Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin
- rojane
- 15:00 10/12/2024
Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û hate gotin ku neçareserkirina pirsgirêka kurd, astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Di heman demê de êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîer a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin protestokirin.