AMED - Welatiyên ku beşdarî Civîna Civaka Demokratîk bûn, ji bo beşdarbûna mîtînga "Hêvî û Azadiyê" ya ku dê di 4'ê Çile de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê lidarxistin, banga beşdarbûnê kirin.
Platforma Saziyên Demokratîk dê di 4'ê Çile de li Qada Îstasyonê mîtînga "Hêvî û Azadî" li dar bixe û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike. Welatiyên ku beşdarî civîna gel a ku li navçeya Sûrê ya Amedê di çarçoveya Civînên Aştî û Civaka Demokratîk de hat lidarxistinbûn, bal kişandin ser girîngiya mîtîngê û banga beşdarbûnê kirin.
Welatiyan got: "Divê kes ji vê mîtîngê nemîne. Dibe ku ev mîtîng, dirûv bide pêşeroja me. Ev mîtîng, xwedîderketina li Rêberê me ye, roja qîrîna azadiya wî ye. Heta ku azadiya Rêberê me neyê misogerkirin, azadiya civakê nayê misogerkirin. Ji ber vê yekê, em li bendê ne ku her kesê di mîtîngê de xwedî li Rêbertî derkeve."
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel
