Mor Çati: Ji 800 serlêdanan 682 tundî heye

  • jin
  • 13:42 5 Nîsan 2019
  • |
img
STENBOL - Weqfa Sitargeha Jinan a Mor Çati, diyar kir ku ji 800 serlêdanên 682 jin rastî tundiyê hatine. 
 
Weqfa Sitargeha Jinan a Mor Çat, rapora xebatên xwe yên sala 2018’an, bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir. Di raporê de hat diyar kirin ku, Mor Çati di sala 2009’an de hatiye avakirin û bi navbeynkariya navenda piştevahiyê hewl dide jinên rastî tundiyê tên biparêze.” 
 
‘BI GIŞTÎ HEZAR Û 808 PIŞTÎRÎ DAN’
 
Di rapora hat weşandin de wiha hat gotin: “Navenda Piştevaniya Mor Çati di sala 2018’an de, yek car 800 jin û zarokan serî li wan dane, hezar û 409 hevdîtin pêk anîne. Dîsa bi giştî hevdîtin bi hezar û 808 jinên ku berî sala 2018’an serî li wan dabûn û piştgiriya ji bo wan dewam dike re, kirin. Ji 800 kesên piştgirî ji bo wan tê dayîn rojbûyîna 645 kesan nayê zanîn. Ji van kesan zarokên 4 û 15 salîne. Jinên ku serî li Mor Çati dan jî temenê wan dinavbera 36,34 û 25’an de diguhere. Ji kesên serî li wan didin temenê wan ji sedî 20 jê 16-24, ji sedî 24 jê 34-44, ji sedî 12 jê 45-54, ji sedê 3 jê 55-64 û ji sedî 1 jê 65 saline. 
 
ALÎKARÎ JI BO 44 JIN Û ZAROKAN HAT DAYÎN
 
Ji 800 serlêdanan, 682 jin rastî tundiyê hatine. Ji sedî 91 kesên tundî li jinan kirin, mirovên nêzî wane. Ji sedî 61 jin ji aliyê hevjin û hevjînên xwe yên berê ve rastî tundiyê hatin. Piraniya jinên zewicî û yên hevjînê xwe berdayîn, tundiya li ser wan zêdetir bû. Ji van jinan ji sedî 36 5 sal û kêmtirîn, ji sedî 22 6 û 10 sal zewicandina wan berdewam kiriye. Bi giştî alîkarî ji bo 44 jin û zarokan hatiye kirin.”