AMED - Rojnameya Xwebûnê 6 salên xwe temam kir. Edîtora rojnameyê Xecê Şen diyar kir ku ew ê di her şert û mercî de rojnameya bi zimanê Kurdî bigihînin gel.
Rojnameya heftane ya bi zimanê Kurdî Xwebûn ku di 23'yê Kanûna 2019'an de li Amedê dest bi weşanê kir, 6 saliya xwe temam kir. Rojname ji bo balkişandina ser zimanê Kurdî ku di bin zexta asîmîlasyonê de ye û ji bo pêşvebirina belavbûna wê hat damezrandin. Edîtora rojnameyê Xecê Şen, têkildarî rojnameyê axivî. Xecê Şen destnîşan kir ku ew ji bo serdema weşana nû hîn bi hêztir amadekariyan dikin û got ku ew armanc dikin ku daxwazên xwendevanên xwe bicîh bînin.
PAŞVE GAV NEAVÊT
Xecê Şenê destnîşan kir ku piştî girtina rojnameya Azadiya Welat wan dest bi weşandina rojnameya Xwebûnê kiriye û got: "Bi salan Azadiya Welat hebû; ew mîna nasnameya Kurdan bû û bi vî rengî weşana xwe domand. Di sala 2016'an de bi biryarnameyekê (KHK) hat girtin. Piştî ku Azadiya Welat hat girtin, demekê wekî e-rojname xebata xwe bi awayekî dîjîtal domand. Û di dawiyê de, di sala 2019'an de, wekî Rojnameya Xwebûnê dest bi weşana heftane kir. Ji wê demê ve, Xwebûn tevî hemû zehmetiyan û zextên li ser zimanê Kurdî bênavber xebata xwe domand. Rojnameya Xwebûnê eslê xwe û hebûna xwe parastiye."
ŞERT Û MERCÊN DIJWAR
Xecê Şenê diyar kir ku ew rojnameyan di bin şert û mercên dijwar de digihînin xwendevanên xwe û got: "Xwebûn, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tê belavkirin. Lê niha li gorî serdema Azadiya Welat zehmetiyên mezintir hene. Ji ber ku her kesî navê Azadiya Welat dizanibû, demeke dirêj kişand ku rojnameya me bi navê Xwebûnê were nasandin. Ev ne tenê ji bo Xwebûnê, lê ji bo hemî karên me jî derbasdar e. Û di vê serdemê de, rojnameya Xwebûnê hem bi awayekî dîjîtal weşanê dike û hem jî kevneşopiya xwe ya çapkirî didomîne."
XWENDEVAN
Xecê Şenê destnîşan kir ku dema ew bi xwendevanên xwe re diaxivin, ew der barê rojnameyê de nirxandinan digirin û got: "Gerek rojnameya Xwebûnê hebe, hin kes bi rêya telefon û medyaya dîjîtal dişopînin. Rexne û pêşniyazên gel bi rêya hevkarên me yên di vî warî de dixebitin digihîjin me. Bi vî awayî, xwendevan jî nirxandinên xwe yên der barê kêmasî an xeletiyên di naveroka Xwebûnê de hene."
NAVEROK
Xecê Şenê bal kişand ser naveroka rojnameyê û got: "Bê guman naveroka Xwebûnê pir girîng e. Naveroka rojnameyê jin, analîz, nûçeyên taybet, entegrasyon, sosyalîzm, aborî, ziman û çand û wêjeyê dihewîne. Em ji bo sala nû planan çêdikin. Em ê hîn bihêztir vegerin."
Xecê Şenê her kesî vexwend panela ku ew ê wekî rojname di 21'ê Kanûnê de li Şaxa Sendîkaya Perwerdehiyê ya Hejmar 1 li dar bixin.
MA / Fethî Balaman
