyan de yek ji şertên girîng ên rêveçûna çêker e. Dikarim bibêjim ku şertê herî girîng e. Lê belê mutabeqeta siyasî di heman demê de divê xwe bispêre mutabeqeta civakî jî û mutabeqeta civakî mezin bike. Di vê pêvajoyê de ku wê bandoreke mezin li aştiya Kurd, Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya hevsengiyên navneteweyî bike, mutabeqeta siyasî û lihevkirina civakî di asta jiyanî de girîng e. Rêya pêkanîna vê jî şêwirîna bi hev re ye, agahdarkirina raya giştî ye, meşandina bi rengekî şefaf e. Bi van serdanên xwe em dixwazin vê bikin. Birêz Davûtoglû ji destpêka pêvajoyê ve hem weke Partiya Gelecekê hem jî weke Koma Yenî Yolê tevkariyên cidî dike. Nirxandinên girîng dikin. Hişyarî û rexneyên xwe tînin ziman. Ev gelekî hêja ne. Ne tenê piştgirî, her wiha daxuyaniyên di asta hişyarî û rexnekirinê de jî gelekî hêja ne."
‘PIŞTÎ HEVDÎTINAN EM Ê BIÇIN ÎMRALIYÊ’
Pervîn Buldanê jî anî ziman ku ew ê hewl bidin rêbazên wergirtina rexne û pêşniyaran bi baldarî bimeşînin û got: “Dixwazim destnîşan bikim ku hevdîtineke gelekî berhemdar bû. Bêguman sûdwergirtina ji tecrûbeyên berê yên birêz Davûtoglû girîng e. Hevdîtineke gelekî hêja bû. Me qonaxa heyî pê re parve kir. Ji bo qonaxa duyemîn jî tevkarî û piştgiriya wî xwest. Mebest ji qonaxa duyemîn bêguman zemîna qanûnî ye. Weke ku me beriya niha got, em qala zemîna aştiyê, zemîna qanûnên aştiyê dikin. Ji ber vê yekê piştgiriya ku ew bidin gelekî girîng e. Bêguman serdanên me wê dewam bikin. Weke ku Mîthat Xoce jî got, em serdana partiyên siyasî hemûyan dikin ên ku koma xwe hene û di dawiya serdanê de jî em plan dikin ku bi serokkomar re hevdîtinê bikin. Piştre jî bêguman wê serdana me ya li Giravê çêbibe. Di serdana Îmraliyê de ku mehê carekê tê kirin, em ê qonaxa heyî pê re parve bikin. Dixwazim bibêjim ku ev girîng in. Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve jî wê şêwirmendiyên me, diyaloga me dewam bikin. Em ê rêbaza wergirtina rexneyan û pêşniyaran, her wiha nîqaşa bi hev re bi baldarî bimeşînin. Ez careke din spasiya xwe ji birêz serok û heyeta wî re dikim.”
‘DIVÊ ZEMÎNA HIQÛQÎ DI DEMEKÎ HERÎ KIN DE BÊ AVAKIRIN’
Ahmet Davûtoglû jî piştî ku spasiya heyetê kir, anî ziman ku ew di qonaxeke krîtîk de ne û got: “Bi rastî jî em di qonaxeke krîtîk de ne. Meha derbasbûyî li Bakurê Iraqê bûm, min hewl da atmosfera wê derê hîn bibim. Di vê qonaxa krîtîk de wezîfe dikeve ser milê me hemûyan. Divê em pêvajoya li ser sê lingan bi baldarî, hesas û plankirî bimeşînin. Yek jê qonaxa li nava Tirkiyeyê ye. Komîsyona li meclisa me ava bû, wezîfeya xwe di asteke mezin de bi cih anî. Wezîfeya dikeve ser milê Serokê Meclisê û rayedarên komîsyonê yên pêwendîdar ew e ku piştî rapor ji partiyan wergirt rapora xwe di dema herî kurt de amade bikin û pêşkêşî raya giştî bikin. Ev gelekî girîng e. Piştre jî têkildarî pêvajoya qanûnî, têkildarî zemîna hiqûqî çi pêwîst be divê di dema herî kurt de bê kirin. Dibe ku hin mijar bi baldarî hatin meşandin, lê belê bi dîtina min ev pêvajo gelekî hêdî dimeşe. Ji bo pêşî li provokasyonên gengaz bê girtin, ji aliyê hevsengiyên Rojhilata Navîn ve zarûrî ye ku pêvajo di demeke kurt de temam bibe."
Davûtoglû diyar kir ku mutabeqeta siyasî û çandî divê lig el hev bimeşe, heke mutabeqeta siyasî neyê bicihanîn, hingî bicihanîna mutabaqata civakî jî wê zehmet be û destnîşan kir ku di vê mijarê de wan nêrînên xwe bi rengekî samîmî parve kir û wê tevkariya xwe ya erênî jî dewam bikin.
'VERASTKIRINÊN QANÛNÎ DIVÊ BI LEZ BÊNE KIRIN'
Davûtoglû, destnîşan kir ku li nava Tirkiyeyê divê sererastkirinên qanûnî bi lez bêne kirin û got: “Li Bakurê Iraqê pêvajoya bêçekbûnê divê bi lez bê meşandin û tavilê biqede. Tirkiye divê piştgiriyê bide karekî lihevkirina neteweyî ya li Sûriyeyê ku Tirk, Tirkmen, Ereb, Kurd, Durzî, Sûnî, Elewî her kesî hembêz bike û aştiya navxweyî li Sûriyeyê misoger bike.”
