ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
- rojane
- 13:41 06/11/2024
ÎHD’ê têkildarî tayînkirina qeyûman ji Wezareta Karên Hundir re name şand û wiha got: “Biryara xwe betal bikin.”
ÎHD’ê têkildarî tayînkirina qeyûman ji Wezareta Karên Hundir re name şand û wiha got: “Biryara xwe betal bikin.”
Sewqkirina girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû ji bo ATK’ê hat betalkirin. Hat diyarkirin ku wê raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin.
Hevserok û nûnerên partiyên siyasî li Xelfetiyê di çalakiya dijî qeyûm de axivîn û banga berxwedana li dijî qeyûman li her kesî kirin û ev peyam dan: "Qeyûm ne çareserî ye, çareserî li Îmraliyê ye."
Li gorî rapora MKG’ê ya cotmehê, 6 rojnameger hatin binçavkirin, gef li 5 rojnamegeran hate xwarin û êrişa fîzîkî li 3 rojnamegeran hate kirin.
Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin. Cîgira Serok Dîlek Akyapi diyar kir ku dê li dijî neheqî, cihêkarî û zextan têbikoşin.
Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê didome. Berxwedan dê bi meşeke ji sê milan ve bidome.
Li Xelfetiyê berxwedana li dijî qeyûm berdewam dike. Jinek astengdar wiha bertek nîşanî qeyûm da: “Ev der ya me ye. Me dengê xwe da DEM Partiyê. Qeyûm zilm e em vê qebûl nakin.”
Li dijî girtina Şaredarê Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, îtîraz hat kirin.
Li gorî nûçeya Fox Newsê, di hilbijartinên DYA’yê de namzetê Komarparêzan Donald Trump bi ser ket.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê weke karê destpêkê Mobese di ketina şaredariyê de bi cih kir.
Danişîna ewil a doza Narîn Guran ku hê jî gelek guman û pirs bêbersiv mane û nehatine zelalkirin, dê sibê bê lidarxistin. Parêzer Berfîn Polat diyar kir ku rayedaran hê jî bersiva tu pirsan nedane û banga beşdariya danişînê kir.
Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: “Derdê wan çareserî lê tesfiye ye.” Parlamenter Kamûran Tanhan jî got; “Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê.”
Li Cizîrê polîsan li zarokekê 14 salî xistin û binçav kirin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr diyar kir ku dê li dijî tayînkirina qeyûm paşvegavê neavêjin û wiha got: “Roj roja xwedîderketina li vîna xwe ye.”
Hunermend Orhan Aydin diyar kir ku divê tu kes li hember tayînkirina qeyiman bêdeng nemîne û got: "Me helwesta gelê Wanê ya li dijî qeyim, bi berxwedanê silav kiribû. Divê heman tişt bên kirin."