ENQERE - Şaxa ÎHD’a Enqereyê ji bo berdana girtiyê nexweş ê 78 salî Îsa Ozgan banga berdanê kir.
Îsa Ozgan ê 78 salî li Girtîgeha Hejmar 5 a Marmarayê tê ragirtin. Ozgan, di 26’ê Mijdara sala 2024’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û girtin. Ozgan, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê bi daxwaza tehliyekirina Ozgan, li avahiya şaxa xwe daxuyanî da. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), endamên Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê û Meclisa Dayikên Aştiyê tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îhsan Kocabiyik da zanîn ku di dema binçavkirinê û lêpirsîna dozgeriyê de biraziyê Ozgan ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dayî hatiye pirsîn. Kocabiyik, wiha domand: “Heta niha jî der heqê wî de tu îdianame nehatine amadekirin. Lê belê bi ser rewşa wî ya girtî re 2 meh derbas bûne û hêj jî dîroka doza wî diyar nîne.”
REWŞA WÎ XERAB DIBE
Di berdewamê de Kocabiyik anî ziman ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Ozgan didomin û wiha got: “Tedawiya wî baş nayê kirin lewma rewşa wî girantir bûye. Nexweşiyên wî yên weke dil, tansiyona bilind, qelewî, prostat, romatîzma û nexweşiyên kronîk hene. Piştî ketî girtîgehê, tedawiya nexweşiyên wî yên kronîk baş nehatin kirin lewma rewşa wî dîsa giran bû. Bi taybet jî dermanên wî yên tansiyon û şekirê nayên dayin, dereng birin revîrê û şert û mercên girtîgehê kirin ku rewşa wî nebaştir bibe. Weke encam, di nava 2 mehên girtîgehê de Ozgan 6 kîloyan zeîf bû û pêdiviya wî bi alîkariya sexbêrkirinê heye. Divê Ozgan tavilê were berdan. Girtina wî, ji bo wî û malbata wî ezyet e. Em bang li meqamên eleqedar dikin ku tavilê edaletê pêk bînin û Ozgan berdin.”
‘BIRAYÊ MIN BERDIN’
Xwişka Ozgan, Gulistan Ozgan jî wiha got: “Birayê min nexweş e, nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike. Nexweşiyên wî yên weke prostat, tansiyon û şekirê hene. Ma kî wêneyên bira û biraziyên xwe bi kar nayîne? Ev sûc nîne. Tu sûcên Îsa Ozgan nînin. Divê tavilê were berdan. Hêj jî îdianame nehatiye amadekirin. Divê demek beriya demekî birayê min were berdan.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat jî diyar kir ku divê kesên nexweş û temenê wan mezin di girtîgehê de neyên girtin û got: “Dawî li vê êşa malbata Ozgan dikişîne bînin. Tavilê Ozgan berdin.”