NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 3’yemîn a kovara Îslama Demokratîk bi manşeta “Tewhîd û Edalet” derket.
Hejmara 3’yemîn a Komara Îslama Demokratîk bi manşeta ‘’Tewhîd û Edalet’’ hate weşandin. Xwîner dikarin kovara ku 6 mehan carekê derdikeve, li Kurdistan, Ewropa û Tirkiyeyê temîn bikin.
Di hejmara nû de ji aliyê edîtoryaya kovarê ve daxuyaniyek hate dayîn û ev yek hatin gotin: “Li gel hejmara yekem a kovara me, me dixwest Îslamê rast bidin fêhmkirin û civakê bi agahiyên rastîn ronî bikin. Hejmara kovara me ya nû bi sernavê 'Tewhîd û Edalet' hate weşandin. Kovara me bes ne weşanek e; ji bo ku civak rast were agahdarkirin, xwedî berpirsiyar e jî. Armanca me ya sereke girêdayî Qurana Pîroz nîşandana heqîqetê, sererastkirina tiştên şaş hatine fêhmkirin û li hemberî zextan parastina heqiyê ye. Ji bo ku civak di mijara olê de girêdayî çavkaniyên rast were agahdarkirin û cewhera Îslamê fêm bike me dest bi rêyeke wiha kir û em ê meşa xwe bidomînin jî. Li pêşiya me serdemeke nû heye û em dixwazin di vê rêyê de hevrêtiya xwînerên xwe bikin. Bi saya piştgirî û têkariyên we em ê bibin dengê heqîqetê. Em li vir in û em ê meşa xwe bidomînin."