Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê êriş hate kirin

img
RIHA - Duh bi şev li dijî avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bêrecûkê êriş hate kirin. 
 
Li dijî avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bêrecûk a Rihayê êrişa çekdarî hate kirin. Li dijî avahiya partiyê ya li ser Cadeya Abdulkadîr Erdîl a li Taxa Meydanê bi şev saet derdora 03.30’an de êriş hate kirin. Nasnameya êrişkar an jî êrişkaran hêj nehatiye eşkerekirin û di êrişê de xesarên madî çêbûn.