ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
- rojane
- 09:00 01/1
Şerîfe Mihemedî ku li Girtîgeha Lakanê ya Îranê tê ragirtin, rakirin nexweşxaneyê.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî di nav de, der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin.
Kerem Budak ku 2 caran tehliyeya wî hatibû astengkirin, hate tehliyekirin.
Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de çalakvanan piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan.
Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê de axivî û got ku di serî de îktîdar û muxalefet hewceye her kes li dora perspektîfa Abdullah Ocalan bibe yek.
Li gorî rapora IFJ’ê, di sala 2024’an de 122 rojnameger hatin kuştin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi bîr xist ku rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di êrişa hewayî de hatine qetilkirin û wiha got: “Divê binpêkirinên li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin.”
Dewleta tirk gundên Herêma Biradostê bi balafirên şer bombebaran kir.
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hatiye destpêkirin di roja 9’an de didome.
Koma paramîlîter a girêdayî dewleta tirk SMO’yê derdora Pira Qereqozaqê û Xaçerêya Sirînê bombebaran kir. Êrişên ser herêmê didomin.
Fahriye Ceylan piştî 32 salên dîlgirtinê li bajarê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin.
Rêveberê DEM Partiyê yê Cizîrê Ahmet Baysoy ku zêdetirî 40 sal in di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih digirt, jiyana xwe ji dest da.
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, dîhaber û rojnameyên Azadiya Welat û Rojevê di salên 2016 û 2017’an de bi KHK’an hatin girtin. Têkildarî biryarên girtinê, ji Komîsyona OHAL’ê re serlêdan hatin kirin lê belê aqûbeta van serlêdanan li gel ku bi se re 8 sal derbas bûne jî nayê zanîn.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî sala nû ev peyam da: “Weke Tevgera Gel û Azadiyê, em diyar dikin ku nêrînên Rêbertiya me ku di rojên dawî yên sala 2024'an de mîna manîfestoyê ye, wê di sala nû de bibe pisûlayê me ya têkoşînê.”