NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî agirbestê jî dewleta tirk di tevahiya meha Remezanê de êrişên xwe domand.
Tevî biryara agirbestê ya PKK’ê ku di 1’ê Adarê de hate ragihandin, êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê û Garê yên Herêma Federe ya Kurdistanê di tevahiya meha Remezanê de berdewam kirin.
Di daxuyaniyê de bîlançoya êrişên di 27, 28 û 29’ê Adarê de hatin aşkerakirin. Li gorî vê; herêma Garê 7 caran, herêma Zapê 4 caran, herêma Metînayê carekê û bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin. Di 28 û 29’ê Adarê de jî herêma Xakurkê 121 caran, herêma Garê 42 caran, herêma Metînayê 44 caran, herêma Zapê 869 caran û bi giştî hezar û 76 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombebarankirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li hinek herêman bersiva êrişan hatiye dayin.