ROJEVA 27'Ê ADARA 2024'AN

img
* Hevserokê Desteya Şaredariya Cizirê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Silêman Ereb ku têkildarî pergala rêveberina şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî, bi lêv kir ku ew li gor fikra Neteweya Demokratîk xebatên şaredariyê bi rê ve dibin û bi pergala hevserokatiyê xweseriya jinê esas tê girtin.   
 
* Malbatên Roboskê bang li her kesî kirin ku di vê hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derkevin û gotin: "Her raya ku ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare. Dema hûn raya xwe biavêjin komkujiya Roboskê bînin berçavên xwe." 
 
* DAIŞ, piştî êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye û Iraqê, li Rûsyayê ji 139 kes qetil kirin. Rojnameger Cîhan Bîlgîn diyar kir ku DAIŞ bi êrişan dixwaze bigihêje weziyeta xwe ya beriya 2015'an. 
 
* AKP'yiyên ku tirsa şaredarî têkeve destê DEM Partiyê xwe lê girtiye, bi beranberî "soza dengdanê" dest bi belavkirina kartên marketê yên danûstendinê kir. 
 
* DEM Partî ku armanc dike qeyûman ji Kurdistanê bişîne û deverên bi ferqeke biçûk bi dest nexistibû bi dest bixe, ji herêma Egeyê bi hezaran hilbijêrên xwe dişîne bajarên wan. 
 
* Qeyûmê Şaredariya Êlihê, beriya hilbijartinê Navenda Jinê ya Selîsê salane bi hezar û 500 lîreyî bi kirê da Serokatiya Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî. 
 
* Parastvanên mafan diyar kirin ku girtina Hatîce Yildiz a 75 salî ku li ser sedyeyê biribûn girtîgehê binpêkirina mafê mirovan e, şandina pereyan a ji bo girtiyan maf e û dê piştevaniya xwe bidomînin. 
 
* DEM Partî dê li gelek bajaran bi gel re hevdîtinê pêk bîne û şahiya ciwanan li dar bixe. (10.00-20.00) 
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (16.00) 
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Qersê, Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari li Çewligê; Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî li navçeya Qereyazî ya Erziromê dê tev li mitîngan bibin. (11.00-13.00-10.00) ZINDΠ
 
* ÎHD têkildarî serdana CPT’yê ya Tirkiyeyê û nameya ji CPT’yê re şandine dê li navenda xwe ya giştî ya li Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.30) 
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê li gelek bajaran bidome. (11.00-17.00) 
 
* Şaxa OHD’a Stenbolê rapora salekê ya têkildarî Girtîgehên Marmarayê amade kiriye dê li avahiya komeleya xwe ya li Beyoglûyê aşkere bike. (13.00) 
 
* Platforma Jinan a Îzmîrê ji bo balê bikişîne cînayetên jinan dê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê daxuyaniyê bide. (18.30)