TJA: Hikumet berpirsê tecawizê ye

  • jin
  • 12:55 25 Nîsan 2019
  • |
img

AMED - Aktivîstên TJA'yê tecawiza zaroka 5 salî ya li Kanarya yê şarmezar kirin. Parlementera HDP'ê Semra Guzel, diyar kir ku tecawiza li dijî zaroka 5 salî, nîşaneya têkçûyîna civakiye û got: "Berpirsê bûyerê hikumeta AKP'ê ye." 

Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê tecawiza li dijî zaroka keç a 5 salî ya li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê pêk hat de, li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel li  ser navê TJA daxuyanî da û got: "Biryara veşartinê danîn ser dosyeya lêpirsîna ji bo faîl bên girtin. Bi vê hewl didin ku bi ser tecawîzê bigirin."
 
'ZIMANÊ CIHÊKAR TECAWÎZÊ  PÊŞ DIXWE'
 
Guzel, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Tacîz, tecawuz, şideta li ser jinan her roj bi awayek din rû dide. Herî dawî Navçeya Kuçukçekmece ya Taxa Kanarya ya  bajarê Stenbolê  di 23’yê Nîsanê de zarokek temenê wê 5 salî rastî istismara zayendî hat. Tevî ku bersûcê bûyerê hatine girtin, biryara sernixumandina dosyayê hate dayîn. Dixwazin vê bûyerê binuxumînin. Ev êrişa li hember zarokek  temenê wê 5 salî  têkçûna wîcdanê civakê ye. Divê li dijî bûyerên tacîz, tecawûz, şîdetê li her qadên civakî, dadî bertek bê nîşandan. Divê li her qadên civakî, dadî, li hember van kiryarên qirêj em her di nav şoreşê de bin, lê mixabinî hîna di rewşek bêdeng de ev bûyerana tên jiyîn. Ya herî girîng jî li hember vê yekê polîtîkayên bi bandor nayên afirandin.
 
'BERPIRS HIKUMETA AKP'Ê YE'
 
Guzel, da zanîn ku hişmendiya zilam a serdest di kîjan pêvajoyê de be heyîna xwe li ser bedena jinê ava dike û wiha bilêv kir: "Daxistina cezayê bersûcan bûyerên tacîz û tecawizan biryareke ji bo hişmendiya zilamê serdest li ser pêya hêştinê ye. Ev yek dijmantiya jinê ye. Pêwîst bû li hember van neyartiyan şoreşek hatiba afirandin. Lê dijî wê hukumet û mêr di heman gotinê de ne. Dixwazin bi vê yekê îradeya jinê tune bihesibînin. Berpirsê bûyerê hikumeta AKP'ê ye."
 
BANG LI RAYEDARAN KIR 
 
Guzel, dest nîşan kir ku ew yek tenê jî bibin, dê zarokan biparêzin û ev bang li rayedaran kir: "Emê bi jinan re têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê hemû faîlên berpirsên tecawiza zaroka biçûk bên dîtin. Ji bo tecawîzkar bên cezakirin em rayedaran dawetî peywirê dikin."