STENBOL - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî daxuyaniyên Devlet Bahçelî nirxand û got ku divê weke gava ewil destûr were dayin ku malbat û parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikarin hevdîtinê bikin.
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî 43 meh in tu agahî nayên girtin. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan qebûl kir û ji bo “Mafê hêviyê” ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara “tevdîrên pêwîst bigirin” dabû, “tesfiyekirina rêxistinê” weke şert danî pêş.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, têkildarî daxuyaniya Bahçelî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
‘BIRYARA NY’Ê BI CIH NE ANÎN’
Yureklî, got ku Bahçelî qala pirsgirêkên civakî, çandî, polîtîk û aborî kiriye û wiha domand: “Ev pirsgirêk tevek jixwe tevgera siyasî ya kurd û pêkhateyên wan bi raya giştî re parve kiribûn. Hem têkildarî van pirsgirêkan hem jî têkildarî krîza Rojhilata Navîn, birêz Ocalan di sala 2019’an de pêşdîtinên girîng kiribû. Ev daxuyanî, piştrastkirina wan pêşdîtinan e. Derheqê van daxuyaniyan de dikare gelek şîrove bên kirin lê ji bo mijara sereke û ewil ev e; nêzî 44 meh in agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Serlêdanên parêzer û malbatan bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin. Têkildarî vê tu agahî, belge û dosyayan nadin me. Tenê di îlona 2022’yan de CPT carekê çûye serdanê. Lê ji ber ku hikûmet destûrê nade, rapora xwe parve nake. Ev yek ji bo me cihê gumanê ye. Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê ji ber binpêkirina qedexeya îşkenceyê biryar dabû ku tavilê hevdîtin bên kirin. Lê ev biryar bi cih ne anîn.”
‘DIVÊ TAVILÊ HEVDÎTINÊ BIDIN KIRIN’
Yureklî, gotina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç a “Tecrîd tune ye” bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Me îro dît ku tu rastiya vê gotinê nîne û tecrîda li Îmraliyê hate qebûlkirin. Weke parêzeran ji bo me gava ewil e ku malbat û parêzerên birêz Ocalan bikarin hevdîtinê bikin. Yek ji gava jidil û girîng ev e. Ji derveyî van nîqaşan, divê birêz Ocalan bikare hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bîne. Nîqaşeke ku birêz Ocalan di navenda wê de tê kirin. Ya exlaqî ew e ku birêz Ocalan bi xwe yekser biaxive. Divê bikare fikrên xwe vebêje. Ji bo vê jî divê tecrîd bê bidawîkirin û hevdîtin bên kirin.”
BERSIVA ‘MAFÊ HÊVIYÊ’
Têkildarî şertê Bahçelî ji bo “Mafê hêviyê” daye pêş jî Yureklî ev nirxandin kir: “’Mafê hêviyê’, ji ber Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê mafekî gerdûnî ye. Û DMME’yê di vê mijarê de ji bo birêz Ocalan biryar daye. Ev nabe mijara muzakereyên polîtîk. Ev têkildarî bicihanîna biryarên AYM û DMME’yê ye.”
MA / Dîren Yurtsever