Rêxistinên Elewiyan: Pêdivî bi zemîneke axaftinê ya bi muxatab re heye

img

STENBOL - Serokê Giştî yê ABF'ê Mustafa Aslan diyar kir ku ew piştgiriyê didin aştiyeke muhtemel û bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got: "Eger dewlet û yên ku dewletê bi rê ve dibin bi rastî jidil bin, pêdivî pê heye ku li ser esasekî demokratîk û azad bi kesê ku wekî muxatab dibînin re biaxivin." 

Piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re gengeşeyên çareseriya pirsgirêka kurd didomin. Banga Abdullah Ocalan bang a li hemû pêkhateyan ku dixwaze tevkariyên erênî li pêvajoyê bikin, di rojevê de ye. Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Mûstafa Aslan û Serokê Duyemîn yê Federasyona Elewiyan a Tirkiyeyê û Serokê Cemxaneya Kazim Karabekîr a Stenbolê Erdal Ahî, rola elewiyan a di civakîbûna aştiyê de nirxandin.
 
'CIVAKÎBÛNA AŞTIYÊ'
 
 
Serokê ABF'ê Mustafa Aslan diyar kir ku daxwaza wan a civakîbûna aştiyê heye. Aslan anî ziman ku di şert û mercên niha yên Tirkiyeyê de aştî bivênevê ye û got: "Helbet li erdnîgariyeke ku demokrasî, edalet û hiqûq tune ye û civak, gel û bawerî tên paşguhkirin, aştî bivênevê ye."
 
Aslan destnîşan kir ku desthilat ji aliyekî ve destê xwe dirêj dike li aliyê din jî êrişên xwe didomîne û got: "Qeyûm tên tayînkirin, rojnameger tên girtin, rewşenbîr tên girtin, zilm berdewam dike. Em diqîrin ku di rewşeke wiha de aştî pêk nayê. Ji bo bidestxistina vê aşitiyê divê beriya her tiştî zemîneke demokratîk bê avakirin."
 
Aslan bal kişand ser bandorên aştiyeke gengaz û wiha got: "Eger aştî pêk bê, beriya her tiştî dê li vî welatî hawirdoreke demokratîk ku her kes tê de bi awayekî azad xwe îfade bike, pêk were. Dê tu kes kesî ji ber nasname, ziman û baweriyê veder neke. Aştî jiyana bi hev re ava dike. Îro pirsgirêka herî mezin ew e ku em jiyana bi hev re di xwe de nahewînin. Aştî, dê zemînekê ji bo vê ava bike." 
 
'DI ŞERT Û MERCÊN TECRÎDÊ DE NABE'
 
Aslan bi bîr xist ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin hene û got: "Îro hûn bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk tînin. Lê belê îradeya kurdan a ku bi dengên xwe hatiye hilbijartin, ji nedîtî ve tê. Ew îradeya xwerêveberiyê ya kurdan paşguh dikin. Hûn zilmê li rojnamevan û ronakbîrên kurdan dikin. Ji aliyê din ve hûn dibêjin ku hûn destê aştiyê dirêjî kurdan dikin. Eger dewlet û yên ku dewletê bi rê ve dibin bi rastî jî jidil bin, pêdivî pê heye ku li ser esasekî demokratîk û azad bi kesê ku wekî muxatab dibînin re biaxivin. Em dizanin ku eger ew bi rastî ji bo aştiyê dilnizm in, divê pêşî hawirdoreke azad û demokratîk bê avakirin. Heya ev haiwrdora demokratîk çênebe, dê hevdîtina di nava çar dîwaran de aştiyê neyne."
 
'PÊDIVIYA ME BI AŞTIYÊ HEYE'
 
 
Serokê Duyemîn yê Federasyona Elewiyan a Tirkiyeyê û Serokê Cemxaneya Kazim Karabekîr a Stenbolê Erdal Ahî jî diyar kir ku aştî bi taybetî ji bo elewiyan gelekî girîng e û wiha got: “Elewî her tim alîgirê aştiyê ne, yanî elewîtî her tim alîgirê aştiyê, biratiyê, hevaltiyê û parvekirinê ye. Di elewîtiyê de riza heye. Ji ber ku elewîtî li bajarê rizayê ye, hemû bûnewer, ji ber afirîner ji tişta hatiye afirandin hez dike. Ji lew re em bi tunekirinê nehatine programkirin. Em civakeke ku ehlê jiyanê ne. Bi taybetî di vê demê de pêdiviya me bi aştî, hiqûq û edaletê heye." 
 
Ahî anî ziman ku li welêt şer didome û civaka elewî her tim di nava şer de ye û wiha domand: "Civaka elewî çiqasî alîgirê aştiyê be jî, her tim di nava şer de ye. Hin kesan vê neyta baş, vê ehlîtiya aştiyê ya civaka elewî bi kar anî. Lê civaka elewî dîsa jî ji aştiyê tawiz neda. Em qirkirina li welatê xwe û ya li Sûriyeyê ya li hemberî elewiyan qebûl nakin. Em rêveberiya li wir jî şermezar dikin." 
 
Ahî diyar kir ku girîng e ku li Tirkiyeyê aştî pêk were û wiha got ku cihê ku aştî lê hebe li wir bedewîtî heye. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

12:53 ‘Dadgeha Gelan a Rojava’ ku Tirkiye tê darizandin dest pê kir
12:17 Fransa: Kurd dê tev li konferansa 13’ê Sibatê bibin
11:49 Bakirhan: Ocalan formûla aştiyeke birûmet amade dike HATE NÛKIRIN
11:09 Qeyûmê Sêrtê 2 karên din da cîgirê xwe
10:36 Deklarasyona TJA’yê: Dê tecrîdê bişikînin, Ocalan dê ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:20 Di doza Atînayê de pêvajoya komployê
09:55 Tanhan: Bi tevlibûna mitînga Amedê re em bersivê bidin polîtîkayên qirêjî
09:37 Otobûsa rêwiyan gêr bû kendalê: 10 jê giran 28 kes birîndar bûn
09:21 Ciwan Elbistanê diterikînin
09:08 Reşat Ozdîl ê 31 sal in girtî ye bi hinceta ‘poşman nîne’ nayê berdan
09:07 Keça 'manewî' ya Erdogan tevî biryara wezaretê jî avahiya dîrokî vala nake
09:06 Gelo Amed ji bo erdhejê amade ye?
09:04 'Nexşerêya Abdullah Ocalan pisûleya çareseriyê ye'
09:03 Rêxistinên Elewiyan: Pêdivî bi zemîneke axaftinê ya bi muxatab re heye
09:01 Çiyayê Gabarê bi dînamîtan tê tunekirin
09:00 Ji meteorolojiyê hişyariya barînan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2025’AN
04/02/2025
16:19 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
15:58 Rojnameger Ahmet Guneş hate berdan
15:56 Ji bo tevlibûna mitînga Amedê derî bi derî geriyan
15:47 Salek e li Girtîgeha Tokatê bi biryara lijneyê tahliye tên astengkirin
15:27 Bakirhan bersiva pirsa Îmraliyê da: Hêj tiştekî zelal tune ye
14:44 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be
13:59 'Qeyûm şaredarî veguherand qereqolê’
13:41 Kongra Star: Em ê tola Hîva Erebo hilînin û şoreşa jinê bi ser bixin
13:18 Şaredariya Cizîrê bi beşdariya gel civîn li dar xist
13:18 Rapora meha Çileyê ya KCDP’ê: 33 jin hatin qetilkirin
13:17 Siyasetmedarê Fransiz: Rojeva modêla pêşerojê ye
12:41 Bakirhan: Ocalan ji bo çareseriya mayinde amadekariya banga dîrokî dike
12:09 Li Dêrsimê nexweşiya tebekê: Bi dehan sewal mirin
11:39 Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike
11:27 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:25 Biryara ji bo parastina Kaniyên Munzurê dîsa guherî
11:09 Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike
10:59 Du mehên rêveberiya HTŞ’ê: Nasname û dîroka jinê di hedefê de ye
10:37 Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû
09:30 Doza Narîn Guranê birin îstînafê
09:20 Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e
13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir