HATAY - Serokê DEP’ê yê Samandagê Mehmet Latîfecî ku hatibû qetilirin, li ser gora xwe hate bibîranîn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di bîranînê de axivî û got: “Heta ku alaya wan bi ser dikeve em ê vê têkoşînê mezin bikin.”
Serokê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê navçeya Samandag a Hatayê Mehmet Latîfecî di 30’ê Adara 1995’an di kêmîneke faşîstan de tevî bavê xwe Yaha Latîfecî hatibû qetilkirin. Latîfecî, di 30’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Gundê Sutaşiyê yê Samandagê hate bibîranîn. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Girseya ku di têketina goristanê de hate gel hev, pankarta “Mehmet Latîfecî di têkoşîna me de dijî” hilgirt û bi dirûşmên “Mehmet Latîfecî nemir e” û “Bijî biratiya gelan” meşiya.
Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Endamê MYK’a Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Mert Arslan Yurek kesên di meha Adarê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Yurek, anî ziman ku Latîfecî di têkoşîna wan de dijî. Nûnerê SODAP’ê Doganay Karasu jî anî ziman ku Mehmet Latîfecî nasname û baweriya Elewiyên Ereb parastiye û şoreşgerekî ji bo vê têkoşiya ye. Karasu got ku dê têkoşîna Latîfecî bidomînin. Li ser navê Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Behra Spî Mevlut Oruç jî anî ziman ku Latîfecî neferê têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê bû.
'EM Ê TÊKOŞÎNA WÎ MEZIN BIKIN’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî di serî de Mehmet Latîfecî, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî û got: “Serdestan, meha Adarê veguherandin meheke xwînî. Mehmet Latîfecî, yek ji fîgurên siyasî yên herî girîng ê vê civakê bû û kesayetekî şoreşger bû. Pirsgirêka Kurd di demekî pir zû de anîbû ziman û endamê avadaniyeke siyasî ya wiha bû. Mehmet Latîfecî, ji bo tifaqa dîrokî ya tevgera azadiyê ya gelê Kurd û avadaniyên sosyalîst ên Tirkiyeyê xwedî kedekî mezin bû. Sedema qetilkirina wî jî ev bû. Ji Mêrsînê heta Laziqiye û Lubnanê, ji bo tevahiya Elewiyên Ereb têkoşîneke mezin meşand. Şoreşgerekî mezin bû.
Mehmet Latîfecî, ji hêla dûvikên çeteya Susurlukê ve hate qetilkirin. Pêşengtiyeke rast ji bo gel dikir. Ji bo pêşî li vê bigirin jî tevî bavê xwe Yahya Latîfecî hate qetilkirin. Latîfecî, Mahîr Çayan û hêj gelek şoreşgerên din bi vê sedemê hatin qetilkirin. Heta ku em alaya wan bi ser dixin dê têkoşînê mezin bikin.”
Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ser gorê.