NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku di meha Adarê de li Efrînê 11 welatî hatin revandin, kesekî jiyana xwe ji dest da û 300 darên zeytûnan jî hatin birîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bîlançoya binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter di meha Adarê de li Efrînê kirine, parve kir.
Li gorî raporê; di meha Adarê de 11 kes hatin revandin û 20 kesên hatibûn revandin ji Girtîgeha Raiyê reviyan; kesek di encama teqîna bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da; îşkence li 6 kesan hat kirin ku hinek ji ber pîrozkirina Cejna Newrozê rastî îşkenceyê hatin; zêdetirî 300 darên zeytûnan hatin birîn; zêdetirî 3 hezar û 100 darên daristanî li daristanên Çiyayê Qaziqlî, Hec Hesenlî û Qitmê hatin birîn.
Di heman demê de hate destnîşankirin ku xerac li ser milkên koçberan hatin ferzkirin û gelek kel û pelên şêniyan ji aliyê komên paramîlîter ve hatin dizîn.