NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî û got: “Hêj jî rêya me ronî dikin.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û 9 hevalên wî yên di 30’ê Adara 1972’yan de li Kizildereyê hatin qetilkirin û Serokê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Navçeyê Mehmet Latîfecî ku li Samandag a Hatayê hatibû qetilkirin, bi bîr anî.
Tulay Hatîmogûllari, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha got: “Mahîr Çayan û rêhevalên wî ku di 1972’yan de li Kizildereyê hatibûn qetilkirin û Serokê DEP’ê yê Samandagê Mehmet Latîfecî ku di sala 1995’an de li Samandagê di kêmîneke faşîstan de hatibû qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînim. Ew ên ku piştevaniya şoreşgerî bi canê xwe rêsandin û neferê komunist enternasyonalîstê yê gelê Ereb Mehmet Latîfecî rêya me ronî dikin.”