NAVENDA NÛÇEYAN - “Dadgeha Gelên Rojava” ku dewleta tirk ji ber sûcên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê darizandin, li paytexta Belçîkayê Brukselê dest pê kir.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Dadgeha Gelan a Rojava ku sûcên dewleta tirk tên darizandin, li paytexta Belçîkayê Brukselê dest pê kir.
Dadgeh, li L'Université Libre de Bruxelles (Zanîngeha Azad a Brukselê - ULB) destpê kir û ji welatên cuda hiqûqnas, aktîvîstên mafên mirovan, mexdûrên êrişan û şahid tev li bûn. Ji bo parastina xwe bike bang li dewleta Tirk hate kirin, lê li gel vê yekê jî nûnerê dewleta Tirk tev li nebû. Darizandin bi rengekî xiyabî tê kirin.
Axaftina destpêkê ya dadgehê ji aliyê Biacinto Bisogni ve hate kirin. Bisogni got: “Ji bo vê dadgeha girîng em li hev kom bûn û darizandin wê du rojan dewam bike. Bi piştgiriya Zanîngeha Azad a Brukselê em vê dadgehê pêk tînin. Ji bo parastina mafên mirovan û parastina Rojava em li vê derê ne. Rojava ew cih e ku azadiya jinê û demokrasî lê tê avakirin; ji ber vê yekê jî divê bê parastin. Hûn hemû bi xêr hatin.”
Li dadgehê wê sûcên kuştina sivîlan, rojnamevanan û siyasetmedaran, êrîşa li ser binesaziyê, îşkence, kiryarên li derveyî mirovahiyê û bikaranîna çekên qedexekirî bêne nirxandin.
BERNAMEYA ROJA DESTPÊKÊ
* 09:00 - 09:30: Qeyd û pêşrûniştin
* 09:30 - 09:45: Danasîna endamên dadgehê
* 09:45 - 10:15: Axaftina destpêkê ya dozgeriyê
* 10:15 - 12:30: Rûniştina 1'emîn
* 13:30 - 15:00: Rûniştina 2'yemîn
* 15:15 - 17:50: Rûniştain 3'yemîn
AMADEKAR Û SAZIYÊN PIŞTEVAN
Dadgeh ji aliyê Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koma parêzeran a ku sûcên dewleta Tirk dişopîne, Navenda Parastin û Lêkolînê ya Mafên Jinan û rêxistinên cuda yên mafên mirovan ve tê lidarxistin.
ULB, MAF-DAD (Komeleya Hiqûqê ya Navneteweyî û Demokrasiyê), ELDH (Komeleya Hiqûqnasan a Demokratîk a Ewropayê), IADL (Komeleya Hiqûqnasan a Demokratîk a Navneteweyî), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Enstîtuya Kurd a Brukselê jî piştgiriya çalakiyê dikin.