ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2024'AN
- rojane
- 09:00 09/11/2024
Kesên xwe wekî polîsan dan naskirin, bi çekan gef li rojnamevanan xwarin û xwestin xebatkarê Yenî Yaşamê Veysî Akoren birevînin. Piştî nerazîbûna gel kesên xwe wekî polîsan dan naskirin reviyan.
Li Mêrdînê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.
Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kayayê li Silopiyayê di daxuyaniya li dijî tayînkirina qeyûman de axivî û diyar kir ku navnîşana aştiyeke birûmet Îmraliyê ye û got: "Em ji vir bang dikin, soza xwe bi cih bînin û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin."
Polîsan li Êlihê di roja pêncemîn a protestokirina qeyûman de êrişî girseyê kir. Ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan didin û xwe diparêzin.
Li Amedê bi dirûşma “Ne qeyûm, demokrasî” meşek girseyî hat lidarxistin. Piştî meşê Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari axivî û got: “Ev berxwedan wê qeyûman ji ser vê axê paqij bike.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Geverê di meşa dijî qeyûm de axivî û got: “Rê û dirba çareseriya pirsgirêka kurd diyar e. Dest ji polîtîkyên xwe qirêj berdin, deriyên Îmraliyê vekin.”
Ciwanên di Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hatin binçavkirin û bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin, hatin berdan.
Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê Vedat Ozer ku ji qeyûmê Êlihê re got; “Şaredariyê vala bike” hate girtin.
DAD’ê têkildarî gotinên Serokê Giştî yê Partiya Îyiyê Dervîşoglû daxuyanî da û wiha got: “Peyrewên kesên digotin ‘Yên vedigerin bila vegerin, ez ji rêya xwe venagerim’, tu carî teslîmî siyaseta tirsê nabin.”
Di nobeta li dijî tayînkirina qeyûm a li Xelfetiyê de bi pankarta “Qeyûmparêziya xeyalî li vir binaxkirî ye” peyama dîrokî hate dayin.
Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa “Şaredariya Xelfetiyê” ya li ser hesaba medyaya dijîtal jê bir.
Asayîşa PDK’ê endamên Nûnertiya Herêma Federe ya Kurdistanê ji Hewlêrê derxist.
Li Wan û Amedê bi hezaran kes li dijî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê meş li dar xistin.
Dema girtî Veysî Bîçen dibirin nexweşxaneyê, meşa leşkerî lê hate ferzkirin. Leşkeran Bîçen derb kirin û gef lê xwarin.